Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Red Hemo smbola ney jibrkirin e

 


  Bilal Hesen 

Bi dilê xemgîn û derûna melûl, min nûçeya koçbûna dawî ya mamosteyê xwe, siyasetmedarê çalak û zîrek, xemxwerê gelê kurd Reîd Hemo bihîst.
Akama vê bûyerê ewqas li min giran e, ji ber ku bi hezarên kîlometran ez dûrî mamosteyê xwe bûme, û nikarim awira dawî li binerim.
Titê hinekê vê êa min kêm dike ew e, ku mamoste Reîd Hemo, tevî ku bi gewdeyê xwe ji nav me barkir, û çûyîna wî bê veger e, lê ez û her kesê Kurdê dilzoz û wefadar dê di navbera opên xebata wî, nerîn û boçûnên wî, raman û hizrên wî  re , wî  bibînin, ji ber ku ew ne tenê kesekî Kurd bû û hew, belê ew dibistanek e berhemdar bû.


Îro ez bi bîra xwe tînim, çawa Reîd Hemo di dawiya salên çelî û destpêka salên pêncî yên sedsala bîstem de, li Çiyayê Kurmênc; devera Efrînê, gund bi gund digeriya, û gelek xortên wê demê, ez jî di nav de, hînî xwedinê dikirin, westanê û birçîbûnê û belengaziyê nikarîbûn riya wî bigirin, û wî ji hînkirina me xortên wê demê bi dûr de bixînin.

Ew xebata Reîd Hemo ne ji xwe berê bû, û ne jî bê pilan û bê armanc bû, belê ez dikarim bibêjim, ewî bi dûrbîniya xwe nifek ji bo armancine bilind amade dikir, vê lomê ewî ew xortan ne tenê hînî xwedin û nivisandinê dikirin, belê bi ser de jî ewana ji hêla ramanî û hiyariya netewî de jî hîn dikirin, û asowê raman û hizra wan fireh dikir.

Tevî ku ev pilan û mebesta wî, belkî  di destpêkê de, ji gelek kesan û agirtên wî ve ne diyar bû jî, lê gava gelek ji wan agirtan tev li xebata rêzanî û ramyarî kurdî bûn, ew pilan û mebest sayî û zelal hatin xuyakirin.

Reîd Hemo bi wê gava giring û hukardar rê li pê xebata rêzanî durist kir, û vê carê jî ji xebata hînkirina xwendin û nivisandinê derbas warê ramana civakî û netewî bû, û dîsan gund bi gund geriya û belengazên Kurdên xulma iyar kirin, û kurdayetî bi wan da naskirin, û ta dawiya jiyana xwe dest ji vê xebatê berneda.

Ev dûrbîniya Reîd Hemo ji hemî hevalên wî, damezrênerên yekemîn partiya kurdî li Sûriyê sala 1957ê ve jî diyar bû, çimkê gelekan ji wan di nivîs û axiftin û bîranînên xwe de çêla bandora wî li ser tozik û rêbaza wê partiyê kirine, û weha çûne, ku di roja damezrandinê de hinek xalên  tozik û rêbaza partiyê, li gor pêniyarên wî hatin guhertin.

Reîd Hemo, bi van çalakiyên xwe, û bi xebata, ku heya roja mirinê domandiye, dikare di dîroka kurdayetiyê de bibe sîmbolekî neyê jibîrkirin.


 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 5
Bi Tevah Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark