Ji bo helbestvan, nivîskar û ronakbîrên Rojavayê Kurdistanê li Ewropa
Berêzan!
Di 22 .10. sala 1993 an de çend nivîskar û rewþenbîrên Rojavayê Kurdistanê, ROJA HELBESTA KURDÎ li darxistin. Ji wê salê de, helbestvan û nivîskarên me li welêt mîhrecana helbesta kurdî vedijînin.
Li ser vê þopê jî, di sala 2002 an de helbestvanên Rojavayê Kurdistanê li Almaniya Mîhrecana ROJA HELBESTA KURDÎ li bajarê Buchumê û di sala 2007 an de jî li bajarê Bonnê li darxistin.
Ji bo domandina vê çalakiya giranbiha, em hevpîþeyên we, yên navên me li jêr in, bi riya telefonê li gel hevdu têkildar bûn û bi hev þêwirîn, û gîhane vê nerînê, ku em bangekê li hevpîþeyên xwe helbestvan, nivîskar û rewþenbîr bikin, daku:
1. Em hemû bi hev re civatekê girêdin û komîtekê ji bo mîhrecana helbesta kurdî ya vê sala 2008 an hilbijêrin.
2. Divê ev komîte; kar û barê pêkanîna mîhrecanê hilde ser milên xwe; cih û roja pêkanînê diyar bike.
3. Divê ev komîte nameyên vexwendinê ji helbestvan, nivîskar û rewþenbîran re, ji bo beþdarbûna wan li mîhrecanê verêke.
Ev civîna fireh dê li bajarê Dortmundê, li vê edrêsa jêrîn pêkwere:
Cih: Komela Hêvî, Born Str. 18, 44145 Dortmund
Roj: Yekþem 21. 09. 08 an. Kat: 13, 00.
Ji bo têkilyan: Telefon: H. Kurdaxî: 01626751024. E. Cefer: 01748640820.
Em hêvî dikin, ku banga me di rajeya pêþxistina helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê de be, û li nik wêjevan û rewþenbîrên me nirxbiha be, û bala wan bikþîne.
Dîlan Zêbo
Mizgîn Hesko
Dr. Ebdilmecît Þêxo
Heyder Omer
Hêmin Kurdaxî
Arþevê Oskan
Elî Cefer
Almaniya 10. 9. 2008