Demhat Dêrikî
Çend dem û bendemanî û çend salên bi þîngirî
Pêçayî li benda vê þevê mam da ku dilê te di dilê min de
Bibe stêrkeke geþ û
Pencereyên bajarê evîna min veke?
Çend hêvî di rawestgeha eþqê de xwe nû kirin
Û çend gor û vejîn di giyana min de pêþbazî kirin
Û çend þev bûn lehî rondik ber bi te ve herikîn da ku tu bibêjê
Ji te HEZDIKIM!..
Erê canê!
Berî dilê te dergehê dilê min veke
Di êvarên êþê de min çîrokên gunehan
Ji bê dengiya xwe re digot.
Hemû zimanê xwînê û reþgirêdanê
Di nava min de xwepêþandana taya zer dikirin.
Þev ew bûn,
Þev ya wan bû,
Ew kiralê þevê bûn…
Lê…dema te got þevbaþ…
Vedana þewqa te di þanên can de
Darbest, mirî û xwepêþandana êþê
Di ronahiya xwe de radest girt.
Find,
Çira zêdebûn…Qamiþlo, Amûdê, Tirbespiyê û Dêrik
Di nava min de xwe bi cilê bûkaniyê xemilandin.
Êdî þev þeva te bû
Tu stêrka þeva min bûyî û
Di nava þeva te de min xwe ji hemû gunehan diþoþt
Û dilê min di ferhenga peyvên te de hênik dibû
Û li paytexta stêrka te
Dibûm MIRÎDÊ ÞEVA TE.