Di 31.10.10 an de, şeveke ne jibîrkirî li darxistin. Bi sedan kes ji civaka kurdên herêma ku komele lê ye û her deverî Almanya û hem jî ji Europa. Bi coşeke mezin tev li şahiya komelê bûn.Bi sirûda netewî şevê dest pê kir ji aliyê Hunermend Ronîcan û koma Roj ya folklorî û pişt re Komîta Karên Hevbeş gotinek xwend ji aliyê birêz Bavê Narîn ve . Gotina komela Roj ji aliyê serokê Komelê birêz Hunermend Ronîcan ve hate xwend û bixêrhatina hemû mêhvanan kir.
Gotina partiya Yekîtî Kurdistanî ji aliyê birêz Ebdulbasit Hemo ve hate xwend.
Gotina partiya Yekîtiya Demoqrat ji aliyê birêz Dara Tirêj ve hate xwend. Di gotina xwe de birêz Dara bal kişand ser koçkirina nemir Ismail Umer ku ziyanek bû ji bo tevgera kurd bi taybet û bi tavayî ji bo gelê Sûriyê.
Çend birûsknameyên pîrozbahiyê ji aliyê:
Rathaus-Lohne,
Komela kurdên Sûriyê li Nemsa, û spasiyek bo wan ku amade bûn di şevêde
Komela Armanc-Reine,
Komela Hêlîn- Essen,
birûsk nameyek pîrozbahîyê ji aliyê xalid bûbo ve ji Serê kaniyê
Şev ji aliyê birêz Xorşîd ve hate pêşkêşkirin û diyar kir ku her rêxistineke siyasî û komele bi ser bestî dikare gotina xwe bixwîne.
Gelek hunermendên navdar amade bûn û şeva me rengîn kirin bi stran û mûzîka û axaftinên xwe yên pîrozbahiyê, wek:
Bangîn Efrînî
Evîna Welat
Lewnd
Ebas Ehmed
Rama Mustefa
Ekrem Reşo
Dilovan
Loqman Cemîl
Emîn Sebrî
Zuhêr Cemîl
Fayiq Şakir
Fayiz Şakir
Gulistan Sobarî
Tariq Şêxanî
Maikel
Elî Sofî
Zubêr Salih
Ronîcan
Koma Roj ya folklor bi serkêşiya Henûn Elî
Ezîz, Farûq, Alan. Izedîn, Kamîran, Ednan (Org)
Welîd Cemîl (Saz)
Mûnîr (Dahol, Dirbek).
Sipasiyek ji bo vidyo dilocan û vidyo darwich
Em bi navê Komela Roj û komîta wê spasiyek mezin ji bo hemû kesên ku amade û alîkar bûn di ahenga nû vekirina Komela Roj Ya Çanda Kurdî. Spas ji bo hemû rêxistinên kurdî, spas ji bo hemû birûsknameyan. Spasiyek mezin ji bo hemû hunermendên beşdar. Spasiyek ji bo vidyo dilocan û vidyo derwich spasiyek ji bomalpera gemya kurda û malpera efrin net ji bo malpera helimcan Spasî ji bo salona Visbek û alîkariya wan. Spasiyek ji bo Ehmed û teknîka wî.
Komela Roj Ya Çanda Kurdî
www.komelaroj.de