Mihemed ebdê
Mirwan94@hotmail.com
Adarê tû hatî bi dilekî birîn
Çendî sa li ser þehîdan bihurîn
Buharin me bi gorna wan xemilîn
Sitêr ji ezmanan weþîyan û vemirîn
Çûk û bilbil li ser hêlînan firîn
12` ê avdarê dîse derbûn birîn
Dayik li ser þehîdan dîse girîn
Roja serhildanê hêsir ji bo we dibarîn
Gelek helbest ji bo þehîdan me gotine
Qelen ji xwîna wan re bi cerek tine
Xwîna di laþê me de tev miþtine
Qelenê xwîna þehîdan yekîtî û hevgirtine
Laþekî bê can li jiyenê em hiþtine
Hêvî û raman di dilê me de tev kuþtine
Mûmin aþtîyê bi xwîne xwe wan vêxistine
Va ye kulîlkê buharê li ser gorna wan þîn hatine
12`ê avdarê cejna þehîdên serhildanê
Amed û Hewlêr û Mehabad pê dizanê
Þehîd namirin dimînin tim li jiyanê
Navê þehîdan pîroze hetîye di nav Qur''''anê
Bi erzanî neyê firotin xwîn, kurdo tû di zanê
Daxwaziya þehîdan aþtî belabê li jiyenê
Bigirin destên hev bera þehîd di gornêde þebê
Hingî wê þehîd ji gornê ji kêfe rebê