Piştî wê di sala 1919.de Cemîlê kinê di bê berpirsyar û mamoste di dibistana pêşesaziyê li bajarê Helebê . lê pir dirêj nakê dest ji karê xwe ber di dê ji ber ko raspîsê Fransî dest dixin nav karê wî.
Di sala 1921.de komela şervanên Kevin û kuştiyên cengan da di mezrînê li Helebê û heya dawiya dawiya jiyana xwe jî endam bû di wê komelê de .piştî wê dezgehek ê da dimezrînê ji bûyî rûnek û rûniştiyan û ew dezgeh cara yekem bû li helebê . di wê dezgehê de Cemêl di bê berpirsyarê kagêr û mawdanî .
Di sala 1923.de ew di bê rêveberê nawçê Bibil ê li herêma Kurdaxê û bê guman di wê demê de bajarê Bilbil ê mezin tirîn bajar bû di herêma kurdaxê de .
Piştî çend salan Cemîl ê kinê danan rêveberiyê nawçeya Tirbespiyê li cizîra bin xetê . piştî demek ne dirêj diçê Turkiyê bajarê Edenê û li wêderê dibistana fêrbûn û ajotina otombîla ve di kê .û xelkê fêrî ajotinê di kê û di dûre yek din li bajarê Helebê ve dikê û di wê warî de pir pêş di kevê ji aliyê mawdanî ve.
Wek li ser wî nivîsandine û tê gotin ew mirovekî pir welat parêz û jêhatî bû ji ber wê sedemê pişte vaniya xuragirên li dijî raspîrê Fransa di kir.
Ji ber wê sedemê Cemîl ê kinê û çend hevalên wî tên zindan kirin . despêkê li hepisxana Qitmê zindan dikin li herêma Kurdaxê û piştî wê li Helebê li xan istembûl zindan dibê li wir dixin bin işkencê û pir lêdanê di xwe .ji ber wê lêdanê pir nexweş dibê ji ber wê radikin nexweş xana Beyrûtê . li wir pir kesan nas di kê û têkiliyê bi wan re da tînê çi ji erb û kurd û ermeniyan. bêtir pêwendî di gel kesên nav dar û welat parêz û rewşmbîran re çê di kir . di vir de ezê nimûna kê xuya bi kim . di sala 1936 .de Cemîl civînek nehînî çê di kê di gel serokên xuragir û mirovên giring wek Ibrahîm henano- nazim efendî serokê komîta neqişbendiya ji Qubris ê hati bû –Şêx xelîl serdaeê murûdan li Kurdaxê û nûnerê Şêx ebdula daxistanî û hinek dî . ew civîna bi dizî bû ji ber ko wan dijî firensiyn kar di kir û di vir de jî diyar di kê ko wî rolek mezin di list di warê xuragiriyê de . lê tiştê herî bakkêş nama ko ji Şêx seîd re di şînê û tê de diyar di kê û di bêjê em di gel tene bi dil û rih û can lê di bêjê niha zor zehmete ko serhildan bi ser kevê û sedeman jî ji Şêx seidê kal re diyar dikê û ev li ser zimanê kurê wî Behrî kinê ye.
Xanim û zarokêd wî
Cemîl ê kinê di gel keçek ermenî zewicî bû navê wê Dîkranûhî Goloziyn. xanima wî di sala 1893 .de ji dayik bûye li bajarê Entabê . bavê wê xoriyê Entabê bû û pir bi nav û deng bû navê wî Garabêt koloziyan bû . xanima Cemîl di sala 1908.de xwendin a xwe bi dawî di kê li Mereşê . lê di wê demê de fermana ermeniyan ra kiri bûn û ji ber wê srdemê malbeta wan di revin ji Turkiyê û berê xwe di din Helebê û li dawiyê li bajarê Terablûsê bi cî di bin li bakorî Libnanê li wê derê Cemîl nsa di kê û ji hev hez di kin . piştî ko di zewicin tên li bajarê Helebê dihêwirin û li wir bi cî di bin .
Xanima Cemîl çar zarûkan tînê dû kur û dû keç . hemû yan di din xwen dinê hedû kur di çin Firansa û li wie xwendi na tixtotiyê di kin piştî ko xwen dina xwe bi dawê di kin ve di gerin Helebê û karê Tixtoriyê di kin … Behrî û Mecdî . lê bêtir Behrî di hat nas kirin ji ber ko ew berpisyarê dû nexweşxana bû . û ew carna di çû gundê xwe Gorda . lê ji ber sedma karê wî pir bû derfet çêne bû ko bi zewicê û her wiha xûşka wî jî di gel bû û ew jî bê zewac ma . lê xûşka wî yê din wek min bi hîst ji ji xelkên Gorda di bêjin ew dan axlerêd gundê Îska nêzîk Efrîn.
Berhemên Cemîl ê Kinênivîs karê me pir berhem çap kiri bûn berî ko biçê ser dilovaniy a xwe lê pir ber hemêd wî jî nehatin çap kirin . niha emê çend berhemêd wî ji we re diyar bi kin.
· Dîroka amêr û pêşketina wê. Çapa yekem di sala 1962. Li dibistanên Heleb ê de dihat xwendin heya salêd .1950.
· Zulm û zûrdariya Fransî yan di zindana Helebê de (xan istambol). Çap kieina wê di sala 1967 li Helabê.
· (nîzam el beheiyê) bi zimanê erebî .ji qumandar Cemîlê kinê .
· Serhildana mirûdan li herêma Kurdaxê dijî fransî yan ji sala 1939 ta 1940.
· Berûkek bi çûk li ser êzidyên herêma Efrînê .
· Dengbêjên Kurdaxê di salêd bîstan de .
· Pend û şîretên kurdî û şirûvekirina wê 1958.
Wek ko tê xuyan bêtir Cemîl bi zimanê erebî di nîvsand lê ez bawer di kim ko bêtir helbest bi kurdî di nîvsand û min karî dû helbeatên wî peyda bi kirana helbestek wî hunermend Bavê Selah li ba xwe nivîsan di bû . û helbestê din jî mamote Esmet Elî Rihê wî ji zûde li ezber kiri bû . helbestek ji wan li ser gundê xwe nivîsan dî gundê Gorda . di vir de jî diyar di kê ko çend Cemîl ê kinê girêdayî axa xwe bû .
Gundê me Gorda.
Cemîlê kinê : 1923 .Bilbil.
Gundê me gorda, şêrîn welato
Bihna buhiştê , ji baxê te hato
Ji mit mitê de, heya şerata
Xweşin dîmenê, zinar û lata
Hêlek bi rez e , alîk zêtûne
di kurdaxê de , gorda xatûne
keçêd gundê me,di hatin bîrê
xortê gundê me , di kin nîçîrê
ez pir bi hêzim ,wek van çiyana
xotêd gundê me, wê bi bin zana
ji bûyî zanînê , geryam li dinyê
dê bigrin riya , Cemîlê kinê …
wek ko me xuya kir bêtie nivîsînêd wî bi zimanê Erebî bûn lê pirîfîsor Izedîn Mustefa resûl di bêjê di pertûka xweyî li ser filiklor ê kurdî : Cemîl ê kinê ji demek zû de di berhev kirina filiklor ê kurdî de kar kirî . xuya dikê ko ew li ser pertûka (pend û şîretên kurdî) dibêjê
yan jî li ser pertûkên dî . lê tiştê giring di bêjin wî pir alî kriya rewşembîr û nivîskarêd kurd di kir wek Muhemed emîn zekî ji aliyê duravî de . û hinek dî . diyare ko Cemîl xem xarê miletê xwe bû. û kurd perwer bûye …..
berî dawiyê tiştekî dî giring li ser wî emê xuya bi kin . di rojnama Tişrin yê hikometa Sûriyê li ser wî nivîsandi bûn di hêjmara 25-5 -1997 . di bêjin ko cara yekem yê otombîl anî bajarê Hekebê û derdûrê wê Cemîl kinê bû . û nivîskare kî ereb din di petûka xwe de yê li ser dîroka Helebê (heleba kevin û nû ) Fûad hilal. Di bêjê cara yekê helebiyan otombîl (seyare) dîtin gava Cemîlê kinê di ajût û Zekî axa lê siwar hati bû li kolanêd bajarê Helebê .
di baweriya min de tiştekî pir giringe ko kurdan cara yekem otombîl anîne bakorî Sûriyê . piştî wê Cemîl otombîla xwe di dê kar û xelkê ji bajarê Heleb ê di bê bajarê Bexdayê…
li dawiyê nivîs karê me li bajarê Helebê 25-5-1967. dilê wî radiwestê û di seknê. û di çê ser dilovaniy a xwe piştî ko pir berhem an ji mere di hêlê . û hêvîderim ko hemo nivîsînêd wî werin çap kirin yên ko ne hatine çap kirin heya niha…. Piştî mirin a wî
li Ser gora wî pir rewşmbîr, siyaset medar wek nûnerê Serokê Sûriyê Û ber pisyarê Ermeniyan li Sûriyê û Libnan ê . û her wiha helbestvanêd Ereban . wek Ahmed necmedîn el hekîm yê ko helbest li ser gora Cemîlê kinê xwen di bû . bi rastî pir helbestin xweş li ser jiyana Cemîl nivîsan di bûn ji ber wê jî min xwest ez wan helbestan bi weşînim ………
Jêderên nivîskî
Pertûk a Kîgarat yê .Dr . Robêrt Cebeciyan beşê. 6.dem 2-7-2002…
Malpera Land of civilization beşê Erebî…
Malpera Alippo beşê Erebî gotara Nîdal Yûsif …
peryûk a (heleb a Kevin û nû ) yê nivîskar Fûad hilal…
rojnama Tişrîn yê hukmeta Sûriyê hêjmar a 25-5-1997…
rojnam a El cemahîr li Helebê hêjmar a 27-1-2002…
pertûk a nivîskar Izedîn mûstefa respl yê li ser filiklorê kurdî …
ferheng a Ronak . kurdî erebî , daner Sêfidîn Ehmed Ebdû…
Jêderên zargotin
Hunermend Bavê selah…
Dengbêj Ednan Umer …
Mamoste Esmet Elî Rihê …
Yihya Rihanî pismamê Cemîl kinê…
Sipas ji bû alikariya helbest van Mihemed Cezawîr , û
Behrî Şêx ne san …..