|
 |
 |
 |
 |
|
Gotar: Formayetî û sîmboliya rengan di derhuneriya (bergeyê) de |
|
Þepal Hêvo shepalhevo@live.de
Harmoniya nîgaþ û pîvana mijaran di wêjeyê de roleke giring e , her nivîskarek di ciyê ku ew xwe tê de dibîne, armanceke wî/ê,di pêvajoya afrêneriyê de peyda dibe,bê guman ew kesên ku roj bi roj,hewil didin di her goþeyekê de bejneke bilind biçînin.
Di vê babeta ku hîn kesî ew bi þêweyekî fermî ne wergirtiye,di her salekê dehejmareke mezin ji pirtûkan dertê,Çîrok,Helbest,Roman,û Þano,tev jî dikevin di rêza hewildanan de,hin bi nirix,û hin jî qels,lê tiþtê giring yê ku bala mirov dikþîne,bergeyên wan pirtûkan ji hêla derhunerî û neqandina rengan ve,ku ew tenê meraq e,yan jî ne pêwîstiyeke ku mirov jê sûde bigre. Li vir dixwazim hinekî li ser sîmboliya rengan biaxifim,qena ji xwendevanan re ragihînim bê çi bobelat bi serê kincê pirtûka kurdî de hatiye:reng bi hemî cûreyn xwe ,gava mirov di hinavên wan de mijûl dibe,her rengek karwanekî ji wateyan di kûrahiya xwe de vediþêre,ew wate çine? Li cem miletan yên ku roleke wan di xwendina rengan de,bi þêweyekî zanistî û oldarî heye, ku ew çawa reng dinasin û bi çi awayî wî þîrove dikin. Reþ: mîrê renga ye, ji ber ew di sîkolocîya xwe de , bi hemî rengan re pêwendiyê vedike û ew bi xwe di destanên kevnetor de nîþana mirin û þîniyê ye, û li cem kilasîkiyan reþ rengê qidoþiyê ye. Þîn: rengê dilovanî û geþbîniyê ye, Çînî di sitranên xwe de yên filoklorî dibêjin:Eger rengê þîn bigrî wê buhar bo me bikene, û eger hinekî zerhimî bimîne ,zanibin gunehên me pirin. Sor:ev reng rengê harbûnê ye ,rengekî dirinde ye, di pirtûka ola Zerdeþtiyan (Avesta) de, sor rengê agir e,û agir di Avesta de , di ¹Haiti 62 de (Pîrozkirina Agir) wisa hatiye nivîsandin:4-wa agir,kurê ²Ahoramezda ,kêfxweþî û têrbûnê bide min,þadiyeke mezin ,rozîn û dewlemendiyeke mezin bide min,þarezayê û zimanekî pîroz,zimanekî nazik bide min,hiþ û jîrbûnê pêþkêþî min bike,ji bo wî rewanê di ser bilindbûnê re,yê bala yê di ser êgir re. Û li cem H.Melayê Cizîrî di dibistana Sofîyetê de,di pesnê agir de wisan dibêje: Me ji narê diye nûra te di dil Lew ji iþqa te her ateþperesîn
wata vê malikê: me roniya te dît [mebest roniya Yezdan e] ji wî agirê di dilê me de,lewra em ji evîndariya te bûne beniyên agir ta bi dawiyê. zer:rengê dexs û kirêtiyê ye,kesik:rengê lavekariyê ye, ta....b.d, û reng di her qunaxekê de, nîþanekê yan jî wateyekê didin, mînak: kincên zarokan,yên xortan,yên pîran,her temenek rengekî li xwe dike ango mirov bi wan rengan tiþtê di sîkolociya xwe de radighîne demê,û pêkanîna rengan di form de, pirsgirêkeke pir hêja ye ku mirov xwe pê re biwestîne. Þêwekarên cîhanê yên ku muhreke wan di mêjiyê afrandinê de heye çawa bi reng û form re didin û distînin? Gelek dibistanên þêwekariyê hene,D.romentîkî,D.cîwariyê,D.nûjeniyê, D.suryaliyê,D.derbirîniyê,D.pêþerojiyê, û ta...b.d, her yek ji wan alavên wê yên taybet hene,carna reng dixistin þûna axeftinê de, ya di navbera wan kesên di tabloyê de, û carna jî ew reng ji hêla pêkanîna wî di form de,dibû perçeyek ji xemgînî û azeriya wî kesî bi xwe,vêca hin ew diqermiçandin û hestekî biyanî tê de dipejirandin, û hin in din jî ew di form de bela-wela dikirin,mîna nêçîrvanekî jêhatî,ku çawa tora xwe li ber masiyan vedide. Reng di Psychologie de: Di vî beþî de reng weke mirovekî tê nas kirin,xwendinên nû teqez kirine bê reng bandorê li þanik û hestên mirov dike,rengê sor rengekî doblomasî ye ,û zaniyarên Psychologie yê dibêjin: rengê hezkirinê ye,û ev reng alîkariyê dide hestên mirov ku baweriyê bi xwe bîne,vêca dema yên doblomasî diçin welatekî din,berê sor li ber wan radixin . Orenc:dilbijandina mirov vedike,û li xwaringehan bi piranî peyda dibe, ji bre coþekê li cem mirov çêdike,lê ew di odeyên razanê de ne babet e, çimkî ew reþbîniyê bi mirov re çêdike,ji ber ew ji rengê sor e,û sor ji rokê hatiye, vêca hestekî bi hezkirina jiyanê dide me,dema em her sibeh rokê dibînin, û ev reng Hirmon an li cem pîrekê zêde dike û jiyanê di çavên wê de geþ dike. Kesk:rengê evîniyê ye ,ji ber çi tiþtê kesik tik-tika dengê jiyanê jê dertê. Eger form û reng di bergeyê de ne babet bin, û ew xêzên hestiyarî yên ku rewanê navûnîþana pirtûkê geþ dikin,ne pêwîst bin,naxwe çima em wan bikartînin? Vajîbûna bergê bi nivîsandina wan mijaran re dihêle ku mirov biryarekê di mafê pirtûkê de bistîne,ji ber ew rûdêmên di wê tabloyê de, tev de dibin mertalek ji rewanê nivîsandinên me re.Hêviya Berhemên me, dema em wan li ber çav û hestên xwendevanan dihêlin, ku em kirasekî bedew jê re bizûlînin,ew jî neviyên xwaziya ne, bila hinekî delaliyên xwe li çavên me bikin. Sedemên ku hiþtin ev xal werin daxuyanî kirin,dûrbûna þêwekaran ji êþa kesê nivîskar, û daketina wî bi Kopîkirina wêneyan ve,û eger min got:bila gellekî li min negre,îro roj gazind jê dibin,ew mirêka her berhemekê ye,ew nîþana her hevokekê ye.ku mirov li pêþiya tabloyekê raweste û çavên xwe di kolanên rengan de bigerîne, Bê ka çend helbest tê de raketî ne?,çend awaz tê de biþkivîne? 1- Haiti:gurzek ji narîn û nimêjên oldarî ne. 2- Ahoramezda:xwedayê qenciyê ye.
|
|
|
 |
 |
 |
 |
|
Gotar Nerîne Xwediyê
Xwene |
|
| |
|