Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexan: JI GIR HEZ NAKIM

 



Demhat Dêrikî

Esmerê!
Bila rondik ji wan çavên te yê evînhez
ku pezkoviyên çiyayê cûdî li ber ewqa wan naziya dikin
nebarê.


Ne ez
û ne dilê me û ne awaza kemana buharê
ji girî hez dikin.
Ma nayê bîra te?
Dema pala me li hilatina tavsorkê û çavê me
di nava dîmena gulistana gulên bi grî melûl melûl
li bilûra xemdar guhdar dikir…û
me digot,
her rondikek ji dengvedana girî
êleke,
oleke,
miriyeke,
goreke ji goristanên kenkuj!
Ez ji girî hez nakim
tu jî negirî…bila kulilikên feraîn bi kenê te sond bixwin
bila kanî û çemên welatê min ber bi tewafa kenê te ve biherkin esmerê!
Na na, girî li te nayê esmer
Dêmên te ne warê rekonên înê ne.
Biken, biken
û bila bajarên xemgîniyê li ber kenê te serê xwe biçemînin
û hêviyên min ê bi kenê te ve girêdayî
bila helbesta eqa kenê te her û her
bibêjin esmerê.

 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 5
Bi Tevah Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark