Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Pêt û evîna çivîkan

 


 
Ezîz Xemcivîn
xemcivin@live.com


Evîna çivîkan

Baskên gotinan, baþ di dilê min de zîl dane. Piþtî deh caran ji xewndina  namê mejiyê min li bin guhê hev diket.
Çavneriyê hêviya xwe li ser piþta hestan ava dikir. Ez û tu bi tenê ne, her yek li hundirê valahiya xwe a mezin, piyala meya evîndaran vedixwe. 


Çivîk bi ser demê de zîvirî û got: Min ji azadiyê hez kir, min ji çavên reþ hez kir û min ji kenê yezdanî hez kir, belê çibikim gava te ez basko kirim “azadî, ken û çav” hejmareke  mezin  ji pirsên matmayî li dora min civandin.

Ez çivîk im, hêlîna min hêkeke ciwan hembêz dike. Lê dilê min her û her hêlînan ava dike. Ez çivîk im, evîna min di rekehê de hilnayê. Cîhan, rekeh, derya û dêwên mezin tu caran bi evîna min nikarin.

Evîna min di tariyê de çêja çavên reþ digihê û di roniyî de nameya dilê spî dixwîne.
Evîna min, bîranînên te wek mijmijokan di rastiyê de dimije.  Dawiyê çivîk ji xweber mikurbûna dil eþkere dikin. Her du dil þerma xwe li ber lingê qederê davêjin. Çivîkên evîndar tev li rekeha bê ol xwe bi ser asîmanên  baweriyê de berdan û çilka jînê gihandin peravên aþitiyê.
Hingê bûkê ji xatûniya xwe re du aso bi hev girêdan, bi maçkirin, nimêjkirin laleþkirin û dawiyê bê rev, bê tirs û bê pirs kes û kûs li çavan bicivin,  nikarin evîna wan bikujin.

02/05/1997


Pêt
Ji bîr neke,
sosinên silava te a sibehîn,
di bihnkirina min de bûne jiyan.

Ji bîr neke,
dilê min bûye heng*
li kewara xewnên te digere.

Ji bîr neke,
çirîskên dengê min
her kêlîk,
perdeya guhê te ronî dikin.

Ez pêjina þevê me,
li ber serê te
nimêja evînê dikim.

Razê, razê
hêminiya xewa te na hingivînim.
Ji bîr neke,
pêta dil li koçka te
dikare temenekî roniyê bide.

01/05/2009

__________________

Heng: Mêþa hingiv.

Hin helbestên nû hatine belavkirin:
http://www.youtube.com/watch?v=PEoFM5vGusE
 

http://semakurd.net/kurdsema/index.php?news=918
 

Gotar:
Kurd 1, bi kurdî her tiþt xweþ e!
http://www.avestakurd.net/author_article_detail.php?article_id=514
 

Ji nivîsên ko hîn ne hatine belavkirin
Pencereyên Xelat Ehmed..! (Gotareke rexneyî)
 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark