|
|
|
|
|
|
|
Husên M. Hebeþ
Welatê min e Ez dizanim ew ne jêhatîtir e, ne þehrezatir e, ne zîrektir e Û ne jî ji welatên din xweþtir û çêtir e Lê ew welatê min e Tenê bayê wî bi min xweþtir û nermtir e Ez dizanim ko darên wî ne kesktir in ji darên welatên din Û stranên çivîkên wî ne xweþiktir in ji stranên çivîkên cihên din Lê welatê min e Tenê dilê min bi wî re ji dil de dikene û bi xewnên wî re bilind difire. Ez dizanim ko bêhna kulîlkên wî ne teniktir e ji bêhna kulîlkên cihên din... Û daristanên wî ne firehtir in ji daristanên din Û çiyayên wî ne bilintir in ji çiyayên din Lê welatê min e Tenê giyanê min bi kevir û zinarên wî ve girêdayî ye Û damarên min bi ava çem û rûbarên wî lewend û geþ dibin. Ez dizanim ew carcaran ne pir dilovan e û ne jî pir evîndar e... Lê ew welatê min e Tenê di bin dilovanî û evîna wî (bi hiþkî, bi nermî) de Aramiyê dibînim, kûr vedihesim û diramim. Ez dizanim ew bindest e Parçe ye, ne serbeste Lê ew welatê min e Tenê di dilê min de azade û serbeste. Ez dizanim Ez dizanim... Ew dilê min e Giyanê min e Bav û dayik û zarok û û hebûna mine WELATÊ xewn û ramanên... Min eeeeeeee... |
|
|
|
|
|
|
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene |
|
| |
|
|
|
|