Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: «Mihrecana helbesta kurdî ya 14em li Sûrî» ber bi çêtirîn helbest ve

 


  Mehmûd Badilî

Roja înê di 30/10/2009 an de, hêdî hêdî asîman bi ewran geş dibû, baraneke sivik dibariya, zemîna ku ji tîna kezeba wê dişewitî bi serê lêva dikeniya. çardeh findên qeşeng bi lîrandina ewran re, di bin girnijîna çilapekên baranê de vêketin. helbestvan û nivîskar û kesên amadebûyî, li hawîr germa wan çardeh findan xwe dabûn hev, bi hest û çoşa hindirên xwe mihrecan xemilandin.


Mihrecan bi henteşeke rengereng hat lidarxistin, hemû helbestvanên beşdar yên ku amade bûbûn helbestên xwe xwendin, û piştî nîvro vehêstinek bi çend stranên xweş û rengîn ji hêla hunermendê hêja "Masûm Şikakî" hatin weşandin û di dawîyê de şanoyeke rexneyî pirr xweş ji hêla şanoker "Îmad Hecî" (Pîpîko) ve li ser rewşa mihrecanê hat pêşkêş kirin.
Pişt re, navên helbestvanên serkevtî hatin rageyandin, di warê helbesta kêşesaz de sê helbestvan hatin xelat kirin:
1-   Ibrahîm Ebdî (Keser ): xelata yekem bo helbesta xwe ya bi navê (Gulzar) wergirt.
2-   Sobarê Arê: xelata duwem bo helbesta xwe ya bi navê (Rojgar) wergirt.
3-   Hisên Mamê: xelata sêyem bo helbesta xwe ya bi navê (Temen Finde) wergirt.
Û di warê helbesta nûjen de sê helbestvan hatin xelat kirin:
1-   Zagros Osman: xelata yekem bo helbesta xwe ya bi navê (Biroskedar)  wergirt.
2-   Dildarê Aştî: xelata duwem bo helbesta xwe ya bi navê
         (Ne gevcilandî vedigere)  wergirt.
3-   Mehmûd Badilî: xelata sêyem bo helbesta xwe ya bi navê ( Gure.. destekî te, yê dî.. gore ) wergirt.
Bi vî rengî, mihrecana helbesta kurdî ya 14em bi dawî bû, bi serkevtin û serbilindahî mihrecan derbasbû, bi dilekî şad û kêfxweşiyeke bê hempa hemî helbestvan û kesên amadebûyî mihrecan li hev û li miletê xwe pîroz kirin.
Kar û xebitandina di ber mihrecanê de, li gorî nerîna min di du qûnaxên giring re derbas bûn:
1- Qûnaxa yekem, ew karûbarê mihrecanê ku ji hêla komîta amadekar ve hate kirin:
Hêjayî gortinê ye ku, em bi vê helkevtinê, komîta amadekar ya mihrecanê li ser dirêjahiya xebitandina wan, silav û spasiyên xwe diyarî wan bikin, çiku karê spartibûn xwe bi berpirsyarî birin serî, kesekî ji endamên komîtê xwe neda paş di warê kar de, hemî biryar bi rêk û pêk dihatin gengeşekirin, di vê biwarê de çend biryarên nû hatin çêkirin, bi rastî ew biryarên nû, bûn alîkar di pêşketin û pêşveçûna mihrecanê di hemî alîyan de, ji wan biryaran:
- cihêkirina helbestên nûjen ji yên kêşesaz.
- hilbijartina du komîtên nirxandinê, yek bo nirxandina helbestên nûjen û ya dî bo helbestên kêşesaz.
- danîna xanxanokeke hevbeş ji hêla herdu komîtên nirxandinê.
- helbestên beşdar ku divê ne bêtirî 400 gotinî bin.
- helbestên beşdar ku divê ne belavkirî bin.
 Ev biryarên ha û hinên dîtir kar li pêş komîta amdakar û ya nirxandinê hesan kir, her me teva û her yekî ji hêla xwe ve hewl kir ku mihrecan bi serkevtin derbas bibe, ji ber (komîta amadekar) bi rengekî dezgeyî nêzîkî karûbarê mihrecanê bû.
Li vir ez dikarim bêjim ku komîta amadekar bi rola xwe wek ku dihat xwestin rabû, lê her kes dizane ku dema kar peyda dibe, dê kêmasî jî peyda bibin, lê çend kêmasiyên ku çêbûn qet bandora xwe li pêvajoya karûbarê mihrecanê nekir.
2- qûnaxa duwem, ew karûbarê ku ji hêla komîta nirxandinê ve hat kirin:
Qûnaxa duwem ji karê mihrecanê, ew qûnaxa herî giring û dijware, ku li ser milê komîta nirxandinê ye.
 û bi vê helkevtinê, ez silav û spasiyên xwe bo komîta rexnevan rê dikim, ya ku roleke wêyî pirr mezin di serkevtina mihrecanê de heye, ango ev komît dihêle ku mihrecan bi serkeve yan têk here, nirxandin û xwendina wan ji helbestê re rûyê helbesta kurdî û asta wê, ji hemû alîyan ve, li ber destê xwêner datîne.
Lê mixabin, dîs komîta nirxandinê tevku xanxanokeke wêyî hevbeş hebû bo nirxandina helbestê, hin endamên wê ketin şaştiyan digel xwendina helbestê de:
- di alîyê xwendina wan de ji hêla rêziman û rênivîsa helbestê ve.
dema ku rênivîs û rêzimaneke yekbûyî û hevbeş li nav kurdên Sûrî hîna peyda nebûye.
- helbestin hebûn ku bi asta xwe ya helbestî baş bilind bûn, ligorî nirxandina komîtê, pileyin nizm birin, û hin helbestên qels hebûn pileyin bilind birin, bi rastî mirov li hember vê yekê mat dimîne, ku devê mirov diçe paş guhê wî, gelo çawa û bi çi rengî ev helbest hatine nirxandin..?. û ji van şaştiyan pirr nimûne hene di warê nirxandina helbesta kêşesaz û nûjen de. Îca em bi hêvîne ku kesên bên hilbijartin bo nirxandina helbestê, di vê yekê de, têgihiştî bin, bi kêmanî ji bo mihrecanên ku bên jiber van sedeman, ku serkevtina mihrecanê li dawîya dawî dimîne stûbariya wan.
Ji xwe, em ne naçarin bêjin ku vekirina pencereyan dibe ku, bêdilî me, mêş û pêşiyan bi xwe re derbas bike lê şaştiya mezin ewe ku em ji bo vê yekê pencereyên xwe bigirin.
Dawî, silavê min bo hemû helbestvan û kesên beşdar û yên nebeşdar û pîrozbahî bo helbestvanên me yên ku hatin xelat kirin û yên nehatin.

Sûrî – Hesekê 3/11/2009
mbadili3@hotmail.com

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark