Zinar Mistefa
Wê kêlîkê, ez ji xwe re diponijîm- min di dilê xwe de digot: Qey ne çêtir bû ji (vî yê han re), ku li Kurdistanê, di ber gelê xwe yê kurd de, hatibane Þehîdkirin. Ji dêla, ku wilo dûr, li Bêrûdê, û di ber Felestîniyan de hate kuþtin!.
Elaletek xelk, di wê roja sar û þilî de, ji zivistana sala 1992an, li ser goristana bajarê( Qamiþlo) gihabû hev, boyî (Fidayîkî Kurd) bi heqbike. Bi ser ku, mêhvanên me-yên Felestînî- wê rojê nehindikbûn, lê madê xelkê sar bû- Çiku; dilê millet ê me yê Kurd ji Felestîniyan mabû.Piþtî ku wan, bi rêjîma Seddam re, þerê serhildana Kurdan li Kurdistana Eraqê, di sala 1991i de kiribûn. Ez çend gavan dûrî xelkê ji xwe re rawestabûm û bi mirina wî xortî difikirîm-min ji xwe re digot: Baþe-baþe, ku mirov arîkariya xelkên weke xwe bindest bike. Lê xirab e ku; mirov paþê bi wan were xapandin Careke dîtir, ez li xwe vegereham-min ji xwe re got: "Yaho! De dev ji rehmetî biqere- belki camêro ji bêkarî û perîþanî tevlî tevgera ((Fidayên Felestînî)) bûbû. Yan belkî jî, sedemeke ditir hebû, mirov nizane?." Hê ez di wan mitala û ramanên xwe de bûm, dengek kete guhê min de, go: Zinar! Birazî, ka ...." Min halo meyzand; ku Xelef ê Hemmal dibake min. (Xelef ê hemmal: komûnîstekî Kevin e. Ew û bavê min,hevalên êk û du bûn, di partî ya komûnîst a Sûrî de) Ez û Xelef, ber bi hev de hatin.Me silav li hev kir. Hema wilo û bê virde-wêde, Xelef go:Zinar! Mirin Adile Min jê pirsî: Mam ê Xelef!, vêce wilo çilo we?! Xelef got: Birazî!, ku ni wilo bane?, ne adaleta vê mirinê bane?, yek ji wan (segbavên zengînan) ne dimir. Hema ku bi bertîlan mabane?, wê can ê xwe kirîbane." Ma îde keneki ez girtim?. Xelef, ji wê rewþa bêrê, ez kirim yeke nû de . Xelef kenî , û ez kenîm , heta ku kenê me hinekî deng da. Min rabû gote Xelef :"Welehî raste mamo ! Mirin; ne feqîran, û ne zengînan nasnake. Ji ber wê yekê: Her kes bi hikmê wê raziye" Ez û tu nabin weke hev! Lê Henna yê Solbend (bi eslê xwe Aþûrî ye), qîma xwe bi hikmeta Xelef ê Hemmal ne anî. Wî got: Ne weke hevalê te ye, ya rast li cem min e. De ka bibhîze; bav ê min, ser meseleta insên û mirinê, çi digot: Henna ji min re got: " Dosto!, yê feqîr û yê zengîn ketne qirka hev û du de. Yê feqîr ji yê zengîn re got: Birako! ez û tu weke hevin. Tu jî dê bimrî, û ezê jî bimrim. Vêce gelo ,ma tu bi çî xwe ji min çêtirî?! Yê zengîn rabû li yê feqîr vegerand. Go: Lawo!ez û tu nabin weke hev!. Yê te, tu her roj dimrî. Lê ezê tevde – mevde carekê bimrim. Vêce, çilo ez û tu weke hev in?! Dîse ez kenîm, keyfa Henna jî hat; ku ez bi gotinên wî wesa Þa bûm . Min ji Henna re got :"Hikmeta bavê te jî kûr e. Heke hûn û Xelef, li vir , ne weke hev jî dibêjin?, lê ramana we, ser wê xire – cira, di navbera feqîr û zengînan de, dimîne yek".
Lê Henna yê Solbend (bi eslê xwe Aþûrî ye), qîma xwe bi hikmeta Xelef ê Hemmal ne anî. Wî got: Ne weke hevalê te ye, ya rast li cem min e. De ka bibhîze; bav ê min, ser meseleta insên û mirinê, çi digot:Henna ji min re got: " Dosto!, yê feqîr û yê zengîn ketne qirka hev û du de. Yê feqîr ji yê zengîn re got: Birako! ez û tu weke hevin. Tu jî dê bimrî, û ezê jî bimrim. Vêce gelo ,ma tu bi çî xwe ji min çêtirî?!Yê zengîn rabû li yê feqîr vegerand. Go: Lawo!ez û tu nabin weke hev!. Yê te, tu her roj dimrî. Lê ezê tevde – mevde carekê bimrim. Vêce, çilo ez û tu weke hev in?! Dîse ez kenîm, keyfa Henna jî hat; ku ez bi gotinên wî wesa Þa bûm .Min ji Henna re got :"Hikmeta bavê te jî kûr e. Heke hûn û Xelef, li vir , ne weke hev jî dibêjin?, lê ramana we, ser wê xire – cira, di navbera feqîr û zengînan de, dimîne yek".
|