Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Reqsa Kon re li Batman Cigerxwn di gor de xemgnkir !.

 


   Luqman Yûsif
L.yusif@hotmail.com

     Berî ez daxwyanî û têbînên xwe di derbarê gotara mamosta Konê re  
 de ya di malpera Welatê me de hatiye weandin bidim xwyakirin ,ez dixwazim bêjim ku mamosta Konê re bûye mîna sitûnek di wêjeya kurdî de û ji ber evê giringiya wî ez na xwazim ku ew li ti keleman biterpile!. Ji ber ez pê dizanim ku singa wî ferehe , dilê wî mezine û hiê wî  jî ciwane; min tê re dît ku ez van têbîn û rexneyên xwe li ser gotara wî diyar bikim.


  Konê re di gotara xwe de nivîsiye ku Cigerxwîn hatibû xwyakirin bi xebata xwe ya di warê netewî de .Li vir ez dixwazim bêjim ku Cigerxwîn ne kesekî netewî bi tenê bû ;lê belê ew mirovekî netewî û cîhanî bû û ewî li ser hemî enyên cîhanî yên ji bo berjewendiyên mirovantî û gelan vebûbûn kar û xebat dikir ; tevî ku ewî ala netewa xwe bi rengekî bilind berba dikir û ev tê zelalkirin di vê helbesta wî de :
    Markisîme dixwazim li her derî dibezim
  Berî hertitî kurdim
  Li afriqya dikim er li ewrpa dikim ger  
hindî me bê kirasim serfirazim sovyatim
Berî her titî kurdim
.................
Û ji bilî vê helbesta wî bi dehan hene.
  Têbîn û rexneya min ya dwemîn li ser mamosta Konê re ewe ku dibêje: Heger Cigerxwîn ne gihabane Hemîdê Derwê û tevlî partiya wî ne bûbane ewî ne bane !.Mixabin ev helwesteke pir ae û gunehekî pir mezine ne gerek bû bi pênûsa Konê re hatiba nivîsandin .?.Ji ber her kes dizane ku Cigerxwîn bi ristên xwe hatiye xwyakirin û di nav miletê xwe û li cîhanê deng daye , û Konê re bi xwe di gotara xwe de dibêje : Navê wî bi saya helbestên wî ji nav gel nayê ji bîrkirin!.Û heger rastî bê gotin dive her kes bêje ku hebûna cigerxwîn di nav partiya  Hmîd derwê de bû ji sedemên alîkar ku hit Hemîd û partiya xwe li ser piyan rawestin  . Ez wisa dibêjim ne ku xwîna Hemîdê Derwê bi min tehle ( û ne zehf bi min irîne jî) .Lê Ji ber ez pênûsa mamosta Konê re ji kurdan tevan re dibînim ez naxwazim mêldarî bikeve nivîsên wî de.  Ji ber evê yekê ez dixwazim helbesta Cigerxwîn ya dibin navnîana (ji hevalekî nezan re)( ji dîwana hetan  ) ku nakokiya di navbera wî û Hemîd de dide xwyakirin  ji mamosta Konê re re bi bîr bînim :
  

 Ho hevalê cwanmêr
   Kengî pisîk dibin êr
   Rista te ya pir cwan
   Pê xwe dibin dil û can
  
Vaye giha destê min
   Ew jî wekî ristê min
   Têde êrî dibî min
   Lê nizanî ez kîme ?
 
Tu guh mede neyara
  Asin dikî bi dara
  Dîkên xerzan xwe dan hev
  Hê nebûye dema rev
 
 Raste îro dizûrin
  Lê hê gelek li dûrin
  Millet kiye li cem te ?
  Ev çi ware, çi semte?
 
Li rojnaman binêre
  Kî pisîke ,kî êre?
  Evên gernas û rêzan
  Dijûn didane Berzan

 Li cem minin xêzên te
   Nivîsar û rêzên te
   Êrî dibî ser Hemîd
   Çi dixwazî ji Reîd
 
 Xwe meke wek nezana
   Tu tif meke ezmana
   Titên pîs û kesnedî
   Dibin bela li xwedî
  
   Ji dil bavê gir û kîn
   Dibî dostê Cigerxwîn

  Di dawî de hêviya min ewe ku Kon konê kurdan tevan be û li ser bihtir ji sitûnekî vegirtî bi mîne .?
=================

 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 4.5
Bi Tevah Deng: 8


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark