Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Berhemn N: Gava ku mas t dibin Romana Helm Ysiv ya n derket

 


Masî, xortekî binxetî ye ku mîna axekî ikestî ji dara malbata xwe tê xistin û bi kûçikê xwe re dijî. Marê li malê jî çavdêriya wî dike. Awireke dijwar ji keçikeke serxetî ku bi mêvandarî tê binxetê, jiyana wî serobinoyî hev dike. Ev evîna ku sînor wê perçe dike qedera Masî bi temamî dizîvirîne aliyekî din. Name ya keçikê ji çiyayê Gabarê jê re tê, ew jî dide pey opa evîna xwe û  bi masiyên din re dikeve nav behra erekî giran de. er bi salan dirêj dike, qurbanî jî rojane têne dan.


Serme bi rihê Masî nikare, lê dixwaze zora beden û laê wî bibe û lingên wî bixwe. Ji hêla din de, birêveberê er, generalê masîxwir, hem li pey xwarina Masî û hevalên wî ye, hem jî hewil dide ku wan çiyayan kevir bi kevir bixwe û ji holê rake.

Li ûna ku Masî li çiyê li yara xwe rast bê, li tîbûnekê rast tê. Di wê navê re bûyer tevlihev dibin, qederên kesên romanê li hevdu dizîvirin. Evîn kûrtir, er girantir dibe, wisa jî ikestin û hêvî tên hemberî hev.
Di romanê de mar û evîn cêwî ne. Mar li benda vegera Masî pîr dibe, kûçik hêviya xwe winda dike û  derbider dibe. ahidên ku jînanîgariya wî diopînin nivit e, ûtik e, pirtûk e, kûçike, mar e, pênûs e û deriyê hesinî yê mala wî ye. Ev tit hemû çavdêriyên xwe dibêjin. Wisa jî her titek bi vebêjiya xwe stûneke avahiya romanê bilind dike, pê re jî qedera Masî yê birîndar ber bi mij û dûmanê de diçe.
Roman xirecira sîh salî ya welatê kurdan li her du aliyên sînor li ber çavan radixîne. Herwisa darên xewn û hêviyên ikestî yên nifekî di riya tîbûna masiyên romanê re, têne avdan.
Ev roman pirtûka Helîm Yûsiv ya heftan e, pitî Sobarto û tirsa bê diran, ev romana nivîskêr ya sêyem e.

Berhemên  Helîm Yûsiv yên ku heta niha hatine çapkirin ev in:
1-  Mêrê avis -çîrok-1991
2-  Jinên qatên bilind- çîrok-1995
3-  Mirî ranazin- çîrok- 1996
4-  Sobarto- roman- 1999
5-  Memê bê Zîn -çîrok- 2003
6-  Tirsa bê diran -roman- 2006
7-  Gava ku masî tî dibin- roman-2008



Hûn dikarin agahiyên berfirehtir li ser nivîskar û berhemên wî li vir bixwînin: www.helimyusiv.com

 

 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 5
Bi Tevah Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark