Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Ziman: Têgeha Demê Di Navbera «Pêşeroj» û «Paşeroj» De

 


Deham Ebdulfettah

Em dizanin ku zimanê Kurdî demeke dirêj weku zimanekî devikî maye . Li dirêjahiya wê demê jî derfeteke dîrokî bidest neketiye da ku bibe zimanekî nivîskî û xebateke zanistî jêre bibe . Ji ber vê rewşa dîrokî gelek kêşe û arîşeyên aloz di zimanê me de peyda dibin , gerek em wan destnîşan bikin , li ser wan rawestin û wan çareser bikin !
Ji wan aloziyên kêşedar navê  dema Ayinde ( musteqbel)e , ku di navbera navlêkirina (Pêşeroj) û (Paşeroj) de bûye cihê têvelî û ciyawaziyê . Rewşenbîrên Kurd , nemaze yên ku bi Kurmancî dipeyivin , derbarî navlêkirina dema ayinde ( duwaroj) bûne dû beş :


a – pirraniya rewşenbrên Bakur û Rojava ( Tirkî û Sûrî) gotina "Pêşeroj" bi wateya dema ayinde ( musteqbel) dixebitînin û gotina "Paşeroj" jî bi wateya dema borî (mazî) dixebitînin .
b – rewşenbîrên Kurd (Kurmanc) li Başûr û Rojhilat (Îraq û Îran) gotina " Paşeroj " bo dema ayinde (musteqbel) bikar tînin û gotina " Pêşeroj " bo dema borî bikar tînin . Anku ,her du beşên rewşenbîran , wan navlêkirinan berevajî hev bikar tînin .
Bêguman her beşek ji wan rewşenbîran navlêkirinên xwe bi hin eger û behaneyan dane pêş û ew pesend kirine .. Ez jî , weku xemxurekî Zimanê Kurdî , bawer dikim ku gotina " Paşeroj " bi wateya dema aynde rast û durist e . Bi wê baweriyê jî , ji mêj ve , min ew gotin di nivîsên xwe de , bi wateya dema ayinde xebitandiye . Helbet , min jî ew baweriya xwe li ser çend behaneyan ava kiriye :
1-  Ew kesên ku peyva " Pêşeroj " bi wateya dema ayinde (musteqbel) bikar tînin , ew kes xwe dikin pîvanok û her du hevalkarên ( Zerfên ) " pêş " û " paş " li xwe dipîvin , û dibêjin :
-   Pêşeroj : Rojên li pêş me , yên ku hêj nehatine û me ew nedîtine , lê hîn wê bên û em ê wan bibînin (musteqbel) .
-    Paşeroj : Rojên li paş me , yên ku me ew dîtine û di ser me re buhirîne ( dema borî ) .
Bi vê têgeha demê jî hemû mînakên xwe yên ronîker şirove dikin , wek :
-   " Di berbanga sibehê de limêjên wê rojê , yên li pêşiya mirov (yên musteqbel) nîvro , esir , mexrib û îşa ne . Di  esrê de êdî limêja mexrib û îşayê bi tenê li pêşiya mirov dimînin , yanî musteqbel in , lê limêja nîvro û ya sibehê buhirîne , li paş mirov mane " ([1]) .
Dema ku mirov cara pêşîn vê mînakê dixwîne guman dike ku demên limêjên destnîşankirî rast û cîgirtî ne . Lê ku mirov li deqqa mînakê vegere û wê bi hûrbînî bixwîne dê  bigihêje baweriyekê ku ew gumana wî ne di cihê xwe de ye !
Şaşiya ravekirina vê mînakê jî şaşiya wan kesan hemûyan e , yên ku gotina " Pêşeroj "  bi wateya rojên li pêşiya me (musteqbel) dixebitînin . Ew şaşî jî ew e , ku navekî razber (manewî) wek ( dem ) ku li navekî heyber ( madî ) hatiye pîvan û hevkêşiyeke ne rewa ji wan saz bûye , wekî ku di mînaka çûyî de hatiye :
-    " Di berbanga sibehê de demên limêjên wê rojê , yên li pêşiya mirov (yên musteqbel) nîvro , esir , mexrib û îşa ne … " .
Anku , di berbangê de limêjên li pêşiya mirov nîvro … Ya rast û rawe ew e , ku demên limêjên mayî li dema berbangê bên pîvan :
-   [ Di berbanga sibehê de demên limêjê yên wê rojê , yên li paşiya (dema ) berbangê (yên musteqbel) nîvro …. û îşa ne  ]
Anku limêjên nîvro , esir , mexrib , îşayê li paş limêja berbanga sibehê ne .
Di parçeyê mînakê yê dawî de :
-   " …. Di esrê de êdî limêja mexrib û îşayê bi tenê li pêşiya mirov dimînin , yanî musteqbel in , lê limêja nîvro û sibehê buhirîne , li paş mirov mane "
Dîsan ew şaşiya pîvanê bixwe ye . Mirov bûye pîvanok û demên limêjan lê tên pîvan :
-   Di esrê de : - Limêja mexrib û îşayê li pêşiya mirov in (musteqbel).- Limêja nîvro û sibehê li paşiya mirov in , buhirîne ( borî)
Rastiya pîvanê ew e ku dem li demê bê pîvan , ne li mirov bê pîvan :
-  ( Di esrê de : - Limêja mexrib û îşayê li paş ( limêja esrê ne
   Anku dema mexrib û îşayê li paş dema esrê tên .
-   Limêja nîvro û sibehê jî li pêş ( limêja ) esrê ne .
Anku dema nîvro û sibehê li pêş dema esrê buhirîne (borî)ne.
Bi vê pîvanê jî em dikarin gotina " Pêşeroj " û ya " Paşeroj " rave bikin :
-  Pêşeroj : Rojên ku li pêş vê roja me çûne ( ne ku li pêş me ne ) , anku berî vê roja me buhirîne ( dema borî ) .
-  Paşeroj : Rojên ku li paş vê roja me tên (ne ku li paş me mane) , anku wê li pey vê roja me bên (dema musteqbel).
2-    Ji hêla bêjesaziyê ve jî , her du gotin " Pêşeroj " û Paşeroj " lêkdayî ne ( hevbend )in  û bi şêwazekî rêpîvan saz bûne , wekî ku tê gotin :
- Gul + sor = gula sor
- Mêr + kal = mêrê kal
- Jin + pîr = jina pîr
- Mar + kor = marê kor
- Ba + reş = bayê reş
- Av + xweş = ava xweş
-  H D ….
Bi pêşxistina hevalnavan ( rengdêran ) û paşxistina navan , zêder ( veqetandek )  tên avêtin û ew mînak dibin :
                    - Gula sor = sorgul
                   - Mêrê kal = kalemêr
                   - Jina pîr = pîrejin
                   - Marê kor = koremar
                   - Bayê reş = reşeba
                   - Ava xweş = xweşav
                   - H D ….
Li gora vê pîvanê jî :
                   - Roj + pêş = roja pêş ( pêş vê roja em tê de )
                   - Roj + paş = roja paş ( paş vê roja em tê de ).
Bi pêşxistin û paşxistina nav û hevalnavan :
                   - Roja pêş = pêşeroj
                   - Roja paş = paşeroj
Bi vê dahûrînê em digihêjin baweriyekê ku gotina " Pêşeroj " û ya " Paşeroj " bi şêwekî rast û li gora pîvanê saz bûne .
Tîpa (e) , ya ku di navbera her du  hêmanên gotinên lêkdayî de ( pêş – e – roj ) û ( paş – e – roj ) , tenê ji bo sivikbûn û  rewanbêjiya bilêvkirina bêjeyên lêkdayî dikeve navbera wan . Anku , eger bilêvkirina gotinê bêyî (e)yê sivktir û xweştir be , ew (e) bikar nayê , wek :
-   Sor + gul = sorgul
-   Roj + hilat = rojhilat
-   Şîn + boz = şînboz
-   Ciger + xwîn = Cigerxwîn
-   Dil + geş = dilgeş .
Lê ku hebûna (e)yê sivikbûnekê bide bêjeyê , hingê (e)bikar tê :
-   Kesk + sor = kesk – e – sor = keskesor
-   Penc + şêr = penc – e – şêr = penceşêr
-   Pîr + merd = pîr – e – merd = pîremerd
Ji hêla rêzimanî ve , nebûna (e)yê rastir e , lê bi egereke fonîtîkî (e) li van gotinan zêde dibe : ( Jinbî = jinebî , reşba = reş-e-ba ) .
Bo vê egerê em dibêjin , her du şêwe ( Pêşroj , Paşroj ) û ( pêşeroj , paşeroj ) jî rast in , lê şêweyê bi (e)yê pirtir bikar tê .
3-    Wateya gotina " Paşeroj " di ferhengên zimanê Kurdî de (yên ku li ber destên min) bi van têgehan hatiye :
A – Elî Seydo Goranî – " Ferhenga Kurdî Nûjen " . (Kurdî – Erebî)([2]):
-  Paşeroj : (الوفر، المستقبل )
     - El - wefir , el – musteqbel
B – Fadil Nizamiddîn – " Estêre Geşe " , ( Kurdî – Erebî )([3]) :
-   Paşeroj : - (مستقبل ، لاحق ، مقبل)
                 - Musteqbel , lahiq , muqbil
  C - Muhemed Cemîl Seyda –" Ferhrnga Jîn " , (Kurdî - Erebî)([4]):
-   Paşro ( paşroj ) : - (مستقبل)
                              - Musteqbel
ç – Gêwî Mukriyanî – "Kurdistan" , ( Kurdî – Kurdî ) ([5]) :
-  Paşeroj : Dûwaroj (mustaqbel )
-    Paşroj : Ayinde (mustaqbel )
d - Hejar Mukriyanî - " Henbane Borîne "
(Kurdî – Farisî ) ([6]) :
-    Paşeroj : - Le we duwa  , ayinde ,   rojanî dûwem (Musteqbel )
ê - Selah Sadella – Ferhenga "Ingilîzî _ Kurdî " ([7]) :
-    Future (Musteqbel) : Dûwaroj , ayinde , Paşeroj , Pêşdem .
ê - D. Îzolî – Fergenga "Kurdî - Tirkî " :
-   Paşeroj : Istiqbal (musteqbel)
-    Paşroj : teserruf
Berçav e ku van her heft ferhengan jî , gotina "Paşeroj" bi wateya (dema bê , ayinde , musteqbel ) Şirove kiriye . Tenê Selah Sadella di ferhenga "Ingilîzî – Kurdî" de gotina Ingilîzî "future" bi dû wateyên hevdij şirove kiriye :
-   Future – (Paşeroj)
                       – (Pêşdem)
Ez bawer dikim ku Sadella gotina "Pêşdem" bi mebesta (dema bê) xebitandiye , ne bi wateya wê ya rast :
-    Pêşdem : Pêşwext , Pêşeroj .
Ji ber ku ne durist e ku "future", di heman dem de "Paşeroj" û "Pêşeroj" be ..!
4-   Li herêma Dêrika Hemko û hin gundên dora wê , wek : (Endîwerê) jî ev derbirrîn carinan tê bihîstin : Te çi ji paşeroja xwe re kiriye ?!
Anku , te çi ji dawiya temenê ( musteqbelê ) xwe re kiriye ?!
          Piştî vê ravekirinê em ê li çend gotinên gelêrî vegerin û wan li gora wê pîvana ku me amaje pê kiriye , şirove bikin :
-   ( Pêşiyên me ) : Bav û bapîrên me , yên ku di pêş vê dema me de jiyane ( dema borî )
-   ( Gotinên pêşiyan ) : Gotinê wan kesan in , yên ku pêş ( berî ) vê serdemê jiyane ( dema borî ) .
-   ( Pêş (3) Salan ez çûbûm Wanê : Berî (3)Salan .
        ( dema borî )
-   ( Nuha em ê Şîvê bixwin , Paşê em ê herin civînê ) …
Paşî (dema) xwarinê        ( ayinde , musteqbel ) .
-  ( Paşîv / paş – şîv ) : xwarina (dema) paş
                                  ( dema ) Şîvê , di rojiyê de xwarina
                                     dawiya Şevê ya ( Sihorê ) .
-  ( Paşiyên me ) : Nevî û nevîçirkên me , yên ku di dema Paş
                            vê dema me de wê bên .
          Lê gotin û derbirrînên weku van gotinan : [ Pêşveçûn û paşveçûn , Pêşverû û paşverû , Pêşketin û paşketin , pêşinyarî , pêşinyazî û pêşwazî ( istiqbal …..].
Pêjina demê ( ne pêş û ne paş ) ji van gotinan nayê , Ev gotin , li gora pêvajoya hevokên wan , rewş , cih  û pileya hizirvanî , zanyarî û şaristaniya mirovatiyê destnîşan dikin , wekî ku em bibêjin :
-   Tu di xwendina xwe de pêşketî yî .
( Tu di xwendina xwe de zîrekî , li pêş hevalên xwe yî ) .
-   Hûn malbateke pêşverû ne .
( Hûn malbateke , bi hizr , rewişt û têkiliyên xwe li pêşiya civaka xwe ne , hûn têgihiştî ne .
-  Em çûn pêşiya wî ( istiqbala wî ) .
( Bo rûmetdan û rêzgirtina wî em çûn pêşwazî û dîdariya wî ) .
-   Ev dara li pêş me hişk bûye .
( Ev dara li pêş / cihê / ku em lê ne …. ) .
( cihê darê li pêş cihê me ye )
-   Dara li paş me Kesk e .
-   ( Dara li paş / cihê / ku em lê ne ….)
( cihê darê li paş cihê me ye )
-   Em îro di roja çarşemê de ne .
Roja li pêş me ( li pêş roja  me … ) Sêşem e
-   Roja li paş me ( li paş roja  me … )  Pêncşem e .
Di her çar mînakên dawî de , cih li cih hatiye pîvan û dem jî li demê hatiye pîvan , Pîvana rast jî ev e , ne ku em demê li xwe bipîvin ,wekî ku tê gotin :
-   ( Roja li pêş me ) – pêşeroj e ?!
-   ( Roja li paş me ) – paşeroj e ?!
Li dûmahiya vê ronîkirinê dixwazim nêrîna xwe derbarî mijarê dubare bikim , ku gotina " Paşeroj " bi wateya dema ayinde (musteqbel) rast û cîgirtî ye !
Vêca eger têbîniyên şarezayekî zimên derbarî vê nêrîna min hebin , yan jî nêrîneke dîtir hebe , hêvîdar im ku berçav bibin , daku em bi hev re mijarê gotebêj bikin û bi hev re vê kêşeya aloz çareser bikin …….-!! Ne duriste û nabe jî ku mijareke wisan giring weku ( dema ayinde ) di zimanê me de bi du navlêkirinên hevdij ( dijwate ) bê nasîn û bê xebitandin . Bo vê yekê jî divê ev kêşe bilez çareser bibe ….!

Amûdê    14  /9/2010

[1] - Rojen Bernas : " Îstiqbal çiye . Pêşeroj an Paşeroje " . Govara Nûdem – Cotjimara ( 39 – 40 ) – Sal ( 2001 ) . Siwêd .
[2]- Ferhenga Kurdî Nûjen . Urdin – Emman (1985)
[3] - Estêre Geşe . Bexda (1977).
[4] - Ferhenga Jîn Libnan – Beyrût (Emîral) Sal (….)
[5] - Ferhengî Kurdistan . Hewlêr . Çap . Aras – (1999) .
[6] - Henbane Borîne . Tehran (1368) K. hetafî .  
[7] - Ferhenga Ingilîzî _ Kurdî . Istanbol _ Avista (2000) .    

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.4
Bi Tevahî Deng: 5


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark