Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexşan: Şevek li gel esmerê

 



 
Demhat Dêrikî

Dîsa can
Dengê dilê te ji şeveriyan
Ber bi şeva xwe ve birim
Û li ser mêza şevbuhêrka xwe
Hemû şevboriyên di lênûska dilê xwe de hilgirtî
Di vê şeva nasnameyî de rêzkir.
Û ez li ber kevîka esmerê
Û serê min paldayî  li ser dilê wê.
Û şevê em radipêçan û di kêferta xwe de dibirin.
Kêferat bû!


Artêşa leşkerên tabûyên êl û sonda peyvên ne ji me
Di sirûda meşka zerdeştî de
Di sriûda evîn dilistana me de
Di sirûda gez û ramûsan û vekirina bişkokên kirasê esmerê de,têkçûn!
Kêferet bû keferat!
Girêkên perdreşiyê di vê şevê de bi qîrîn û hawar
Li ber rûbarên pêlên min û esmerê vedibûn û radestî gulava lêvan dibûn.
Ev şev newek şevên din bû.
Di vê şevê de
Em bûn peyamnêr ê neveşartinê
Di vê şevê de me avahiyên nifir û dengê mirinê
Bi dengvedana bijî hezkirin li welatê hezkirinê rûxand!
Û şev û melodiya romansiyetê em dikirn siwarê şevê.
Me nedixwest şev bi dawî bibe
Û di vê şevê de me navê evînê kir not û neh nav!
Her navek bû despêkek û her despêkek bû navek
Ji azadiya min û esmerê.
Û şev  û ev şev navê me di kûrahiya dilê xwe de kola.
Sipas şevê
Sipas esmerê
Sipas bo pêşkêşkirina pîroziyê,şevê.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark