Dîmoqratî kurdî – hejmar 22
Tevî xurtbûna siyasetên þovînî û bizavên awarte di derheqa miletê kurd de, ev siyasetên ku dibin bandora ramanê newekhev û regezperest de ava bûbûn, armanca wan lidij hebûna netewa kurd bû û rakirina taybetmendiyên wê, di riya bikaranîna siyaseteke zordar û girtina mafên mirovane û medenî… lê tevî wê jî van siyasetan nikarîbûn armancên xwe bighînin serî, û tevî wê jî miletê kurd ma xwedî hebûn û xwedî nasnameya xwe ya netewî, û hestê netewî xurt bû, û bi xêra rola tevgera siyasî a kurdî û asta siyasî a bilind li cem civaka kurdî, weke xuya dibe îro roj ku hemû bizavên tunekirinê negihiþtin serî, û dibin siya pêþketinên navdewletî û herêmî û niþtimanî de di roja îro de ne mumkine ku ev siyaset berdewam bibin.
Û weke hemû dozen niþtimanî, doza kurdî jî kes nikare wê tune bike yan bêje tune ye, yan jî berdewam be di bizavên xweyî xerakirin û tevliheviyê de.
Ji ber piraniya hêzên niþtimanperwer û dîmoqrat di Sûrya de ev ramanê regezperest û kevneperest derbas kirine, û ramaneke nûjen û serdemî bikar tînin, û daxwazê dike ku siyaseta newekheviyê bête rawestandin û zulm û zordariya ji ber netewe yan dîn were sekinandin.
Herweha îro roj hêzên piraniya pêkhatiyên miletê Sûrya û hêzên wê ên siyasî ber bi lêgerîna çareseriyên niþtimanî û dîmoqratî ji dozen welat re diçe, û avakirina civakeke medenî ku bawer be bi mafê bingehî ji hemû pêkhatiya re û bawer be bi wekhevîyê di mafê hemwelatî û mafê mirovatî û netewî de.
Ev mejiyê regezperest gihiþte rêke girtî, piþtî ku gelek zerer û tade gihand bi pêkhatiyên civaka Sûrya ji ber siyaseta newekheviyê, ji loma siloganên wê ketin, bi taybetî rêbaza wê li ser miletê kurd. Ji ber bi dehê salan ev kesên regezperest xwe bi bingehin vala û nerast digirtin ji bona karibe berdewamiya xwe bi siyasetê bike li dijî miletê kurd, û siyaseta tirsê ji miletê kur dianî ziman, û tawanên mîna (perçebûna xaka Sûrya û girêdana wê bi dewleteke biyan ...HD) bi tevgera kurdî a Sûrî ve vedikir.
Û dibin van tawanan de siyaseta zordarî a netewî û hiþk li dijî miletê kurd dimeþandin, û bi vê yekê derbak li hevjiyana dîrokî di nava pêkhatiyên Sûrya de lêxist, û hiþte ku hindek newekhevî di navbera kurd û hemwelatiyên Sûrya de ê din bête holê, û herdem rewþ ber bi vê nexweþiyê de dibir.
Ji ber wê îro roj divê bi giyanekî niþtimanî lêgerîn li çareseriya çêbibe, ji bona avakirina civaka Sûrya li ser bingehin þaristanî, ev civak guhertinên herêmê û dunyayê bide ber çavê xwe û kar bi siyasetên awarte û regezperestê bête rawestan, û kar bi ciddî bibe li ser xurtkirina yekîtiya niþtimanî di navbera hemû welatiyên Sûrya de bi hemû pêkhatiyên xwe.
* rojnameke mehane ye Partiya Dimoqrati Pêþverû kurd li Sûrya belav dike – hejmar (22) Destpêka Tîrmehê 2010