Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexan: Helbestn daran (4)

 



Husên M. Hebe

Dostaniya darekî û çemekî

Li ber çemekî
Rastî darekî kevin hat
û jê pirsiya:
Çima tu bi tena xwe
Li vir bi cih bûyî?
Got: ji çem hez dikim
û ew min tim diparêze!
Çewa?
Gava hinek bixwazin min biewitînin
Ew min il û terr dike
û nahêle bi hesanî bêm ewitandin.


Protesto

Hemû daran bi hev re
Protesto kirin û gotin:
Divê hemû bivir ji vir derkevin
û tevir jî bi dû wan din.
Divê diranên bêçixeyan hilbibin
û das jî ji vir winda bibin.
Divê zagonên keskayiyê bilind bibin
û bibin bingeha cîhanê
Divê hûn ba li me guhdar bikin
Ba me fam bikin.


Sîvan

Darekê du zarokên nîvtazî
Li bin baranê dîtin
Beziya
Bilez beziya
Xwe weke sîvanekê vekir
û li ser herdu zarokên nîvtazî vegirt.


Bonn 2009


 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 0
Bi Tevah Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark