Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest Li vareke Din Bar

 


 Helbest li êvareke din barî. Bi baraneke în re, li payiza zer kenî. Bi xunaveke nazenîn re, wek xwîka bineva xemrî, li dilê miextiyan girî. Mîna zarokeke jîr û xwînîrîn, di xemla êvareke xemrevîn de ne hedinî. Helbest li ser ruyê êvareke din nalî û xencer di bîrînan de livî...
Helbestvanên ji ava gulê û ji dilopa birînê, bi hêvî, dildarî û xweiyê re peik peik niqutîn ser birînê... Belê helbestvan Selwa Gulî û Fatma Savcî, cardin destên xwe danîn ser dilê bakur û baûriya xwe û dîsa çîroka birîn û evîna van cêwîkên serhildêr di guhê êvara helbesthezan de xwendin...


Belê di 16/11 2008-ê de, li bajarê Stockholmê, li Kitêbxaneya Kurdî bernameyeke helbestxwendinê hat li dar xistin. Guhdarên ku ji nivîskar û helbesthezan pêk dihat dilên xwe, bi helbestên kurdî yên ku ji azadî, evîn, hestên welatperweriyê pêk dihatin utin...
Selwa Gulî û Fatma Savci bi gul û mûman re, di guhê êvareke cemidî de, rihê welatekî perçekirî, dilê jinên ku bi ewq û agir rapêçayî wiha pispisandin:
Koça min ne belasebeb e,
Ne pey gotina xalxalokê ketim,
Ne Qesîdeyekê ez li ber xwe birim.
Çuyin,
Di destê min de
Xeydek ji kulîlka sedefê ye…
ev,
Nahwirîneke dur li valahiya malên Heskîfê,
giriyekî hûrik hûrik,
nalîneke xunav xunav
li payiza helbesta min,
û li ser kêlên destanên bêxwedî ye… (Fatma Savci)
 
Ez li welatekî sor ji dayîk bûm.
 pitî rokê çengêt xwe bask kirîn,
 bûm egîdek û min ev opand
 mam di qedera spêdê de?
 çi zengila li bin guh min nehajot.
 Li ser birînêt zox-girtî min lorand,
 û kendala li min vedigêra.
 Xewn li xemêt min bûn heval.
 Erê  keça bakur.
 Min ne ji mirinê kar kir..!
 Çar gezêt cangê spî.
 Ew jî ji ber kifnê,
 mêrxasêt gûndê me mabû.
 Erê, ji ber egîda mabû..!  (Selwa Gulî
Zarathustra News – zoroaster@comhem.se

 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 0
Bi Tevah Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark