Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî |Gotarekî Rêke |  Peywendî | Erşîv

Sereke

Ger



Mihvanên beþê Kurdî

Niha / 57 / Mihvan Di Malperê De Hene

Gotarên kevin

· Hevalo
· jimara yekemîn ji govara MEHFEL hate weþandin
· Landika xewnan
· ÞOREÞGER Mîr CELADET ALÎ BEDIRXAN
· Ma ez çi bêjim?
· Em mecbûr in bi hev re bijîn?!*
· Bêjinga keseran!
· Ser nefsê ket hebsê
· Daweta kunda
· TENÊ BÊRIYA TE DIKIM
· Ramanê regezperest di riyek girtî de ye
· Çawa emê nexweþiya bêbextiyê rizgar bibin
· Min ji Amedê re got: ‘Ez keça te me’
· Þevbuhêrkên kurdî li þamê
· Ez ne birayé we me!
· Ekola HAWAR ê Di 59 Saliya Koçkirina Mîr Celadet Bedirxan de
· Formayetî û sîmboliya rengan di derhuneriya (bergeyê) de
· Spasname
· Reqsa Konê reþ li Batmanê Cigerxwîn di gorê de xemgînkir !.
· pêkenokek ji ofîsa min
· Berdestîkê Textor (çîrok)
· Axaftina ZeynelabidÎn Zinar di Festîwala Çandî ya Feqiyê Teyran de Roja 19-20-21ê Hezîrana 2010an li MIKSÊ
· Mizgînî.. dê Govareke zanistî, akademî dest bi weþanê bike.
· Hejmara 48an ya PIRSÊ hejmareke taybet e ji bo koçkirina Rezoyê Osê
· Li Wanê Festîvala Feqiyê Teyran hat lidarxistin
· Weha dibêjin
· Tîma rewþenbîran a siporê
· Rewþa Penaberên Kurd li Qubris
· Bejnên kurt, zimanên dirêj û rûreþiya keysbazên kurmanciyê(III)
· Bavê Hozan! Derbasbûyî be

Nûçeyên Kevin

 

Gotar: Ekola HAWAR ê Di 59 Saliya Koçkirina Mîr Celadet Bedirxan de


Konê Reþ

   Heçî em Kurd, me zimanekî delal heye û em pê diaxifin, piraniya me ji vî zimanî pê ve bi tu zimanî nizanin.
   Bi tenê divêt em hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibin. Îro hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê mader ji bo her miletekî, êdî ne bi tenê wezîfeke þexsî ye, lê wezîfeke milî ye jî. Heçî bi vê wezîfê ranebûne, wezîfa xwe ya milî pêk neanîne û bi kêrî miletê xwe ne hatine. Ji bona ko mirov bikare xwe ji miletekî bi hesibîne, divêt ko bi kêrî wî bê.
Mîr Celadet Bedirxan, Hawar, hejmar, 40/1942, Þam


   Bi helkefta ku di 15 tîrmeha 2010 an de,  59 sal di ser koçkirina Mîr Celadet Bedirxan re derbas dibe, bi min xweþ e, ku em careke din bi hev re, wî bibîr bînin. Mîr Celadet Bedirxan yê ku bingehê ekoleka edeb û wêjeya kurdî a nûjen, bi tîpên latînî ji me re daniye. Ku roja îro, em saya wê ekola wî xwe serbilnd û serfiraz di nav civata miletan de dibînin.. Ji encamên wê ekolê an wek ku hatiye naskirin Ekola HAWARê:
- Pexþana Kurdî a nivîskî bi tîpên latînî destpêkir.
- Bingehê gramêra kurdî hat danîn..
- Edebiyata kurdî a nûjen destpêkir..
- Bingehê Ferhenga kurdî hat danîn
- Wergera bo zimanê kurdî destpêkir..
- Ekola HAWARê pirekê bû, di nav edebiyata kurdî û cîhanî de.
- Pirtûkxaneya kurdî hat danîn û bi xêra wê 20 pirtûk ji weþanên wê hatin çap kirin.
- Zargotina Kurdî, ji folklor û kilasîkê ber bi nivîsandina edebiyata nûjen ve çû û ew zargotin hat danhev.
      Belê bi xêra ekola mîr Bedirxanê mezin, kur û neviyên wî, roja îro em xwe peyebilind di nav netewên cîhanê de dibînin; bi saya mîr Bedirxan yekemîn serhildana kurdî a netewî destpêkiriye.. Bi saya kurê wî Miqdad Medhet Bedirxan, bingehê rojnamevaniya kurdî ji me re hatiye danîn û bi saya neviyê wî mîr Celadet Alî Bedirxan û Hawara wî, hîmê zimanê me hatiye danîn, zimanê me bûye xwedî alfabeyek xweser.. Zimanê me ji axaftinê bûye zimanê nivîsandinê ku roja îro piraniya Kurdan bi alfabeya wî dixwînin û dinîvisînin.
 
   Erê, bi xêra herdu kovarên mîr Celadet Bedirxan; Hawar û Ronahî û Stêr û Roja Nû yên birayê wî Dr. Kamîran Bedrixan nivîskar û helbestvanên bejin bilind di hola afirandin û çanda kurdî de hatin xuya kirin, mîna Cegerxwîn, Osman Sebrî, Qedrî Can, Hesen Hiþyar…hwd. Hem jî bi weþana Hawarê re, helbesta kurdî ya nûjen bi pênûsa Mîr Celadet, Dr. Kamîran û Qedrî Can û kurteçîroka kurdî ya hunerî bi pênûsa Dr. Nûreddîn Zaza serê xwe bilind kirin.
  Eger HAWAR hatibe hawara me, gelo, roja îro, em bi hawara wê ve çûne ?! Tevî vê teknolojiya nû û moderin û van alavên ragihandinê yên bi lez û bez, hê jî em nikarin kovarekê mîna Hawarê bi herdû þêweyên Kurdî, kurmancî û Soranî bi weþînin û di nav kurdan de bibelavkirin bidin..! Mîr Celadet Bedirxan bi tena xwe, herdû zarav di kovara Hawarê de kom dikirin û nivîskarên wê îro stêrin geþin di asmanê welatê me de...
  Eger mirov li dîroka malbata Bedirxaniyan vegere û berpêl bike, wê bibîne ku Bedirxanî bi tevayî di sirgûn û zîvariyan de hatine kuþtin û mirin..  Ev yek dihêle ku em navê wan bi tîpên zêrîn di dîroka gelê xwe de binivîsînin.
Mîr Celadet yê ku gotiye:
   Divêt bête zanîn ko ziman ji hîmê heyîna me ye û bê zimanê xwe em nikarin bijîn û di nav koma miletan de wek miletekî serxwe bimînin û paydar bibin. Nemaze ji bona me û ji bona wan miletên ko ketine rikanê miletekî hevol.
   Ji ber ko miletên bindest heyîna xwe ji serdestên xwe bi du tiþtan, bi du qeweta, du çekan diparêzin: Ol yek, Ziman dudo. Lê heke ola miletê serdest û bindest yek bibe, hingî çek yek bitenê ye, û bend tenê ziman e.
Mîr Celadet Bedirxan, Hawar, hejmar, 20/1033, Þam
  
  • Hêjaye gotinê ku mîr Celadet Bedirxan di roja 15/07/1951ê de li gundê Hecanê nêzîkî Þamê koça dawî kiriye û li Þamê di eynî gora bapîrê xwe mîr Bedirxan de, di rex gora þêx Xalidê Neqiþbendî de hatiye veþardin.
Qamiþlo, 10/07/2010
 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4
Bi Tevahî Deng: 8


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark