Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Ēalakiya birēībīnź ya Hunermend ū Reženbīrźn Kurd li Oldenburg

 


Komek rewženbîr û hunermendên Kurd li Almanya bajarê Oldenburgê di bin dîrožemeya ``em bi we re ne girtiyên zindana Edra´´ li hev civiyan û gotin.
Ev 25 rojin girtiyên azadiyê li zindana Edra bi canê xwe žerê rêjima zilmê dikim
Ev 25 rojin kulîkên Kurdistanê di nav çar dîwaran de li ber xwe didin
Ev 25 rojin girtiyên Edra bi berxwedana Diyarbekir žadibin
Ev 25 rojin gelê kurd li kolanan bi wan re li hemberê zilmê diqîrin
Û va îro jî rewženbîr û hunermendên Kurd li bajarê Oldenburgê bi hestên xwe sirûda azadiyê ji qehremanên Edra re dixwînin.


Çalakiya hunermend û reženbîran roja yekžemê 22.11.2009  katjimêr 08:00 li vê navnîžanê Dede str 2 26135 Oldenburg bi xulek rêzgirtin li ser giyana žehîdên azadiya gelê Kurdistan destpêkir. Di serî de beždaran di nav xwe de dîwanek hilbijartin dîwan ji helbestvan Hoženg Biroka, Helbestvan Ezer Osê û helbestvan Hêmen Kurdaxî pêkhat. Di pey re pêžneyaz ji bo diyarkirina rojevê hatin berhev kirin.

Di serî de beždaran xwe bi hev dan naskirin û pižtir li ser van xalên li jêr munaqeže hatin kirin.
Ji 12 avdarê û heya niha helwesta hunermend û rewženbîran û xalên hevbež yên xebatê.
Nuqteyên hevbež yên kar û xebata Kurd.
Çalakiya girava birçîbûnê li zindana Edra û dengvedana wê û rola pižtgirya rewženbîr û hunmermendan.
Erkên Rewženbîr û hunermendên Kurd li hember çalakiya zindana Edra.
Cihê hunermend û rewženbîran di tekožîna azadiya gelan de û rola wan.
Û gelek xalên din yên cuda cuda hatin gengeže kirin.
Ji serî heya dawiyê çalkî bi rihekî berpirsyarî hat mežandin û hemî beždar tevlî danûstandinê bûn. Li ser navê PYD ê  birêz Dijwar û Newaf Xelîl tevlî çalkiyê bûn û dîtinên partiyê û rewža hevalên xwe yên di girtîgeha Edra de di giravê birçîbûnê dene dan xweya kirin.

Kesên beždarî çalakiyê bûn:
Ezer Osê helbestvan, Hoženg Biroka lêkolînvan û helbestvan, Hêmen Kurdaxî  helbestvan, Cano Žakir hunermend, Serhed Bucak siyasetmedar û nivîskar, Abdilhemîd Xelîl nivîskar, Welîd Hemza(Yekîtî), Dara Ahmed siyasetmedar Yekîtî, Sîpan Birahîm endamê PYD, Newaf Xelîl rojnemevan (PYD), Dijwar PYD, Anwer bavê Alan nivîskar, Mehmûd Sîno nivîskar (Yekîtî), Rodî Xelîl Žêwekar, Ronîcan Heso hunermend, Zubêr Salih hunermend, Bengî Agrî hunermend, Hadî Žingalî hunermend, Xebat Žakir helbestvan, Mustafa bavê Gîvara nivîskar, Bižar Bacinî hunermend, Fadil Žêxmus nivîskar.

Gelek welatparêzên li Oldenburg û derdorên wê çalkiya rewženbîr û hunermendan ziyart kirin
Mina. Sazkarê Kurd Kamîran Hisên, Sehîd  Karmend, Eyob Kurt Karmend, Ezîz Mehmûd,  Mustafa, Diya živan û bavê živan, Mam Hisên Hewran( bavê žehîd Sebrî) û Abduleh.
Bê goman gelek welatparêzên Kurd hatin cihê çalakiyê lê mixabin min navê geleka ji wan nasnekir lê ya herî girîng ew bû ku teva bi hatina xwe diyarkirin ku bi girtiyên xwe re ne û doza wan ji nêz ve dižopînin.
Her wiha jî Serokê PEN a Kurd  birêz Zerdežt Haco, Žanoger Kawa Žêxê û Nivîskar Fêrgîn Melik Aykoç bi telefûnê pižtgirya xwe ji bo çalakiyê dan xweya kirin.

Xebat Žakir
24.11.2009 Oldenburg/ Almanya

 










 

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 1
Bi Tevahī Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark