Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: EY MIROVÊ ZILMKAR

 


Xizan Þîlan

tu bûyî
gurê devbixwîn û har
te berda laþê min jehra mar
ey mirovê desthilatdar
te em daleqandin
avêtin dar
diqefilim li zivistana sar
bi dengê qêrîn û hawar
bi navê xebatkar û cotkar
helbestvan û nivîskar
ez ê ji te re
kufuran bikim car bi car


ey mirovê xwînmij
mirovxwer û mêrkuj
li ber çavên te dûman û mij
ez tî û birçî mam
qet têr nebûm ji av û nan
li ba te rojekê nebûm mêvan
þa nebûm ji kêfan
dilê min dilekî bi kovan
bi dev û lêvan
bi dehol û zirne û defan
ez ê têrî xwe
ji te re bikim zêfan

ey mirovê wehþî!
li min meke çavreþî
û zikreþî
çima bombeyên kîmyewî
li ser serê min diweþî?
ez keç û bûka li ser kaniyan
gavanê li çol û baniyan
sergovendê li dîlanan
þivanê li zozanan
li ber þewqa find û çiran
li ser navê parsek û koçeran
ez ê ji te re bikim çêran

bi zimanê tembûr û hozanan
li ser axa pîroz ya mezinan
li ser navê feqîr û xizanan
belengaz û nezanan
ey mirovê pîs û virrek
te di ber xwe de berda fis û tirrek
di dilê min de daçikand tîrek
ji ber tade û lêdanên te
ez bûm çûkê perþikestî
dil bi birrîn û serþikestî
ey mirov
çima çavên te ewqas birçî
gezan mavêje min
ma tu hirç î?
ma tu lawê heramzade û pîç î?

li vî welatê biyanî
bi navê Ehmed Huseynî
bi zanîn û hêsanî
dê ez ê dîsa ji te re
kufuran bikim
ne weke însanî
tu yê ancax fam bikî
ji vî lîsanî


             2003-11-11
             Stockholm

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark