Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: awa em zarok xwe perwerde bikin

 


Boniye-suad cegerxwîn   

Ji bo ko em  karibin nifekî  rihet û durist  bi kesayetiyeke sax ava bikin  , ji bo ko em karibin bi awakî rast zarokê xwe perwerde bikin ,ji bo ko em pirsgirêkên derûnî  bi wan re di pêerojê de çênekin ,divê em zanibin çawa emê  wan ji destpêkê de perwerde bikin ,berî  her titî divê em wek dê û bav,bi zarokê xwere heval bin , bi awakî rast û vekirî bi wan re bidin û bistînin ,bi wate ko em  alîkariya wan bikin ko bi hebûna xwe bihestin û vî hestî  pêve bibin herû ha hestê ,(EZ)  li cem wan tund û bi hêz bikin


rê bidin wan ko xwe bi der û dora xwe ve bidin naskirin wek mînak(ez Nazê me ,ez amedim ,ez karim ,ez sê salî me ,ez naxwazim ,) ji bo ko di pêerojê de ew bi xwe û bi karê xwe serbilind  bin û ji ber xwe fedî nekin, her û ha bela di  biryarên xwe de jî serbixwe bin ,wek ko em bi serxwebûna gela re ne , divê em bi serxwebûna zarokê xwe re bin , wek mînak bela zarok bi xwe biryarê bidin ko ewê  çiqas xwarinê bixwin,bela ew  bi xwe  valakin sêniya xwe ,carna kare zêde be ,carna jî wê kêm be  ,lê ya herî giring ewe ko wan bi xwe biryar dane ,bela ew lîstikên xwe temîz bikin û oda xwe tikûz bikin ,em tenê karin ji wan re alîkar bin,dîtina xwe ji wan re bêjin , wê demê zarok xwe bi karê xwe serbilind dibînin  û kêfxwe dibin ,bi taybetî  gava em pesnê karê wan bidin  îdî bi serfîrazî dibêjin ,min ev kar kiriye.  Giringe ko em bihêlin zarok xwestina xwe bi kar bînin û ezmûn bikin wek mînak , em bihêlin ko  ew bi xwe kevçî  bigrin  û bi xwe jî  bixwin, lê  divê em jî gel wa bin,ji bo alîkariyê .ji erkê me ye ko em rê bidin zarokê da zanebûna xwe derxênî ,wek mînak ,bela alîkariya me di ûtina firaxan de bikin , bela li gel me ew jî kilorê hevîr çêkin da ko gava çêbibin bêjin (ev kilora han , min çêkiriye ) bi vî awî di pêerojêde bê tirs riya xwe  vedike bi taybetî  ko em karibin bi dilovanî û bi deyax ji wan re her titî îrove bikin û bêjin çima divê ev tit wilo be ,sedema wê  çiye. Ev hin ji titên giringin ko divê em di perwerdekirina zarokan de bi kar bînin , min di pirtûkên xwendina  xwe li ser zaroka li swêdê xwendiye her uha ji hin semîner û kursên rewenbîrî  li ser perwerdekirina  zaroka ,ko ez lê bedar bûme, hêvêdarim ko em dê û bav wek miletekî  bindest di hundirê mala xwe de azad bin û li ser teoriyên demokrasî  zarokê xwe xwedî  bikin da em ji gelê xwe re nifekî rihet û durust amade bikin , her uha cudayetiyê di nav perwerdekirina zarokên xwe de qet nekin ,çi nêr be û çi mê be,zarok tevde wek hevin , tev mêweyê malbatê ne,eger em karibin bi vî awî serkevin ,bê goman emê wek milet jî  di awê demokratî k bi serkevin  .

 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 5
Bi Tevah Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark