lê di xwend(Feqihê Teyra beriya ku navê wî bibê Feqihê Teyra evjî çîrokek li ser heye û li cem mine di demê pêşde ezê belav bikin) mizgevta Mîreka xelkê Cizîrê digotin Mîrekê Cizîrê li vê mizgevtê nimêj dikirin ji lewma ev nav lê kirne, minara wê baş bilinde û xweşik hatiye lêkirin.
ew mizgevt yeka piçûçike û bi zorê mirov bi ser ve dibê, ew nêzîkî migevta ku Feqihê Teyra lê di xwedin.

Mizgevat Mîreka: xelkê Cizîrê digotin berê Mîreka li vê mizgevtê nimêjdikir..
lê min mizgevtek dît xuyadikir ku ew kevintirîn mizgevtê Cizîra Bota ye. min ji Melayê wê pirsî temenê vê mizgevtê çiqas heye. Melê ji min re got: ev Dêrbû lê dema ku Musilman ketine Cizîra Botan de ev Dêr kirne mizgevt.
Birastî ez ji pirbûna mizgevta mam behitî her celdek mizgevtek yan du mizgevt têde hene nexasim Cizîra Kevin...
Mem û Zînê: mizgevta Nûh Pêxember di navbera mizgevta sor û gora Mem û zînde ye. Mem û zîn li rojava ne û mizgevta sor li rojhilate. Em çûne ser gora herdû evîndara bergihê wê xweş kirne deriyê bergih li rojhilat dinêrê, bergihek fere wek seyrangihekî çêkirne. Medresa sor û ciyê Mem û Zînê Eropiya herdû nûkirne nexasim ya Mem û Zîn qedemgih jî têde çûkirne..


Piştî ku em demekî li ser gora Man û Zînê û Beko man û li bergihê wê geriyan,me ji wir cardî berê xwe da taxa Kevin li wê taxê min pirek piçûk dî min ji hevalê xwe yê Cizîrî pirsî ev çi Pire. Wî ji min re got: jêre dibêjin pira deştê ev pir berê av di birne diçû ne di bîrayê mede lê bav û kale me ji mere wesa digotin û ew av ji zûde nema ye.. min jêre got: dibê ku ew ava Seqlanê Memabê yê ku Mîr Celadet di Hewarê de aniye ziman. Wî ji minre got: na Seqlan ne eve Seqlan li biniya nexweşxanê dikevê dest pêka ku mirov derbasî bajêr dibê ji hêla rojava ve ..
ji wir me berê xwe da Sûrê Cizîrê lê mixabin ew Sûrê ku di dema Mîreka de bi derîbû îro nemaye û hemî wêran bûye. Li cîna rikinê sûr xuyadikir û li cîna jî tiştin jê mane lê ewjî herifîne tenê li geraca basa yanî ji geracêre kirne bergih ew der hinekî hatiye lêkirin wekî dî min tiştek nedît ji wî sûrê tim di çûrokê ku bav û kalê me ji mere digotin..
Em çûne rexê Birca belek, Birca belek li ser keviya çemê Diclê dikevê û dîwarê bergihê Bircê herifine ne xasim rexê çem qetek dido jê mane wekîdî dîwar xuyanakê.
Mele Mihemed Emîn ji min re got: bira em nikarin nêzîkî Bircê bibin?çimkî esker têde rûniştiye ji roja ku malbata Mîr Bedirxan hatî ser gonkirne. Em ji dûrve li dora Bircê zêvirîn û me wêne jêre girtin. Cardî Melê ji min re got: dibêjin Birca belek sêsed û şêst û şeş odê wê hene û heroj tav derbasî hundirê odekî ji odê Bircê dibê. Migo Seyda me tu çûyî Bircê? Seyda got: na ez neçûme li wesa ji minre hatiye gotin, dibê ku ne rastbê…
Melê ji minre got: ka em herin
Westanê. Min ji Seydare got: ev çiye? Seyda ji min re got: ev seyrang berê jêre digotin wesatnê lê îro Belediyê kiriye seyrangih ji bajêr re. em domekî li Westanê rûniştin kursî û mase lê hebûn li wir hate bîra min ku eve ya Mîr Celadet di Hewarê de anî ziman beriya 77 sala..
Min Xêrendîn got: ka em herin ser kaniya Seqnefîsê. Wî ji minre got: Seqnefîsa çi heyran kes nema diçê ser wê kaniye ne cihekî xweşe ta ku em herin ser..
Min jêre got: Mîr Celadet di Hewarê de dibêjê Seqnefîs navê pîrekek ji pîrekê Mîrê Botan bû û wê pîrekê pir ji wê kaniyê hezdikir ji lewma ji kaniyê re digotin kaniya Seqnefîs û kaîjî zehif xweşbû..
Xêredîn got: raste ev kanî va li li ser sînorê Sûrî dikevê li pêşberî Endîwerê.
Wek me got Cizîra Bota di çîkî hinekî çal de hatiye avakirinû û dor man dorê bajêr çiya û qelaçin ew çiya û qelaç jî hemî newek hevin li cîna bilindin û li cîna nimzin lê buhara wê xweşe.