Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Berhemên Nû: (TÊ BÎRA MIN )- ÞEYDAYIYA ZIMANÊ KURDÎ

 


Dr.Zara Brahîm

Berhemekî nû tevlî pirtûkxana kurdî bû, bi taybet ya beþê rojavayê Kurdistanê.Bîranînên Dr.Heznî Haco yên ku di 2007an de hatiye weþandin dibin navê ( Tê bîra min ).
Bêguman ev cihê kêfxweþiyê ye û zengîniye bo wêjeya kurdî, çikû ew ne tenê serpêhatiyên kesayetî ne, lê belê dîroka gelê rojavaye wek civat û bizava siyasî ji bilî gelemperiya pirtûkê li ser rewþa gelê kurd li hemû parçan.


Bi rastî ew hestên hezkirina zimanê kurdî xweþik diyar dibin li cem nivîskarê mey hêja, weke ku wî jî dabû xuyakirin sedemên nivîsandina wî bi zimanê kurdî û ew dilketbûna bê sînor ji zimanê wî re. Ev hezkirin tê wê watê ku pirtûk bi zimanekî kurdî xweþ û hesan hatiye nivîsandin, ew zimanê kurdî yê rewan û þêrîn li herêma cizîrê-beþê rojava, nemaze ku ev ziman ta roja îro li gund û deverên herêma me tê axaftin. Nivîskar bi wî zimanê paqij yê ku bêtir li gundên kurdan tê parastin, bîranînên xwe xemilandine û ji ber ku wî zaroktiya xwe li gund derbas kiriye, ew gotinên kurdî ê Kevin û resen bi karanîne û ta radeyekê ku roja îro gelek ji wan gotinan nema bikar tên û jibîr dibin li hin deveran.
Em Karin bêjin ku pirtûk ji aliyê zimanê nivîsînê ve, xweþ hatiye hûnandin û nivîsandin, û ev tiþta han nirxê wê bilind dike wek berhemekî wêjeyî di pirtûkxana wêjeya kurdî de, ji ber Textor alavên nûjen jî tevlû kirine û di hin deveran de têrmên latînî bikar anîne û wata wan jî danî ye, ev gava han ziman dewlemend dike, dema ku ew gotin bi kurdî nebê, helbet weke hemû zimanên cîhanî, zimanê kurdî jî pêwîste ku xwe tevlî vê cîhana nûjen û pêþketî bike.



Pirtûk bixwe bîranîn û serpêhatiyên kesayetî ne yê Dr.Heznî û malbata wî, lê ev kesayetiya han helbet tê girêdan bi civatê ve û rewþa gelê kurd ve di wê demê de, û ev pêwendiyên han tên xuyakirin di hundirê pirtûkê de lê ne bi wî rengê fereh, ji ber ku pirtûk bixwe li ser jiyana nivîskare û mirovên wî ye. Bi rastî nivîskarê me bi hemû þêweyên xwe ve xwedî bîr û baweriyek intêlêktwale, ew hestên mirovayetî( homanizm ), pir diyar dibin li nik wî di buyer û demên jiyana wî de nemaze ew giyanê kurdistanî û girêdana netewî, loma ez dibêjim ku wî hinekî bi berferehî li ser  rewþa kurdî rawestane, bi taybet aliyê siyasî û civakî ji ber ew bixwe çavdêr û çalakvan bû di pir bûyeran de wek kesayetiyek erênî, wê çaxê pirtûk bêtir ew rengê dîrokî-dûkomental wê bistanda, lê dîse jî ew xwediyê pirtûkê ye û mafdare ku çi bi nivîsê li ser jiyana xwe .
Bi rastî em Karin textor Heznî wek nimûnek pir pozîtîv binirxînin, nexasim di warê hezkirina ziman de tevlû ku dereng jî hat, lê cihê þahiyê ye ku xwedî li zimanê xwe derdikeve û bi astekî bilind jî dinivîsîne, û bêguman ev pirtûka wî didê xuyakirin ku ew ne kêmî van nivîskarên kurdî yên navdare ku ji wan ne xurtir be jî. Loma em jê hêvî dikin ku vî karê xwe berdewam bike û wê jiyana gelê kurd bi giþtî beramber wan kar û serpêhatiyên wî bi wan hestên kurdayetî dîroka beþê rojava em bêtir li ser rawestin û bi nivîsin û ziman û wêjeya kurdî pêþbixin. 
   

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark