Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî |Gotarekî Rêke |  Peywendî | Erşîv

Sereke

Ger



Mihvanên beþê Kurdî

Niha / 52 / Mihvan Di Malperê De Hene

Gotarên kevin

· TENÊ BÊRIYA TE DIKIM
· Ramanê regezperest di riyek girtî de ye
· Çawa emê nexweþiya bêbextiyê rizgar bibin
· Min ji Amedê re got: ‘Ez keça te me’
· Þevbuhêrkên kurdî li þamê
· Ez ne birayé we me!
· Ekola HAWAR ê Di 59 Saliya Koçkirina Mîr Celadet Bedirxan de
· Formayetî û sîmboliya rengan di derhuneriya (bergeyê) de
· Spasname
· Reqsa Konê reþ li Batmanê Cigerxwîn di gorê de xemgînkir !.
· pêkenokek ji ofîsa min
· Berdestîkê Textor (çîrok)
· Axaftina ZeynelabidÎn Zinar di Festîwala Çandî ya Feqiyê Teyran de Roja 19-20-21ê Hezîrana 2010an li MIKSÊ
· Mizgînî.. dê Govareke zanistî, akademî dest bi weþanê bike.
· Hejmara 48an ya PIRSÊ hejmareke taybet e ji bo koçkirina Rezoyê Osê
· Li Wanê Festîvala Feqiyê Teyran hat lidarxistin
· Weha dibêjin
· Tîma rewþenbîran a siporê
· Rewþa Penaberên Kurd li Qubris
· Bejnên kurt, zimanên dirêj û rûreþiya keysbazên kurmanciyê(III)
· Bavê Hozan! Derbasbûyî be
· Strana kurdî
· Sersaxiya Fuad Memmûd Hec Garisê Silîvî li Berlin
· Erê dayê
· Konê þevê
· CEGERXWÎN, HELBESTVAN, Û DÎROK NIVÎS
· 10’mîn mehrîcana Amedê a çand û hinerê: Kedeke mezin bi encamên hindik!.
· Taxa Zor Ava li Þamê (Xeleka 2)
· Di bîranîna 53 saliya damezrandina partiya me de
· Rojên wêjeya KurdÎ yên þaredariya Batmanê

Nûçeyên Kevin

 

Helbest u pexþan: Em li benda we ne !

 

Helbest : F. F. Fîsotiskî
Werger : Besam Mistefa

Serpêhatî wisa bû :
Mêr bi lez bi rê ketin ,
Berî dexl þîn werin ew çûn ..
Nema êdî ji pencereyan ve
Dihatin xuya kirin ..
Tevlû toza rê bûn û ..çûn
Eve ji sumbilan


Ceh û genim bilind dibin :
     Ew rondikên deþtên ku hîn nehatine
     Çinînê ne ..
Eve di qelþan de ba dike
Vîze vîz ..
     Em li benda we ne ...
     Hespan li kar kin ..
     Li benda we ne
     Di kêlîka xweþiyê de
     Em li benda we ne
     Ey lehengino !
.....Xwedayo tu bihêlî ku ba asa û
Teze be
Daku laþên  wan yên xwêdangirtî , sar û hûnik
Bike ...
     Em li benda we ne !
     De hûn zû..zû vegerin ..
     Berû ser we digirîn ..
     Darên tû û hejîran hiþk û hola bûn
     Tevde pûç bûn bêyî kenên we ..
     De werin ..
     De zû vegerin ..

Piþtî hûn çûn
Xanî li me bûne zindanên sarî tarî..
Bêyî we , malên me tenê kevir in ,
Kevirên ku tukes di nav wan de
Najî !
Piþtî hûn çûn
Tenêbûn û bendewariyê di nav malan de
Kon vedan !
Piþtî hûn çûn
Kincên me ên sipî û paqij
Reþ û qirêj û gemarî bûn ...
Taku stranên me yên kevnare
Nexweþ bûn û bê wate dibûn tanî
Ku gotinên wan bi diranan ve
Digirtin ..
     Li vir êþ ew êþ e ..
     Birîn ..ew birîn e..
     Her roj ew þîna bê dawî
     Li ba dibe ..
     Her roj ew girî , wekû dengê nimêjin kevin ,
     Bilind dibe ..
     Em li benda we ne ..
     De zûka vegerin
     Emê tev ,
     Peya û siwar
     Dilbiêþ û xembar
     Werin pêþiya we û
     We hembêz bikin .
     Ne xem e hûn çawa bin..
                             Çilo bin ,
     Emê we hembêz bikin ..
     Ji bo Xwedê dilê xwe li me
     Teng nekin ..
     Em , ewên  ku pir diêþin ji
     Valahiya nameyên þîn û mirinê..
      Ên ku pir diêþin ji bendewariya wan
     Nameyan ..
     Em li benda we ne ..
     Hespan  li kar kin ..
     Li benda we ne
     Di kêlîka xweþiyê de
     Xwedayo tu bihêle ku ba asa û teze be
     Daku laþên  wan yê xwêdangirtî sar û hûnik
     Bike ...
     Ji bo Xwedê hûn zû ..zû
     Vegerin ..
     Di malan de li ser we digirîn ..
     Darên tû û hejîran hiþk û hola bûn
     Bêyî we ..
     Bêyî ken û henekên we ..
     De werin
     Em li benda we ne
     Zû werin ha !

 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark