Siyamend Brahim Welatê min bi çi rengî tu dijî, tu dizanî bê çiqsî derd û kulên te, nema di tu tûrikan de têhilanîn, li seranserî seqayên te tijî êþ û xemgaîniya salên windayî li pey hev dicivin, û di arama rojan de vala dikir.
ka ji min re bêje hey xwedan derûnê bi bihna qurnful di bistanên rojên xemgîn belavkirî, xwe nexe di den rojan de, hey evîndarê di rêçên kalînkirî de, ji nalîna wan sêwiyan, ezê hiþê heyvê qul bikim, û ezê li wir di rûpelên Qamiþloka xwe de li dem û dewranan bigerim, dem, ew heyva ha pipînkekê ji temênê xwe bêye ku bi rojên xwe yên mor birame, Welatê min heyveke þevbuhêrkên xwe digel rojên giran de dibuhurîne, çilo tu yê deryayên dûr herî, ew þîpên bi mezinbûna xwe bilind dibe, û vî bajarê ha ku bêtir arama rojên xwe qebûl bikî. her mirovekî kurtikê dijwariyê li xwe dike, xweþ tê bîra we roja tankên reþ dermanê mirinê li seranserî welatê min belav kir, Lê em jibîrnakin bê çawa heyv ramûsanên xwe yên seqayî da welatê min, lê li wan bênderên genimên zer temaþebike, lodên genimên bi êþ li ber zeriyên xewnedar tên belavkirin. Welatê min bi kembereke ji reþbûneke di cegera me de hatiye çikandin, em bûne pariyekî cûtî di nav qîlên dînasorekî be sinçî, tu hêz nikare ew rawestîne , tu kes nikare vî dêwê sêserî gemþ bike. Welatê min ev û roj ez di iske iska siyên te de dimeþim, kî dikare vê deqa þîn ji xewna min zikmakî rake, kî dikare zendên rojên dijwar li xwe ke ? welatê min tu yî xewna minî sermediye. welatê min ezê timî mendaleke windayî li ber dergehên lingên te, ta ku ez saxbim ezê ew pasdarê can û cendekê te yê þîrîn bim.
|