Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Daxuyaniya Civîna Emîndariya Giştî ya Eniya Felata Niştimanî li Sûriyê

 

Di korsa lidarketina wê ya sêyemîn li Biroksilê ji (13-15) Ilonê (September) 2006.

Di rewşên Sûrî û Erebî û navneteweyî yên hûr û nazik de …Emîndariya Giştî ya Eniya Felata Niştimanî li Sûriyê korsa civînên xwe ya sêyemîn lidarxist û tiştê ku hate bicihkirin ji biryarên korsa berê gotûbêj kir .Emîndariya Giştî hindek biryar derbarê plana dahtû wergirtin berbi bicihanîna armancên wê di warê guherîna niştimaniya aştiyane de. Her weha , Emîndariyê pêşveçûnên herêmî û navneteweyî yên ku di dema bûrî de pêkhatin guftûgokirin û balkişand ser van xalan : 


1- Emîndariya Giştî ya Eniyê li nik gotara Beşar Esed ya di 15 Tebaxa bûrî de derbarê Lubnanê û tawanbarkirina wî ji beşekî Lubnanî sereke re weke berhemeke Israilî ku dê bi rûxe , di dema ku milletê Lubnanê yê bira cenga xwe li dijî dijminê Israillî dom dike, rawestiya. Gotara navhatî macerayeke mezin bû biveya ku li Lubnanê tête plankirin ji layê Beşar Esed ve diyar kir , ev kesê ku fitneyan û nakokiyên tayfegerî gur dike tev li xirakirina yekîtiya Lubnanê ya niştimanî û seqamgîriya wê .

Eniya Felata Niştimanî hemû layên Lubnanî vedixwîne da ku ew pevçûnê bi dijminê Israilî re ne guherin bo nakokiyên navxweyî ku tenê li berjewendiya dijmin û acendeyên derveyî ye.

Lubnan bi hemî tiwêjeyên xwe bi hewceyî diyalog û hevgirtinê ye, neku nakokî û pevçûn. Lubnan bi hewceyî avakirina yekîtiya xwe ya niştimanî ye, neku wêrankirina wê. Lubnan bi hewceyî hevpişkiya niştimanî ye, neku cudahiya derxistina biryarên çarenûsî ye.

2- Emîndariya Giştî ya Eniyê rewşa Iraqa bira û kuştarên rojane yên ku bi dehan hevwelatiyên bêtawan dibine qurbaniyên wan, gotûbêj kir.Di vî warî de , Emîndariya Giştî ya Eniya Felatê tirs û baldariya xwe derbarê çarenûsa Iraq û herêmê derbirrî û hemû layên Iraqî vexwend bo hevgirtin û yekîtiyê peyde bikin û xwînrijandin û şer rawestînin ji ber ku her dilopeka xwînê ku dirije biveyeke nû ji Iarqê re çê dike û tucarî xwînrijandin nabe çareseriya qeyranan yauxud pêkanîna armnacan .

Eniya Felata Niştimanî hemû layên Iraqî vedixwîne bo dûrxistina tundûtûjiyê û bicihanîna tolerans û diyaloga niştimanî û berdewamkirina avakirina dewleta demoqrat ya ku ji gelê Iraqê bi tavilê pêkhatiyên wê re pişkdariya aktîv di serweriya welêt de dabîn dike, û her wisa yekîtiya niştimanî riya tenha ye ji bo derxistina hêzên dagîrker ji xaka Iraqê.

Enî giringiya pêwendiyên dîrokî û çandî û berjewendiyên hevbeş di navbera Kurd û Ereban de hevpişkên welat û çarensûsê, tekez dike.

3- Emîndariya Giştî ya Eniya Felata Niştimanî derbarê ked û hewildanên ku hêzên Filistînî didin bi armanca formkirina hikûmeteke niştimaniya yekgirtî rawestiya û hemû birayên Filistînî vexwend da ku yekîtiya xwe ya niştimanî û hevgirtin û hevahengiyê ava bikin, da ku gelê Filistînî bikaribe rikeberiyên qonaxê bicîbîne û armancên xwe pêkbîne di nav de rizgarkirina axa xwe û avakirina dewleta xwe ya serbixwe.

4- Emîndariya Giştî xwesteka Beşar Esed bi derxistina Sûriyê ji jîngeha wê ya Erebî û ajotina wê berbi yeka din ve angu hevbendiya bi Iranê re di riya pratîkên wî û nêrînên wî yên li dijî serokên Ereban di gotara wî ya dawîn de, goftûgo kir. Emîndariyê tekez kir ku ev core liv û nêrîn li dijî perensîpên gelê Sûriyê ne yê ku dixwaze pêwendiyên xwe bi welatên Erebî re bihêz bike.

Eniya Felata Niştimanî li Sûriyê vê core siyasetê di warê têkiliyên rêjîma Sûrî bi dewletên Erebî re yên ku berê Sûriyê didin ambargo û tenêtî û ziyangihandina berjewendiyên gelê Sûriyê, şermezar dike û di heman demê de haydariya xwe li ser hevgirtina Erebî û bihêzkirina pêwendiyan bi tevahiya dewletên erebî re, diyar dike. Em di dema ku vexwendina avakirina tekiliyên baş di navbera Iran û dewletên Erebî de dikin, di eynî demê de vexwendina parastina berjewendiyên me yên niştimanî û neteweyî dikin .Komara Islamiya Iranê stratîciyeke xwe ya herêmî ji bo parastina berjewendiyên xwe heye, û di vê stratîciyê de berjewendiyên Iran û dewletên Erebî rastî hev tên û dijî hev tên, wisa diyar dibe ku neji mafê Beşar Esed e ku ew Sûriyê bike xelekek di stratîciya gotî de.

5- Beşar Esed di gotara xwe de bangewaziya geşkirina çanda berxwedanê dike di dema ku ew çanda tepeserî û zordariyê geş dike. Beşar banga geşkirina çanda liberxwedanê dike û di heman demê de çanda gendeliyê geş dike û azar û renckêşana hevwelatiyan zêde dike.

Eniya Felata Niştimanî dê riya xwe bidomîne heta bicihanîna guherîna niştimaniya demoqrata aştiyane, û avakirina Sûriyê: dewleta sivîla modern ya tevahiya hevwelatiyên xwe.

Bijî Sûriya azad , bijî xebata gelê wê yê leheng .

Biroksil di 15 Ilonê 2006''''''''''''''''an de

Emîndariya Giştî
Ya
Eniya Felata Niştimanî li Sûriyê.



       

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark