Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexan: BADLZOKN BRYAN

 



xemgînê REMO

erê xanim ……
ji dûrîyê ta bi dûrîyê
badlîzokê bêhrîyê min
tîne li rêça kanîyê ….
Qulingên zozana
Ber bi toza detan ve hildifirin
Belê miçiqîne


Cîgehên avjenîyê
Hespê dilîniyan
Rêça mêrgê ji bîr nekirine
Lê gulên te
Bê bîn û çelmisîne
Li nîva buharê
Û kelkela dilê min
Germa havînek serbixwe ye …

Li wan buharên buhirî
Ez bilbilê bexçê te bûm
Xunce helbestê min
Di sînga tede dibikivîn
Û perwaneyên birçî
Ji îrava mêyîna te têr nedibûn …

Belê xanim ….
Tu dizanî
Te berxekî sava îrvekiriye
Û nayê guhên te
Dengê barrînê …

Ez tîhnîme li ser lêva deryan
Û ava derya nayê vexwarin
Li payîza ku tê
Ez ê nizanibim
Gelo tê bibe tavîyek baranê
Ku ez dîsa  hilimkim
Bêhna zemînê ….

Qamilo 26-7-2009


 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 2.5
Bi Tevah Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark