xwezî bi payêzên berê
dema tu ji reqreqa ewran di revî û
te xwe sipartî himbêza min dikir
Xewzî bi wan þevên payîzan
gava te berê min ji xwe re
dikir nivîn û te di got:
Dayê, çiqas cihê te germ e
bê te xewka min nayê
Delalê min:
ne tirse, himbêza hemî dayikên me
ji te re landik û hêlanok e
Serê xwe hilde
hemî keçikên me
wêneyên te bi sînga xwe ve kirine
keçikan, tîpên navê te
li ser aniya xwe neqiþandine.
![](../erebi/26/ihsan_fetahiyan.jpg)
Ihsanê min
berxê min
Min bi biskên xwe yên hine dayî
li ser teþiya demarên xwe
þalûþapikên zavetiyê
ji bejna te re çêkirin
Min ji peyvên kû di navbera
piþûkdan û piþûkêþana xwe de
navê te li ser koka eviniya xwe danî
Ez gund û bajaran geriyam
lê min ti bûk layîqê te ne dîtin, tevî kû
ez baþ dizanim hemî keçikên me
bi xeml û xêlin
Ew bûka di hizir û Nîgaþa min de razayî
li xaka jiyanê nediyar bû
Ihsanê min
Min dixwest ez zemawenda te di dîlana
dilê xwe de çêkim
lê dayikên me bi hevre
daketin dîlanê û
bi dest stranên bûk û zavatiyê kirin
dema min li wan meyzekir
min rahêþt sênîka hina stirayê û
min bi wan re
çelebî û vê carê raste got û
bi tere min aniya destgirtiya te maç kir û
min pirsa navê wê kir
tu kenî û te got:
Ma te ji bîrkirye gava te
bi lorîkên landika min re di gote min:
Berxê min
navê destgirtiya te
K..U..R..D..I..S..T..A..N..E.
Þêrgoyê me, Ihsanê me:
Bihar bê we seyranên xwe
zindî nake û dîlan govenda qebûl nake û
kecikên me kirs û xiftanên rengîn
li bejna xwe nakin.