Axîn Mîrxan
Gelek caran
xwe di nav pûþên xewnan de didît
bayê bîranînan
bêndera wî di dêra
barkirinke ne ji dil
xwe li riwê wî dipêça
çirayên hevdîtinê dîsa þewq dan
û niha çav li demên derbasbûyî digerin
û xwezî bi sed xwezî
dîsa bi bilûra þivanekî keriyên bêrîkirinê zîvirîn
xendeya ku di wî wêneyî de wek xwe ma
ne hate guhertin
tiþtên çû dida dû
bîranîn newstiyan ji rêveçûnê.
Ne xwiya ye
her kêlîkek bêrîkirinê
biqasî werzên salê bû
yên rûþuþtî.
Direviya
mîna zer payîzê
rengîn dibû mîna
keskesorekê di ber baranê re
leylaneke zû nepenî bû.
Valahiyeke nexweþ
dibe ku yê di wî wêneyî de ne tu yî
yan yê nuha ne tu yî
ne tu yî.
Þev û roj bûn cêwiyên oxirê
û ji niþkêve
valabû hinder
çira reþ bû
li bin guhê dîwara dikeve
tu nikarî tiþtekî bijimêrî
wekî berê, tiliyên te
najimêrin
niha wêneyên te yek bi yek
di ber çavan re derbas dikim
weku ji destpêkê de
gelek tiþtan bibîrtînim.