Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

alakiya Komteya Hevbe li dij Rejma Sriy

 


Komîteya Karê hevbe ya Kurdên Sûrîyê li Almanya beyanek gihandin navenda me. Naveroka wê li ser zilm û hovîtiya rejîma Baas ya Sûriyê ya li dijî Gelê Kurd e. Her wisa çalakiyên komîtê li dijî wan hemêz dike.
Komîteya Karê hevbe ya Kurdên Sûrîyê li Almanya çalakîyek e xurt û bi berdewamî li dijî siyaseta rêjîma Sûrîya ya nemirovane û ovenîst pêktîne.
Dewleta Sûrî bi destê dezgehên xwe yên parastinê di van mehên dawî de bi xurtî dajo ser Gelê Kurd û nûner û rêberên wî zîndan dike. Di vê qonaxê de jimareke mezin ji endamên serokatîyên rêxistinên kurdî li Sûrî hatine zindanîkirin û bi êweyên nemirovane têne cezakirin.


Herweha pîlan û projeyên nijadperest û nemirovane dijî Gelê Kurd berdewam in. Ji wan dekreta hejmara 49, ko armanca wê koçkirina Gelê Kurd e ji herêmên wî û bi vî cûreyî asîmîlekirina wî ye. Rejîma Sûrîyê erê Gelê Kurd di parîyê nanê wî de dike, kurdan ji jiyanê bêhêvî dike.
Nayê jibîrkirin, ko ji 2004 ê û virde xortên kurdan li eskerîya Sûrîyê di bin êkencan de têne ehîdkirin. Jimara wan ehîdan heya nuha gehîtîye 19 an. 
Ji bo rûrekirin û riswakirina rêjîma dewleta Sûrîyê û siyaseta wê ya liûnmayî û nijadperest, ko dijî Gelê Kurd li baûrê biçûk (Sûrîyê) tê meandin û ji bo bîranîna ehîdên Kurd û di pêî de ehîdê nemir êx Maûqê Xeznewî, ko di van rojan de 4-salîya ehîdbûna wîye, ev çalakîyên protesto yê lidar dikevin.
Programa çalakîyan:
25.05.2009 - 28.05.2009 çalakîya rawestandinê li ber avahîya balyozxana Sûrîyê li Berlîn ê. (Qat: 9:00 - 22:00).
29.05.2009 – 01.06.2009 çalakîya rawestandinê li Pariser Platz.li Berlîn ê. (Qat: 10:00 - 20:00).
02.06.2009 xwepêandan (Demo) ji avahîya beledîya Berlîn ê (Berliner Rathaus, Rathausstraße 15) heya avahîya balyozxana Sûrîyê.
03.06.2009   berdewamîya çalakîya rawestandinê. Cih wê paê were binavkirin. 
 Em hêvîdarin kurd û dostên gelê me bi xurtî bedarî van çalakîyan bibin.  
Serkeftin ji gelê kurd re
Azadî ji Girtîyên welatparêzên kurd re
Zarathustra News – zoroaster_news@comhem.se

 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 2
Bi Tevah Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark