Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexan: Sibehn brkirin

 



Ehmedê Huseynî
ehmedehuseyni@live.co.uk

1.
Vê sibehê,
min pencereyên xemgîn ên dilê xwe
Li ber pêlên gulava te vekirin,
Min alên xwe yên rengîn radestî kurtepista silava te kirin,
Min dînbûn û dilbijîna xwe pêkêî çurisîna xunava lêvên te kirin,
Min Mem û Zînê, Ferhad û êrînê, ji behita eqê derkirin,
Û min hemî xewnên xwe di rûbarên gerdena te de werkirin.


2.
Vê sibehê
min li deryaçeyên çavên te dinêrî,
Min bi sedan xewnên kutî li peravan didîtin,
Bi sedan mesiyên bêrîkirinê di girî de digevizîn,
Bi sedan alên azadiyê bi pêlan re li ba dibûn,
Bi sedan evîndaran nameyên xwe bi baskên balindeyan ve girêdidan,
Vê sibehê min dixwest ji te bipirsim: gelo ewrên porê te bi ku ve diçin?

3.
Vê sibehê,
xûîna daristanên peyvê yên li ser lêvên te dibihîzim,
Lê tu xwe bêdeng dikî, tu dizanî ku ji zimanê bêdengiyê hez dikim,
roj ba..!
Çemên kêfê ji çavên te herikîn
bajarên bêrîkirina min di xwîna te de vêketin
tîrên awirvedana te jî di dilê min de lerizîn.!

4.
Vê sibehê,
min dixwest titekî ji te re bibêjim:
titekî bi qasî welatê min êrîn
bi qasî azadiyê xweik
bi qasî dilê dayika min germ
bi qasî xwîna ehîdan pîromz
Û bi qasî çavên te xemgîn
min dixwest ji te re bibêjim:
ji te hez dikim!

5.
Vê sibehê,
ewrên bendemanê bi ser daristanên bêrîkirinê de digirîn..
Çûkên dengê te di hêlînên dilê min de bîranînan vedikolin..
Destên min di nav destên te de diewitin,
 stêrkên çavên te dirijin û di sînga min de dadiçikin
û kulîlkên kenê te jî di asoyên hevdîtinê de diçurisin!

6.
Vê sibehê,
gulên sor ên evîna te bi rondikên bêrîkirinê av didim..
Bi pey sirûda agirê te dikevim,
bi êa sorgulên azadiya te dikevim welato!!
 Vê sibehê bi kurmanciya êrîn û birîndar ji te re,
ji we re dibêjim:
Newroz ba hevalno!
Newroza te pîroz be welato!

London
30. 03. 2011

 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 5
Bi Tevah Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark