 Dost, Heval, û Naskirîyên Rehmetî Rezo û bi amadekirina Komela Kurdên Sûrî li Berlîn / Brandenburg , çalakîya 40 rojî û bibîranîna Rezo Osê di 18.04.2010 pêkanî û çêkir. Di Salona cihê Komelê de û li ser Tabloyekî mezin Berhemên nivîskî, Çalakî û Beþdarbûnên bi Wêne hatên helwestandên. Amadevanên vê Hevdîtinê ji Endamên Komelê, Komek ji Hevalên Rezo û jimarek ji Nas û Dostên, yên bi dehê salan ew nasdikirin û bi hevra çalakî û Kurdewarî kiribûn pêkhat.
Di destpêkê de û ji bona bîranîn û Rêzkirtinê , Amadevanên hevdîtinê 1 xulek bêdengî rawestîyan, paþî wê endamê Komîtê Baha Mihamed , helbestek ji Berhemên Mamosta yên Hestê wî Netewî dîyar dike xwend, û bi drêjahî bîranînên xwe wekû heval û dostê rehmetî ji destpêka salên 70yan û heta îro, û bi firehî li ser Qonaxên jiyane delal Rezo, û nîþankirina Kar û Xebata wî di Kurdewarîyê de wekû Nîþtîmanperwer, Nivîskar, Zimannas û Helbesvan diyar û pêþkêþ kir. Paþê jî, kak Zinar Þêxmûs axivt wek Hevalnaskirî , Nêzîkdostê Rezo bi Dilekî xemgîngirtî, û bîranînên xwe ji Hevalên vê Hevditên her wekû xewnekî û fîlimekî bidê pêþindan pêþkêþ kir. Li dawîya hevdîtinê her yekî ji Amadevanan bîranînên , dîtinên, û hevjiyanên xwe ligel Rezo cuda cuda anîn ser Ziman û Gotina giþkan wabû: Çiqas mixabine koçbarkirina Mêrxasin mîna rehmetî Rezo di vê zûdemê de, ji berkû karîbû mîrasa miletê kurd zengîntir bike di warê Zimanzanyarî, Nivîsandên û Helbest û Hûnar de. Tevan ji Rehmetî re daxwazkir ku cihê wî di Bihuþta Ronakbîran , Rewþenbîran, Hêja Kurdperweran de bê. Careka din Serê Malbata wî saxbe! Serê miletê Kurd saxbe û Kurdistan azad û ava be.
|