Demhat Dêrikî
Te tûrikê xwe ji ferhengên tirsê dagirtiye û li mejiyê xwe yê di navbera hêvî û bê hêviyê de diçe û tê, bar kiriye û her kêlî bê ku razevîna min di dibistana dilê Memo de têbigihê di rûyê destegulên kenê min de dibêjî; JI TE DITIRSIM!
Keçê esmerê, dînê, malxirabê, bê îmanê!...ne te ez kirim kevokek bask þikestî, dûr kirim ji refên firdana di þahiya aso de. Te ez kirim pêleke bê hogir û heval di devê deriyayên bê binî de. Te ez kirim dîl di peyvên nehezevînan de ku awirên wan min dikin zindiyek mirî li ser darbastên zimanên wan! Te ez kirim persekekî koçber li ber dergehê nezanan...û hêj tu dibêjî JI TE DITIRSIM!.. tirsa çi?.. Ji dilê min ê ku te di xewnên xwe de dike hilata rojê, dike stêra herî geþ, dike evîna kevot, dike evîna tav û avê, dike qublegeha nimêjên evînê, dike þanên jînê, dike hebûna keskesorê?...nizanim esmera farqînî ger tu ji van ditirsê, nexwe tirs li te pîroz be, jiber ku tu ji tirsê jidayîk bûyî!... ---------------------------------------- Em du zarok bûn
Li gundekî di nava sirûþta heft reng de, di nava zarokan de em du bûn; yek keç ya din kur. Me xaniyek hebû ji kelpîçan… li zivîstana germ, li havîna hênik. Li demê dibistanê diya min pênûsa rêjî dikir du jêbir dikir du lênûsk dikir du me li dora wan dikir dîlan, sibehan zû bi cilên pînekirî di nava dilên çûkan de em diketin rê! Lê carna em þivan bûn em her du hevalên baranê sor bûn, li gel bayê zozanan, li gel pêkeniyên seyê me bozo kulilik ji lêvên me dipiþkivîn tevlî bêhna cilên me dibû... her ku em dikenîn cokavên zelal pêlên xwe li kulilikên sorî dixistin, ew jî tevlî govenda dilê me dibûn. Nanek tenûrê, serîk pîvaz, kulmek lorik, em dibirin xewa þîrîn!...ma çend xweþ bû gundê me?.. Lê, rojekê wek mîroyan kes hatin, pêlavên wan reþ, cilên wan belek, li destên wan tiþtine biyan, wek gurên birçî ketin nava gundê me, agir pêxistin, gund talan kirin, wêran kirin!.. Kenê me kuþtin! Beranê sor xwarin! Bozo xeniqandin! kulilikên me serjêkirin!.. Em avêtin bajarên canxwer! Li vir; ne hevaltî heye, ne hogirî heye, ne hezkirin heye, ne diristî heye, ne bawerî heye! Tenê dûmana reþ wek marek ji kunê derdikeve jehra xwe belav dike!.. va di nava wê de em her du mezin bûn, ne ez ez im û ne ew ew e!.. Her yek ji me bû cîhanek, her yek ji me bû derewek, her yek ji me bû janek, her yek ji me bû evînderewînek, her yek ji me bû bê bextek, her yek ji me bû koleyek, her yek ji me bû ne tiþtek! Em bûne du kesên biyan di nava buhuþta piþaftinê de! Ne êdî me gund heye, ne me xak heye, ne me war heye, tenê me xerîbiyek hey û ew jî ne ya me ye, em bûne du kesên winda!...
|