-Komîta amadekar ya mehrecana helbesta kurdî di roja-
/16/5/2008/ an de civînek li darxist.
Di destpêkê de xulekek bêdeng rawestiya, liser Giyanê Þehîdên kurd û Kurdistan, liser giyanê Þehîdên peyva azad, û liser giyanê helbestvanê Nemir Xemgînê Xanê…
- Her wisa civîn liser çend mijaran rawestiya û çend xal destnîþan kirin.
- di roja / 21 / 6 / 2008 /.an de civîna diwemîn li darxist. Û piþtî giftûgoyek berpirsiyar, ev xal û biryarên jêrîn hetin dûpat kirin:
1- Çepkirina berhemên pêþkêþbûyî di mehrecana-
/12/ an de, di pertûkekê de.
2- Çêkirina sê xelatan ji Mehrecana /13/ an re,
- Xelatek þehnazî.
-Du xelat ji bo çaktirîn helbest. (ya nûjen û ya kêþesaz)
3- Bijartina komîtek serbixwe, kawir û rexneyî ji bo Nirxandin û bijirtina çaktirîn helbest di Mehrecana /13/ an de.
4- Kar ji bo berdewamkirina têkiliyên þaristanî bi hemî helbestvananre.
5- wergirtina helbestan yan dest bi deste û yan li ser îmêla komîta mehrecanê ye
mehrecan13@hotmail.com6- roja dawî bo wergirtina helbestan /15/9/2008/an e.
-Komîta amadekar hewildide ku pêkanîna van,
Biryaran bi çakbînî bi þopîne û çalakiyan berdewam bike
da ku em mûma xwe ya/13/an bi hest û raman, bi sawêr û xewnên Helbestvanan ronî bikin..
em hêvîdarin ku rewþenbîr û helbestvanên me karekî hevbeþ bi asteke bilind, û coþeke germ bi erkê xweyî wêjeyî, nîhadî û netewî li derbarî çanda xwe xwedî derkevin û têr wate bikin…
Komîta amadekar ya
Mehrecana Helbesta Kurdî li Sûryayê.