Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Perwerdeya Mafên Mirovan

 


  Ebdulmecîd El-Întîsar
Wergêr: Besam Mistefa

Pêşgotin
Mafên mirovan bi atmosfêra giştî ya vejandina çandê û nûjenkirina civakê ve girêdayî ye. Vejandin û nûjenkirin pêk nayên bê çespandina mafê fêrbûn, azadiya ra û nerînê, rêzgirtina nerîna cuda û misogerkirina prensîbên wekhevî û demokrasiyê, tevî parastina rûmeta mirov û bihêzkirina taybetmendiya lêborînê, yanî bê tekezkirina jêrzemîna giştî ya çanda mafên mirovan û alavên yên têgehînî û nirx û buhayên wê.


Li ser bingeha vê têgehîştinê, lêkolîna me xwe dispêre van xalên hanê:

Armanca perwerdekirina mirov li ser kultûra mafên mirovan, çespandina çanda parastina mirov û mafên wî yên hebûn û hizrandinê ye. Ev perwerde rewa û pêwîst e nemaze ku jimareke zêde ya diyarokên binpêkirina mafên mirovan li ser asta navdewletî û li welatên cuda yên Erebî, tên dîtin.

Ev perwerde, ji ber ku armanca wê xizmetkirina mirov e, destpêkeke baş e bo pêşxistina mirov û vejandina buha û nirxên wî. Di heman demê de, bê guman, destpêkeke pêwîst e bona nûkirin û pêşxistina civakê.

Herwiha bersiveke ji rêbazên nû yên perwerdeyê re, bi riya vexwendina perwerdekarên nûjenxwaz berbi vebûna dezgehên perwerdê û fêrkariyê li ser jiyana zarok, rewal û ciwanan. Belavbûna çanda mafên mirovan bi nasandina nerîn, dîtin û nirxên jîngeha çandî û civakî ya fêrxwazane ve girêdayî ye.

Lewra divê mafên mirovan ne tenê di helkeft û rojên taybet de bên pîrozkirin wek roja daxuyaniya navdewletî ya mafên mirovan, yan jî roja zarokan a cîhanî yan cejina jinê yan roja lêborînê ya navdewletî; berevajî vê çendê divê ev mijara girîng bibe helkefteke rojane û sîstemkirî.

Wek beşdariyekê di belavkirina perwerdeya mafên mirovan de, ezê di vê lêkolîna xwe de têgeha "Mafên Mirovan" bidim naskirin û ast, wate û taybetmendiyên "Perwerdeya Mafên Mirovan" şîrove bikim. Li gor me, pêwîstiya çand û civaka me bi lêkolînên bi vî rengî heye, da destnîşankirina riyên çareserkirina arîşeyan hêsantir bibe.

Mafên Mirovan û pêşekiya perwerdeyî
Têgeha "Mafên Mirovan" niha li ser hemî zar û zimana ye û bi girseyî cihê xwe di gotarên fîkrî û li ser rûpelên rojnameyan, girtiye. Her ku vebûn û diyaloga şaristanî berfireh dibe - nemaze bi riya navgînên ragehandinê- têgeha "Mafên Mirovan" bêtir tê berbelavkirin, û her kes xwe fena piştovan û parêzvanê van mafan dihesibîne, tu qey dibêje ku niha ev erk nîşana helwêsta nûnejxwaz û rizgarîxwaz û ya xebat û têkoşînê ye. Tevahiya ra, bîr û baweriyan li ser vê yekê lihev dikin. Hemî gotar îro behsa "Mafên Mirovan" dikin, lê ne şert e jêdera wan yek be, bi gotineke din herkes li gor dîtin û baweriyên xwe yên cihê berê xwe dide “Mafên Mirovan”. Lê, werin em bihev re vê têgehê şîrove bikin, gelo mafên mirovan çine? Wateya vê têgehê çiye?

Eger em berê xwe bidin hinek belavokên rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) ku ji navenda mafên mirovan li Jinêvayê di sala 1989-ê derketine, em dê rastî vê şîrove û danasînê bên: “Mafên mirovan bi giştî mafên ku di xwezaya mirov de hene, û em nikarin bê wan fena mirovan, bijîn. Mafên mirovan û azadiyên serekî derfetê didin me ku em semyanên xwe yên mirovî, zîrekî, hişmendî û behremendiyên xwe pêş bixin û bikarbînin; herwiha pêdiviyên xwe yên ruhî binecih bikin. Mafên mirovan xwe dispêrin ked û hewldanên mirovan bona bidestxistin û misogerkirina jiyaneke bi rûmet ku rêza mirov weke mirov, bê parastin”. Di vê danasîna mafên mirovan de sê aspêktên girîng hene:

Aspêkta hebûn (heyîn) ê
Nirx û prensîbên mafên mirovan, mirovan ji ruhberên din, cida dikin. Bi xurista xwe, mirov ruhberekî heyî û xwedî mejî û azad e. Heyîna mirov bi riya şiyanên wî yên fîzîkî û fikrî, tê destnîşankirin. Mafê mirov heye û divê hebe jî ku van şiyanên xwe bikar bîne, lewma ev bikaranîn wî ji ruhberên din cihê dike. Li vir, em dikarin risteya fîlozofê Frensî yê navdar Dîkart veguherînin û dîtina xwe pê şirove bikin: "Mafên min parastî ne, anku ez heme".

Aspêkta kesayetî-taybet-
Mafên mirovan tên wateya hebûna derfetan ku kesayetî jiyaneke li gor xweza û koka xwe bikar bîne. Tiştê girîng li vir, veguhastina mafên mirovan ji nirxeke heyî di kûrahiya mirov de bo hinek karpêkên jiyanî ku bi riya wan mirov dikare kesayetiya xwe bi tevahî pêşan bide, û tevahiya şiyan û pêdiviyên xwe yên ruhî, regezî û hişmendî binecih bike.

Aspêkta civakî ya sivîl
Herwiha têgeha mafên mirovan tê maneya rêxistina civakê û parastina mafên mirov ên resen û xwezayî bi riya darêştina hin yasayan. Ev asta civakî ya sivîl bersiva hêviyên mirov ên misogerkirina jiyaneke bi rûmet û bi ewle ye ku hemû mafên wî parastî bin.

Mafên mirovan bi kûrahiya mirov û heyîna wî ya resen ve girêdayî ne û hemû aliyên kesayetiya wî pêşan didin û erk û mafên wî destnîşan dikin. Lewra, mafên mirovan bûne cihê belgekirinê ji aliyê sazî û rêxistinên dewletî û navdewletî yên mîrî û sîvîl ve. Herwiha, mafên mirovan bûne mijara gengeşê di kongire û helkeftan de, çi bi têgeha giştî ya naskirî wek "mafên mirovan", yan di formên xwe yên pir û taybet de nola "mafên zarokan", yan "mafên jinan", yan "mafên salmezinan", yan "mafên çandî", yan "mafên siyasî", yan "mafên civakî” yan " mafên aborî", yan "mafên biyolojîk"…htd.

Perwerde û fêrkirina mafên mirovan, wan di kesayetiya mirov û civakê de diçesipîne. Sazî û dezgehên taybet bi mafên mirovan girîngiya perwerdeya van mafan û fêrkirina wan dûpat dikin, û fêrkariyê fena alaveke bihêz a vejandina mafên mirovan û berfirehkirin û çespandina wan, li qelem didin. Wek mînak, emê van xalan bînin ziman:

"Konseya Giştî ya NY, sala 1968-ê bang kir bo fêrkirina mafên mirovan di xwendingehên qonaxên seretayî û navendî de; û tekez kir li ser bikaranîna her derfetekê bona bala xwendekaran bikişîne ser rola girîng a NY di warê bihêzkirina dadweriya civakî de…”

Di kongireya Tehranê de, sala 1968-ê, NY biryar da ku "Divê hemû navgînên perwerdeyê derfetê ji çîna ciwanan re peyde bikin ku bi ruhiyeta rûmeta mirov û wekheviya mafan, perwerde û mezin bibin".

Sala 1978-ê, kongireyek navdewletî li Vîênnayê ji aliyê UNESCO-yê ve hate sazkirin, û mijara wê "Perwerdeya mafên mirovan" bû.

Di Pûşpera sala 1989-ê de, sendîqaya niştîmanî ya perwerdeyê li Marokê–Fas-ê sympoziyomek li ser "Mafên mirovan di xwendingehên Fasê de” saz kir.

..Ev bi tenê hinek nimûne û mînak bûn li ser girîngiya mafên mirovan di qada perwerde û fêrkariyê de, û bihêzkirina wan bi riya - bernameyên aktîv ên fêrkarî, perwerde û ragehandinê-; çimkî baweriyeke tund heye bi girîngiya rola fêrkarî û perwerdeyê di warê belavkirina hişyariya mafên mirovan de, lewra pêwîst e mafên mirovan bibin beşekî sereke di xwendingehan de, û fêrên wan ji xwendekaran re werin dayin.

Perwerdeya mafên mirovan: danasîn û taybetmendî
Ev mêtoda çespandina fêrên mafên mirovan di bername û rêbazên xwendinê de nola “perwerdeya mafên mirovan” tê binavkirin. Rêbaza navbirî nayê wateya fêrkirina zanyarî û têgehên li ser mafên mirovan bona zarok û xwendekaran, bi qasî ku armanca wê damezirandina nirx û buhayên girêdayî wan e.
Bi gotineke din, perwerdeya mafên mirovan bêtir bala xwe dide warê pratîk û di warê teorîk û bîrdoziyê de asê namîne. Eger hat û aliyê bîrdozî baldariyek taybet sitend jî, ev yeka ji bo tenê bibe destpêkeke pêdivî bo kartêkirinê li ser bawerî û reftara mirov, bike.

Fêrkirin û perwerdekirina mafên mirovan ne tenê tijekirina mejiyan bi zanyariyên li ser rûmet, azadî, wekhevî û rêzgirtina nerîna cida û mafên yên din e; lê belê armanca wê ku mirov van mafan binecih bike û baweriyê bi wan bîne wekî prensîbên qedirgiran û wana di jiyana xwe ya rojane de bikar bîne, û mafên yên din liberçav bigire.

Perwerdeya mafên mirovan xwe dispêre vê têzê ku xwendekar naxwazin tenê fêrî mafên mirovan bibin û wan nas bikin, lê dive wan bikar bînin û bixin jiyanê de- da ku sûda wan rastîn û real be.

Avakirina kesatiya zarok û xwendekaran pir girîng e, nemaze ku nerîna wan li jiyanê bi giştî, û wîjdan û hestên wan li ser bingeha prensîbên mafên mirovan, bê avakirin û têkiliyên wan bi hevdemên wan û civaka wan re, li gor van mafan werin danîn. Armanca perwerdeya mafên mirovan di qonaxa savatiyê û salên pêşîn ji qonaxa seretayî de, avakirina hestên bawerî û lêborîna civakî ye. Lewma perwerdeya mafên mirovan ne teorîk, lê pratîkî ye. Yek ji akam û armancên wê yên sereke alîkariya zarokane da ku erk û mafên xwe fam bikin û prensîbên mafên mirovan bi awayekî rêkûpêk bikar bînin. Mamosteyên vê perwerdehê jî divê ne tenê ders û prensîban ji zarokan re bêjin, lê wan zindî bikin û hingê hem mamoste û hem xwendekar dikarin di dewsa ku tenê wan ezber bikin, van prensîban bikar bînin.

Perwerdeya mafên mirovan tê wateya vejandina van mafan fena nirx û buhayan di hiş, hest û wîjdana mirovan de, ku divê di jiyana rojane de bên bikaranîn. Ev perwerde ji sinifa xwendingehê destpê dike, û di nav xwendekaran de belav dibe, û piştre derbasî nav civakê dibe û digihe her deverê, li malê, li kolanê, li hemî şûnan, û di nav tevahiya tex û tiwêjeyên civakê de. Wek berê jî hate gotin, armanca sereke ya perwerdeya mafên mirovan, avakirina hevwelatiyekê dagirtî bi nirxên demokrasî û prensîbên mafên mirovan e, hevwelatiyekê ku bikare wan di jiyana xwe ya rojane de bikar bîne, mafên xwe nas bike lê rêza mafên kesên din jî bigire, maf û berjewendiyên civaka xwe wekî yên xwe bihesibîne û biparêze.

Li gor van zaniyarî û danasînan li ser têgeha mafên mirovan û girêdana wan bi prosesa perwerdeyê ve, em dikarin li vir hin taybetmendiyên perwerdeya mafên mirovan darêjin.

Perwerdeyeke mirovî ye
Perwerdeya mafên mirovan mirovperest (humanîst) e, û hewl dide mirovan bi mafên wan agahdar bike, û van mafan wek rastiya mirovî bihêz bike; van mafan fena kok û cewhera heyîna mirovî û tiştê ko wî ji ruhberên din cida dike, bide çespandin. Ev perwerde ji bo mirovan e, ji bo mirovbûyîn û resenatiya wî dûpat bike.

Perwerdeyeke ronakbîrî û hişmendî ye
Jêderê perwerdeya mafên mirovan, ronakbîrî û hişmendiya mirovî ye. Naveroka wê, bi hinek babet û têgehên ronakbîrî wek kasayetî û mejî, azadî û lêborîn, rêzgirtina nerîna cida û rûmet û wekhevî û demokrasî...htd ve girêdayî. Armanca wê, avakirina fikrekî rizgarîxwaz e ku mirov wek alav û armanc liberçav digire, û hewl dide mejî, têkilî, reftar û mentalîteyan rohn bike.

Perwerdeyeke rexnegir e
Aspêkteke rexnegiriyê di perwerdeya mafên mirovan de heye, ji ber ko hewl dide tevahiya nirx, prensîb û bizavên li dijî mafên mirovan sererast bike; û dixwaze astengiyên li pêş bikaranîn û rêzgirtina van mafan ji holê rake.

Perwerdeya mafên mirovan guherîneke mezin di warê kevneşopiyên prosesa perwerdeyê de çê dike, û doza pêkanîna veguherîneke kûr û piralî di erkên dezgehên perwerdeyê de, dike. Di vî warî de, lêkolînvanek dibêje: "Perwerdeya mafên mirovan, veguherînek çandî ya kûr û mezin e."

Perwerdeyeke modêrin e
Perwerdeya mafên mirovan modêrin û nûjenxwaz e, ji ber vê çendê ko ew doza vebûna kesatiya mirov –hevwelatî- bi rûyê derdorê re dike. Herçî perwerdeya mafên mirovan e, armanca wê avakirina welatiyekî ye ku baweriya wî bi mafên mirovan hebe, û rêza wan bigire û mafên kesên din pêşêl û binpê neke, û rêza mafên civat û takekesan bigire; belê armanca vê perwerdeyê avakirina welatiyekî vekirî li ser jîngeh û civata xwe ye, welatiyekî ku bi takekes, sazî, dezgeh û qanûnên civaka xwe re di têkiliyên berdewam û danûsitendinê de be…
Perwerdeyeke nirxzan û pratîk e
Perwerdeya mafên mirovan nirxzan û pratîk e. Ew–bi riya çespandin û fêrkirina mafên mirovan – wek ruhberekî xwedî tevger û helwêst berê xwe dide mirovan. Di encamê de, diyar dibe ku perwerdeya mafên mirovan perwerdeyeke ronakbîrî û rexnegir û modêrin e, armanca wê ya sereke avakirina kesatiyeke serbixwe, xwedî helwêst, tevger û hişmendiyeke bi asoyên berfireh e.

Ast û warên perwerdeya mafên mirovan
Perwerdeya mafên mirovan bi sê ast û waran ve girêdayî ye, ku têde tevahiya diyarokên çespandina çanda heqperestî, erkzanîn û demokrasiyê hene. Li vir, sê ast hene: asta pêdagogî, perwerdeyî û asta çandî ya civakî.

Asta pêdagogî
Rast e çanda mafên mirovan di rêbazên xwendinê li xwendingehan ne serbixwe ye, lê belê armanca wê çespandina prensîb û têgehên vê çandê di hiş û mejiyê xwendekaran de ye. Ew dikare wek rêbazeke dualî bê pênase kirin. Di şêwaza perwerdeya pêdagogî de, bend û prensîbên mafên mirovan dikevin strektûra maddeyên din ên xwendinê de, û bi riya wan hizr û fikirîna xwendekaran vedike û nirx û buhayên rûmet û azadî û mafên hevwelatîbûnê û rêzgirtina nerîna cida, û mafên din ên mirovî bi wan dide naskirin.

Herçî rêbaza pêdagogî ye, nayê wateya damezirandina maddeyeke xwendinê ya serbixwe, ne jî amade kirin û danîna pertûkeke taybet bi vê perwerdeyê. Lê, bi riya tevlîkirina çanda mafên mirovan di rêbaza her maddeyeke xwendinê de, ku bibe beşek ji bernameya her maddeyekê, û ciyê xwe di pertûkên her maddeyekê de, bigire. Herwiha, amade be di formalîzekirina armancên her maddeyekê, û derbarê riyên fêrkirina her maddeyekê de liber çav bê girtin. Di encamê de, prensîb, buha û nirxên çanda mafên mirovan, dê bikevin tevna hemî madeyên xwendinê de û bibin beşekî sereke û bingehînî ji strektûra wan. Rêbaza pêdagogî wisa dike ku çanda mafên mirovan ciyê xwe di tevn û bingeha hemî madeyên xwendinê û hemî riyên fêrkariyê de, ne bi serbixweyeyî be jî, bigire. Lê, ne ku di qada teorîk de asê bimîne, lê herwiha di tevahiya çalakiyên pratîk ên xwendingehê de, amade be.

Di bingeha vê rêbazê de, ji me ve dixuye ko madeyên xwendinê wekî babetên cihê tên hejmartinê, û çand û prensîbên mafên mirovan wek xalên hevbeş û mişterek ko hemûyan pêkve girêdidin, tên nirxandin. Di yekê ji dokumentên navenda mafên mirovan de tê ku: "Armanca me yekkirin û hevtemamkirina madeyên serbixwe yên rêbazên xwendinê ye." Bi gotineke din, diyar dibe ku li paş cidahiya van madeyan, yekgirtineke kûr heye; ku ewjî di belavkirin û çespandina çanda mafên mirovan de, dixuye.

Bi vî awayî em digihên vê encamê ku di asta pêdagogî ya fêrkirina mafên mirovan de, ku tê lêkirin bi riya bikaranîna vê perwerdeyê ji hundirê prosesa perwerde û fêrkariyê, bi riya rêbaza dualî û tevlîhev, ku em dikarin bingeh û aspêktên wê di van xalan de, bidin diyar kirin:

-Nirx û buhayên çanda mafên mirovan û prensîbên wê dikarin bikevin tevna hemî madeyên xwendinê de.

-Tevahiya madeyên xwendinê û armancên fêrkirina wan ne li dijî çanda mafên mirovan e.

-Prensîbên mafên mirovan hemî madeyên xwendinê berbi armanca hevbeş dajon, ku ewjî fêrkirin û çespandina nirxên rûmet, azadî, lêborîn û mafên hevwelatîbûnê...htd ye.

-Çespandina van prensîb û mafan di pratîkê de, bi riya çalakiyên ku li xwendingehê, pêk tên.

Her çawa be, ev asta perwerdeya mafên mirovan a pêdagog têr nake ji bona binecih kirina armancên belavkirin û çespandina mafên mirovan.

Asta perwerdeyî (perwerdeya tevahî)
Perwerdeya mafên mirovan ne tenê ya pêdagogîk e, di nav xwendingehan de. Lê, divê beriya wê di qonaxên perwerdeyiyên pêşîn de li hundirê mal û malbatê jî bê çespandin.

Divê perwerdeya mafên mirovan di qonaxên pêşîn ên perwerdeya mirov de bê destpêkirin. Xwendingeh bi tenê têr nake. Rola navgînên medya û hevgihîştinê yên nûjen, pir girîng e. Perwerdeya tevahî ya mafên mirovan tê maneya belavkirina nirx û buhayên azadî û rûmetê, û çespandina reftar û bizavên wekhevî û lêborîn û demokrasî û rêzgirtina nerîna cida, di tevahiya qonaxên pêşkeftina takekes û gihîştibûna wî ya psîkolojîk, hişmendî û wîjidanî de, bi riya sazî û dezgehên civakî û perwerdeyî, nola malbat û xwendina seretayî û çalakiyên xwendingehê û navgînên ragehandinê û senter û navendên rewşenbîrî û civakî.

Mal
Mirov ji malê, dest bi destxistina nirx û buhayan dike. Ji ber girîngiya salên pêşîn di avakirina kesayetiya mirovî de, dê tiştê ji saziya-malê-ve bidest bixe bandor û kartêkirinê- çi erênî û çi neyênî- li ser hizir û bizavên wî/ê bike heya piştî qonaxa zaroktiyê jî. Lewra, perwerdeya nav malê bingeha her perwerdeyeke din e, di nav de perwerdeya mafên mirovan. Eger mirov di salên jiyana xwe yên pêşîn û di malê de hin prensîb û nirxên mafên mirovan bidest nexe, wê pir zor û dijwar be ew di qonaxên piştî zaroktiyê de, wan bidest bixe.

Perwerdeya pêşîn
Eger şert û mercên malbata zarok ên civakî û aborî alîkar bin, ewê tevlî perwerdeya pêşîn bi riya bexçeyên savayan û beşên navxweyî yên amadekariyê, bibe. Bi vî rengî, zarok wê têkeve nav cîhana danûsitendinê bi yên din re, yên mezin (perwerdekar û mamoste) û yên piçûk (zarok û rêhevalên xwendinê), û bi sîstem û yasayan re (birêvebiriya bexçeyî).

Li vir, sava û zarok wê, bi riya danûsitendin û têkiliyên bi mirov û yasayan re fêrî hinek nirx û buhayan bibe, dê ev nirx bibin alîkar û taybetmendiyên kesayetiya zarok beriya xwendingeha fermî, diyar bikin.

Bê guman, nirxên ku mirov di perwerdeya xwe ya pêşîn de distîne bandor û kartêkirina xwe bi girseyî li ser prensîbên ku piştre fêrî wan dibe, dikin. Lewra, divê qonaxa xwendina destpêkî û seretayî nirx û buhayên mafên mirovan û çanda mafperweriyê, di heş û mejiyê mirovî de, biçesipîne.
Çalakiyên pratîk li xwendingehê:
Kar û çalakiyên civakî, çandî û perwerdeyî yên ku tên-yan divê - li xwendingehê nemaze li derveyî sinifan bên kirin, pir girîng in. Ev çalakî nola avakirin û perwerdeyeke berdewam in ji xwendekaran re, û dersên sinifan dewlemendtir dikin. Herwiha, qadeke baş in bo danûsitendinê di navbera astên cida yên xwendekaran, û mamosteyên tevahiya madeyan û rêvebiriya xwendingehê de. Çalakiyên xwendingehê wê bibin jêderê perwerde û fêrbûna hinek liv û prensîbên mafên mirovan û bihêzkirin û famkirin û binecihkirina wan.

Navgînên ragehandinê (Medya)
Medya ya dîtî dihêle zarok – xwendekar agahî û zaniyarî û nimûneyên nirx, rewişt û tîtalên civak û derdorê, werbigire. Navgînên ragehandinê beşdariyê di avakirina mentalîte û arezûyên zarok û livbaziya wî de, çi di warê kesînî yan di warê têkiliyên wî/ê bi derdor û kesên din re, dikin. Bernameyên televizyonê yên taybet bi zarokan –û carine bi mezinan jî- bandoreke mezin dikin û roleke mezin dilîzin dema kesayetî, nirx û sembolên wan tên şopandin.

Hilbet, medya carina –li gor tiştê ku dipexşîne- dibe asteng û rêgir li pêşiya perwerdeya mafên mirovan.

Hindava berbelavbûna wan a berfireh, û danûsitendina rojane û yekser bi wan re, û xurtbûna kartêkirina wan li ser mirov; navgînên ragehandin û medyayê xwedî bandorek pir mezin in li ser heş û mentalîteya mirov û civatê, êdî divê bi awayekî baş werin bikaranîn û çanda mafên mirovan de bihêztir bikin.

Rola navend û senterên rewşenbîrî û civakî
Dezgeh û saziyên civakî, çandî û perwerdeyî roleke berçav di warê berbelavkirina çanda mafên mirovan de, dilîzin. Bi taybetî, li vir em behsa komeleyên çandî, hunerî û werzişî, û saziyên law û ciwanan, dikin. Li van saziyan, derfet hene ku çanda mafên mirovan bi awayekî pratîk û teorîkî jî ji zarok û mezinan re bê dayin. Ew dikarin bi kêmanî bibin jêderê avakirina endam û alîgirên xwe û perwerdekirina wan li ser çand û prensîbên mafên mirovan. Li vir, meydaneke vekirî û giştî ya çand û çalakiyan heye, loma beşdariya wan pir girîng e.

Diyar e ku karê perwerdê û avakirina kesatiya mirov ne tenê ji aliyê mamosteyan vê tê kirin, lê belê ji aliyê pir cihan ve, heya beriya destpêbûna rola mamoste û xwendingehê jî. Lewra, perwerdeya mafên mirovan seranserî û berfireh e; ne girêdayî sinif û xwendingehan bi tenê ye, lê bi prosesa perwerdeyê bi giştî û tevahî ve girêdayî ye.

Asta çandî ya civakî
Rêbaza pêdagogî û perwerdeyî bi strektûra çandî ya civakî ya giştî ve girêdayî ye; divê herdu bi alîkariya mêtoda çandî, werin pêkanîn. Çand hemî prosesa perwerdeyê (avakirin) û fêrkariyê (xwendina fermî) çarçev dike. Nemaze li ser asta têgeh, zaniyarî, nirx û buhayan.

Tiştê ku xwendekar li xwendingehê fêr dibe, û tiştê ko mirov di hemî saziyên civakî de digire, girêdayî çanda civatê ya teorîk û têgeh û dîtinên wê û pîvanên nirxandina wê ne.

Li gor van dîtin û baweriyan, perwerdeya mafên mirovan û avakirina takekesan li ser çand, prensîb, têgeh û qîmetên wan; divê di herdu biyavên teorîk û pratîk de be, û di hemî astên civakê, tex û çînên wê de be. Di vî warî de, pêwîstiya me bi çandeke hişmend, mirovperest û rewşenger heye, çimkî tenê çandeke wisa dikare rê li ber perwerde û fêrkirina çanda mafên mirovan xweş bike, tiştê ku dibe alîkar ku prensîbên mafên mirovan di rastiyê de di nav civakê de werin binecih kirin; û vê çandê ji aliyê xwendekar û lawan ve dide çespandin û bikaranîn çi li xwendingehê yan jî li derveyî wê. Loma ku pêdiviya tevlîkirina çanda mafperweriyê di strektûra zanyarî, reftar û wîjdana mirovî de bi serdestiya çandeke nirxzan ku tê de prensîb û têgehên hişmendî û mirov û azadiyê parastî bin, anku çandeke ko kesatiya mirovî biparêze û mafê mirov ê hebûn û jiyaneke bi rûmet û azadiya ramanê, binpê neke.

Bicîkirina nirx û prensîbên mafên mirovan di rêbazên xwendinê de û perwerdekirina takekesan li ser van mafan, ger çandeke azad, humanîst, hişmend û rohnker neyê avakirin, dê her ji rêveçûna civakî ya giştî dûr bimîne. Berdewamkirina çanda ku mirov ne sitûna wê ya serekî ye, û dûrî aqilmendî û mafperestî û dadweriyê ye, dê bihêle têgeh û çanda mafên mirovan li xwendingehan, û li her cihekî din jî, mîna ximava li ser kaxezê bimîne û tucarî ronahiyê nebîne. Lewra divê li derdor û derveyî xwendingehan jî bawerî bi mafên mirovan hebe û rêz li wan bê girtin û bên parastin heya li xwendingehan jî bên bicihkirin.

Di encam de, em dibînin ku pêdiviya projeya perwerde ya mafên mirovan bi astên cihêreng heye. Ev proje ne tenê pêdagog e, û ne jî bi riya perwerde ya giştî û tevahî pêk tê, lê belê bi herdu astan tê hev, bi riya bicîkirina wan di çarçoveya çandeke civakî ya giştî de, ku tê de nirxên aqilmendî, hûmanîzm û ronakbîriyê bên parastin.

Em dikarin vê projeyê fena projeyeke civakî û çandî binirxînin. Projeya nûjenkirina aqilê mirov bi riya çandê, û baştirkirina rewşa mirovî di warê civakî de, û rohnkirina nirxan di asoyekê aqilperest, humanîst û rizgarîxwaz de ku erk û mafan nas bike û dimîne li ser hebûna sîstemeke siyasî ya demokratîk ku berevaniya mafên mirovbike û wan biparêze.

Dawî
Em nabêjin ku ev gotara me hertişî li ser mafên mirovan dibêje. Ji xwe eger ji aliyê xwendevanan ve bê zanîn ku hersê astên perwerdeya mafên mirovan anku astên pêdagog, perwerdeyî û çandî-civakî têkilhev û hevtemamker in, hingê wê armanca lêkolîna me pêk hatibe.

Lê, em bal dikişînin ser asta siyasî ya berbelavbûn û çespandina çanda mafên mirovan. Ji ber eger hat û hersê astên navbirî pêk hatin jî, li ser asta siyasî dimîne ku çanda mafên mirovan di civakê de rûne yan rûnenê.

Çespandina çanda mafên mirovan û bikaranîna wan di hemî astan de û di nav hemî tex û tiwêjeyên civakê de, bê hebûna sîstemeke siyasî ya vekirî û demokratîk pêk nayê. Jiyaneke siyasî ya demokratîk, dê astên pêdagog, perwerdeyî û çandî bi realîteya mirovî ve, girê bide; û mafên wî/ê çi di warên teorîk yan pratîkî de bin, misoger bike. Eger hat û mirov ji bindestî, zulm û ta`dê rizgar nebû, dê ev kar hemî bêhûde bimînin û nagihin ti encamên pratîkî.

Bê guman, em dikarin bibêjin ku hê şertê heyîna sîstemeke siyasî ya rêkxistî û demokratîk peyde nebûye. Em bibêjin ku ev şert hate pê, gelo dê mijara mafên mirovan bidawî bibe? Bersiva me, ku em dê pê gotara xwe bidawî bînin; nexêr ev mijar nayê bidawî anîn û dive neyê bidawîanîn, ji ber ko mijara mafên mirovan bi jiyanê bi xwe ve, bi mirov û rûmeta wî ve girêdayî ye.

Têbînî: Ev babet di kovara Metîn de, jimara (183), sala 2009an hatiye weşandin. (B. Mistefa)

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 9


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark