lerze mijek
pêlek di quntarên hizra min î dûr de
bêdeng digirîm
ji strana xatirxwestinê
dar û stûnên ji xewnên çavên te
bar û xewek ji mayînên dilê me
tu hilata balindeyên barkirî
Keştiyeke giran . . .
berterf dibin pêjna xilmaşokan!
Diçin û tu, li nav me valahiyek . . . .
Mij bi kiras dibe
welat ê nêzîk dûr e dûr.
zaroktiya çîrok û çîvanokên te. . . .
Zend ên te rêyan didin ber xwe
dîsan dûr, ji te dûr,
li ber pencereke tarî rawestiyayî û dilên min digrî
Sal, roj û dehijmêr diçin,
werzê ku me şûna piyên xwe lê hiştibûn –
sipî, kolana reş xwest.
Hevîn jî dê bihê û biçe,
Belg dê xwe biguhurînin,
ez dê bimînim xewarekî bendîman!
Bêrîkirin roja min dadigire
Gilî, xemava agirdanekê ye –
Tel i bîra xwe tînim û li ser baskên kevoka te rondikên xwe vedihûnim., daku ji melûliya xwe rizgar bibe û vegere „lîs û hêlînê“. Kevoka te hişk xeydî ye û xaka welatê xwe berdaye..
Eve serê salekê, di dengê min navê te şînhat, tu nihatî, tu li virî, tu çirîska ji nişka ve, li nav kambaxiya min rûdidî û sirûdên xweragirtinê, ragirtina ji êşa vê bêganetiyê ji min re dibêjî. Ne kêzka zêrîn, ne jî dîko, li bayê di nav cîgerê xwe de xwedî derdikevin. Ez dimînim di mijê de, mij û ji qelfatên vê dûriyê darbesta xwe jî li şûne te rêz dikim. Eger ez hatim, bila cihê min li def te vala be, daku em di bêdengiya çavên xerîbiyê de hêsirên xwe serxweş bikin.
Jiyan kevanekî ji cihê xwe nayête avêtin û bêrîkirin govenda ewrekî reş. Li ber dergehê demê me û ji dergevanî destûra derbasbûnê dixwazim. Eve salek e, min dengê nebihîstiye. Eve saleke, min ji vê taristanê salnameya qederê ristiye û eve salek e, tuxûbên ji têl û mayînan bersiva min didin.
Li destpêka vê salê nifşekî nû, ji nêrgiz, lal, kulîk û gulan dideynim ber bêhna te û bi rondikan xwe beroxir dikim. Ka bêrîkirina xwe radestî min bike.
Tengezarê marînî