Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Hevpeyvîna Karayilanî û Komîsyona Aqilmendî û Lozan a nû…

 


Îbrahîm GUÇLU
ibrahimguclu21@gmail.com

Li Tirkiyeyê piştî hevpeyvîna Murad Karayilanî û axivtina serokkomar Evdillah Gulî ji bona “pirsa kurd”, minaqeşeyeke gelek xurt dest pê kir. Beşek rojnavemevan, siyasetvan û berpirsiyarên dewletê wek pirsê jinûve keşif dikin, bîrûreyên bi îlma siyasî û sosyolojî û neteweyan eleqeder nînin, tînin ser zimên
Hîç şik tune ye, ku piştî ku Komara Tirkiyeyê ava bû, hebûna neteweya kurdan înkar bû û hat gotin ku “kurd tirk in”; neteweya kurd jî ji bona ku mafên xwe yên şexsî û grubî û neteweyî qezenç bike tevgeriya, xwe rêxistin kir û li hemberî sîstem û dewleta kolonyalîst serîhildan pêk anî û ev serîhildanan bi zor û şideta dewletê hatin şikestin;


gelê kurd ji qetlîaman derbas bûn û pêvajoyeke domdar ya jenosîde û asîmîlasyonê dest pê kir; “pirsa kurd” her dem bû pirsa yekemîn ya Tirkiyeyê. Bi sala ne ku Tevgera Bakurê Kurdistanê, rewşenbîr û siyasetvanên kurd jî vê yekê tînin ser zimên. Hat diyar kirin ku pirsa kurd çareser nebe, demokrasî li Tirkiyeyê ava nabe, pêşketina civakî û aborî jî pêk naye.
Hezar mixabin berpirsiyarên sivîl û leşkerî yên Tirkiyeyê bes piştî dema şerê sar û bi riya serokwezîr Ozalî pirsa kurd pejirand. Ozalî diyar kir ku li Tirkiyeyê 12 mîlyon kurd dijîn. Ji ev nerîna Ozalî derket holê ku wek grubeke etnikî û neteweyî kurd di hemendem de xwediyê maf in jî. Heta Ozal diyar kir, ku ji bona Tirkiyeyê mafên kesan û kurdan heye ku federalbûna Tirkiyeyê û federebûna kurdan bide minaqeşekirin. Ev nerîna Ozalî di destpêkê de ji aliyê mixalefet û leşkeran ve reaksîyoneke mezin kişand. Piştî Ozalî çend salan ev car Demîrelî û Erdal Înonûyî li Amedê diyar kirin, ku “realiteya kurd heye.” Piştî Sileyman Demîrelî û Erdal Înonûyî, Tansu Çîllerî dema ku çû seredaniya Îspanyayê li vegerê di belafirê de diyar kir, ku ji bona çareserkirina pirsa kurd mirov dikare li ser modela Baskê û Îspanyayê raweste. Serokwezîr R. T. Erdoganî di Tebaxa 2005-an de li Amedê diyar kir, ku “pirseke kurd ya Tirkiyeyê heye. Ev pirsa bi demokrasiyeke fireh û bi çarçeweke fireh ya maf û azadiyan çareser dibe.”
Lê her çiqas serokwezîr û cîgirên serokwezîrên Tirkiyeyê dem û dem ji pirsa kurd behskiribin jî, piştî ku leşkeran helwesteke nexweş û neyênî nîşan dane, gav paşve avêtine û ji bona çareserkirina pirsa kurd tu gaveke bingehî û çareseriyê neavêtine.
Beriya vê demekê serokkomarê Tirkiyeyê Evdillah Gulî, li maqama xwe ne li seredaniyeke xwe ya dewleteke din û di teyyarê de diyar kir, ku “di pirsa kurd de şert û derfetên nû tên qewimandin û dê karên baş bibin.” Beriya vê du rojan jî, serokkomar diyar kir, ku “Li Tirkiyeyê pirsa yekem, pirsa kurd e.”
Rastî jî divê mirov ji serokkomarê Tirkiyeyê re bibêje  “bravo”, ku piştî sedsalî berpirsiyarekî Komara Tirkiyeyê dipejirîne, ku “pirsa kurd, pirsa yekemîn a Tirkiyeyê ye”. Serokkomar ev nerîna xwe wek keşifeke nû û basîretekê nîşan dide.
Gelek aşkere ye ku “pirsa kurd” pirseke neteweyî ye û pirsa welatekî kolonî ye. Neteweya kurd ji hemû mafên xwe yên neteweyî bê par e. Divê ku gorî pîvanên navneteweyî û gorî ceribandina neteweyên cîhanê ev pirsa çareser bibe. Kurd mafê xwe yê çarenivîsiyê pêk bîne û li Kurdistanê desthilatdar be û xwe bi xwe birêve bibe. Bi kurtî pîvanên ji  bona neteweya Filîstînê, neteweya Kosowayê û Karadaxê hatine tetbîq kirin, divê ji bona kurdan jî bê tetbîq kirin.
Hezar mixabin berpirsiyarên Komara Tirkiyeyê dema ku di “pirsa kurd” de bîrûreyên xwe tînin ser zimên; pêşniyar û projeyan pêşkêş dikin, dixwazine ku gorî konjontûrê û şertên dinyaya nû pêşiya mafê çarenivisiya kurdan bigrin û ji bona ku gelê kurd azad nebe û Kurdistan nebe welatekî serbixwe, astengî û bendên nû ava dikin.
Ji bona ku kurd bi berpirsiyarên Komara Tirkiyeyê bawer bikin, divê ew siyaseta xwe ya dîrokî ya înkarê red û rexne bikin; xwe dîsa wek aktorekê nîşan nedin, kurdan teref qebûl bikin û guhdar bikin.
                                                      *****
Hesen Cemalî di van rojên dawî de bi Osman Ocalanî û Yaşar Kayayî û Murad Karayilanî re hevpeyvîn pêk anî û di rojnameya Milliyetê de weşand. Tiştekî gelek xwezayî heye ku hevpeyvîna Murad Karayilanî gelek balkişand û bû sedema minaqeşeyên girîng. Gelek kesên kurd û tirk  jî, ji aliyê xwe de hêvî dikin, ku dê  gavên nû yên çareserî bên avêtin.  Kurd bawer dikin ku dê bigihîjin mafên xwe yên neteweyî û grubî. Tirk jî hêvî û bawer dikin, ku PKKê dê dev çek berde.
Divê ez di destpêkê de diyar bikim, ku hemû teref baş dizanine ku çi dibêjin û dixwazin bigihîjin kîjan armancê. Ev armancên terefan, bi berjewendiya  gelê kurd û tirk re eleqeder nîne. Hêzên teref (Komara Tirkiyeyê û PKKê) ji bona ku jiyana xwe dirêj bikin, stratejî û projeyan dimeşînin.
PKKê baş dizane, ku dewlet bi wan re rûnane û ew ne amade ne ku dev ji çek jî berdin, lê ji bona ku derûdora wan hatiya pêçandin, Tirkiyeyê û Hikumeta Merkezî ya Iraqê û Emerîka li hemberî wan di nav tîfaqekê de ne, ew manewrekê dikin.  Tirkiyeyê jî, ji bona ku Emerîka û Yekîtiya Ewrupayê û Gelê Kurd û Tirk bixapîne tiştan dibêje, ji derveyî gotinan, siyaset û karên xwe dimeşîne.
Murad Karayilanî dibêje ku divê di destpêkê de “şer bê rawestandin û pişt re jî danûsatandin bê kirin û piştî wê jî pêvajoya çek danînê dest pê bike.” Dema ku Murad Karayilanî ev tiştan diyar dike, pirsa girîng ya dikeve rojevê ew e, ku Murad Karayilanî li ser navê kîjan PKKê qise dike. Lewra tê zanîn ku çend PKKê hene. Dema ku Murad Karayilanî dibêje em amade ne, ku emê şer rawestînin, divê tîfaqa Ocalanî û dewleta kûr çi dibêje, divê li wê bê mêze kirin.  Dîsa ji bona ku şer bê rawestandin, divê li ser helwesta ew kes û hevalbendên PKKê yên ji bona serxwebûna Kurdistanê xebat dikin bê rawestandin.
Ji wê jî girîngtir pirseke din jî ew e, ku hebûna PKKê girêdayî çek û şidetê ye. Dema ku PKKê dev ji çek berde, hebûna xwe wenda dike. Li cem vê yekê jî berpirsiyarên PKKê qedir û qiymeta xwe wenda dikin.  PKKê nikare ew perên mezin, ku di destê wan de ye, bikare birêve bibe. Nikare bandora xwe li ser DTPê û gelek dezgehên din bidomîne.
Ji bona vê ev pirsa çekberdanê ne hêsan e û ne jî di destê PKKê de ye. PKKé hewcedarî çek û zor û şidetê ye.
                                                     
Lozana nû…
Ez naxwazim ku di vê nivîsara xwe de hevpeyvîna Murad karayilanî bi tevayî rexne û binirxînim. Lewra dema hemû hevpeyvîna wî bê nirxandin, her gotin û rêzeke wî hewcedarî pirtukekê ye. Ew jî ne hewce ye.
Lê tiştekî aşkere heye, ku Murad Karayilanî dewlete unîter, ototîter û faşîzan diparêze; ji mafê çarenivîsiya neteweya kurd re xwedî dernekeve. Neteweya kurd, bi neteweya tirk re wek hev nabîne. Neteweya tirk desthilatdar û kurdan kêm neteweyê jî nepejirîne.
Ji bona vê jî, kurdan layiqî terefbûnê nabîne. Diyar dike ku heger Ocalanî, PKKê, DTPê wek terefa kurd di danûstandinê de nayên pejirandin, Îlker Turkmenî û Hesen Cemalî û kesên tirk yên din wek teref, li ser navê kurdan dikarin rûnin û bazar bikin.
Ev yeka bi xwe jî, gelek aşkere derdixe holê, ku Murad Karayilanî berjewendiya neteweya kurd ne,  berjewendiya xwe ya grubî diparêze.
Îlter Turkmenî dema ku endamê Meclîsa Danîşmenî be, pirs hîn girîngtir dibe. Wê demê derdikeve holê ku ev pêşniyara ji aliyê Ocalanî û Karayilanî de tesadûfî nehatiye kirin.
Gelo Îlter Turkmenî û Hesen Cemalî çawa dikare kurdan temsîl bike û ji derveyî wan çima kurd nayên pêşniyar kirin? Di vê helwestê de niyeteke baş û samîmî nayê xuya kirin.
İlter Turkmenî jî dibêje, ku ez li ser navê kurdan aqilmendî nakin. Lewra ew mirovekî bi aqil e û ew dizane ku dema karekî wusa bike, dinya bi wî dikene û ew kar li dijî pîvanên navneteweyî dibe. Komara Tirkiyeyê jî wî qebûl nake û ji wî eciz dibe.
Ji bona vê jî, İlter Turkmenî xwe terefa Komara Tirkiyeyê dibîne û dibêje ku di pirsa kurd de du teref tune ne, Dewlet yekalî dikare - bi gotina tirkî - “açılım” bike û pirsan gav bi gav çareser bike. Yanî qedere kurdan dîsa bi Dewleta Tirk re tê girêdan. İlter Turkmenî gor xwe heq e. Li hemberî ehmeqîya Karayilanî, ji derveyî vê jî tiştekî bê kirin û bê gotin tune ye.
Helwesta PKKê û Karayilanî rasterast wek helwesta karbidestên kurd yên dema Lozanê ne. Karbidestên kurdan  dema ku li Lozanê statuya Komara Tirkiyeyê dihat diyar kirin, Înonû wek temsîlkarên kurdan pejirandin. Înonûyî jî kurd firotin û hemû mafên kurdan bin pê kir. PKKê û li ser navê PKKê Karayilanî jî, wek li  Lozanê qewimîbû, tirkan, Îlter Turkmen, Hesen Cemalî û kesên wek wan li ser navê kurdan dixwazin bikin teref û berdevik.
PKKê bi ev helwesta xwe dixwaze, ku Lozana 2-emîn bi kurdan bide jiyandin. Ez dikarim bibêjim, ku piştî ku Ocalanî hat Îmraliyê pêvajoya Lozana 2-emın dest pê kiribû. Ev ji aliyê min, gelek rewşenbîr û siyasetvanên kurd de jî hatîbû tespît kirin. Ev helwesta dawî, merheleyayeke nû ya Lozana nû ye û merheleyeke gelek xeter e.
Amed,  14. 05. 2009   

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark