Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger




 Amadekariyên Cejna Newrozê Li Bajarê Schleswig (Þilêswîg)            Vedenga kiþwerên omîdan.            Hejmara (21) a Kovara Þermola Derket            Rola kovara (Ronahî) di çand û bizava çapemenya Kurdî de .. Xelek: 9(Hej.13,14,15,16)            BÊHNA ÇIYAN            Derew            Dilopek rehnî li ser Gardiyan ya nivîskar Bûbê Eser            Vedenga þevê            Ahenga Roja Cîhanî ya Jinê û Roja Cil û Bergên Kurdî            Mûzîk û karisma            Têhna reþaya çavên Te            Di Roja Cîhanî ya Jinê de, Panoramayek li Dor Rola Jina Kurd li Beriya Mêrdînê            Yekem Jina ku Kulîlkek bi navê Kurdistanê bi nav kiriye            DI BÎRANÎNA (33) SALIYA RAPERÎNA GELÊ KURDISTAN DE            Rola kovara (Ronahî) di pêþketina çand û çapemeniya Kurdî de.. Xelek:8 Hej.(6,7,8,9,10,11,12)

Nûçe: Amadekariyên Cejna Newrozê Li Bajarê Schleswig (Þilêswîg)


Bi bûneya hatina cejna Newrozê, Komeleya Kurdî-Elmanî li bajarê Þilêswîg dê bi hin çalakiyên balkêþ rabe.
Li roja 20.03.2024an demjimêr 16.00 bi vexwendina kesayetiyên bajar dê agirê Newrozê li navenda bajar bête hilkirin û bi diyarîkirina gulan li ser amadebûyan Newroza wan bête pîroz kirin.
Hin endamên Komeleyê jî xwebexþ dê piþtî hilkirina agirî diyariyan li ser zarokan belav bikin.
Bername wê bi govend û þahiyê li dora agir xweþtir bibe.
Em ji amadebûyan hêvî dikin, paqijiya navenda bajar û ewlehiyê biparêzin.
Dîsa jî, em ji Kurdistaniyên xwe daxwaz dikin ku ahenga xwe bi aramî û xweþî pêk bînin û wateya Newrozê nîþan bikin.

Bixwîne... Nûçe

Berhemên Nû: Hejmara (21) a Kovara Þermola Derket


Hejmara (21) a kovara Þermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê kurdî û erebî tê weþandin, derket.
Dosyaya vê hejmarê (Þoreþa Wêjeyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê) ye, ji pêþekiya hejmarê:
" Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji sala 2012’an ve di gelek guhertinan re derbas bûn û ji wê demê de þoreþeke siyasî, civakî û çandî lidar e. Peymana Civakî ya Rêveberiya Xweser mafên rewa yên zimanî û çandî yên hemû gelên herêmê “Kurd, Ereb, Suryan... hwd.”, di nav de jî azadiya weþangeriyê diparêze. Di encamê de qada wêjeyî bi awayê îdarî di forma xwe ya fermî (Rêveberiya Xweser) de hat organîzekirin, di heman demê de derfet ji saziyên wêjeyî yên xwecihî re hat dayîn ku bi berhemên xwe derkevin holê, bi hev re bibin alîkar ku tevgereke wêjeyî ya ciddî li herêmê çêbibe, di encamê de çapxane, weþanxane, pirtûkxane, navendên wêjeyî û wergerê û rojnamevaniya wêjeyî û destpêkirina proseya çapkirin û weþana pirtûkên bi zimanê dayikê, bi taybetî Kurdî û Erebî, derketin pêþ.

Bixwîne... Berhemên Nû

Lêkolîn: Rola kovara (Ronahî) di çand û bizava çapemenya Kurdî de .. Xelek: 9(Hej.13,14,15,16)


Dr.Phil.Ebdilmecît Þêxo

Di çîroka (roviyê qut) de wehe hatiye nivîsîn:Rojekê roviyek hebû,ew herdem diçû mastê pîrekê dixwar,pîr pir bêhnteng dibû,þevekê pîr li mastê xwe dipa,ewê dît  roviyek di nîvî þevê de hat  û mastê wê xwar, pîrê rahiþte  þonikê û ewa li rovî werda,dûvê rovî qut bû,lê gava ew çûye cem hevalên xwe,her roviyekî bi wî re got:(Ha quto min di bin dûv kuto).Paþê rovî bi xwe re got:Ez nikanim bê dûv di nav roviyan de bimînim,ew çûye  cem pîrê û bi wê re got:Tu duvçilka min bide min,ez nikanim di nav hevalên xwe de bê dûv bimînim,ezê dewsa dûvçilka xwe sewêlek pere bidim te,pîrê dûvçilka roviyê li wî vegerand,lê bi serda jî çend morik û zengilok jî pêve kiribû,rovî pir bi kêf (dilxwaþî)çû nav roviyan,hemûyan ji rovî pirsîn;te  ev tiþtên xweþik ji kuderê peyda kirine,tu dikanî dûvên me jî weha çêkî?

Bixwîne... Lêkolîn

Gotar: Dilopek rehnî li ser Gardiyan ya nivîskar Bûbê Eser


Rêber Hebûn

Ev pirtûk mirov dikare ji qurzîka nivîsên  belgeyî ve lê meyze bike bêhtirî ku lê mîna romanekî  binêre , ew ji cûreya nivîsên ku hewil didin rewþa çaxekî bînin ziman, têde tevgerên kurdî ligel çepgiran li meydana jiyana siyasî  diyar dibûn, ew dîmena çaxekî tarî ezber dike û hewil dide ku bibe cihê dan û standinê.
Nivîskar Bûbê Eser bi xwe girtiyekî siyasî bû, di wê zîndana a bi sernavê Gardiyan de, gelek salan jiyabû, mîna her girtiyekî para xwe ji iþkenc û lêdanê  dîtibû, ew nivîs dagirtî þewat ,xemgînî û bê hêvî ne, lê girîngiya xwe ji nifþên  nû re û kesên ku doza rastiyê dikin heye, ew girtîgeh dîmeneke ji dîmenên dîroka tekoþîndariya siyasî û xebata netewî a Kurdistanî li bakûr aþkere dike, helbet di wan çaxên heþtî de gelek tevger li seranserî rojhilata navîn derketin , li hember ricîmên mîna Tirkî, Îran, Sûrî, Îraq û Libnanê  sekînîbûn, liv û tevgerên wan ne bi qasî xurtbûna wan desthilatiyan bûn ,

Bixwîne... Gotar

Nûçe: Ahenga Roja Cîhanî ya Jinê û Roja Cil û Bergên Kurdî


Li Bajarê Kiel-Elmanyayê bi helkeftina Roja Cîhanî ya Jinê û Roja Cil û Bergên Kurdî, Hevgirtina Jinên Kurd ya Rojavayê Kurdistanê çalakiyek li dar xist. Çalakî bi sirûda netewî ya Kurdistanê dest pê kir. Birêz Gulistan Beþîr û birêz Selame Abdullah li ser Jinên navdar yên Kurdistanê û rola jinê bi giþtî di dîroka Kurdistanê de peyivîn û bi berfirehî li ser kar û xebatên Hevgirtina Jinên Kurd li Rojavayê Kurdistanê û derveyî welat hin daxuyanî dan. Di pey re derfet dan mêvanên xwe yên ku ew vexwendibûn, ta ku peyva xwe pêþkêþ bikin. Li evê çalakiyê hejmareka zêde ji jinên Kurd amade bibûn û sifreyeka rengareng ji bo mêvanan hatibû danîn û bi diyarîkirina sorgulekê rêz li jinê hat girtin.
Bername bi hestên kurdewarî û govendê bêdengiya salonê þikand. Li dawiya bernameyê çalakvan Dayika Çelengî bi helbest û stranan dilê hemûyan xweþ kir.
Pir bi dilxweþî min ev karê hêja nirxand, bi hêvî me ko hemû jinên me û bi taybetî li welatên biyaniyê karibin evî rewanê kurdewarî di zarokên xwe de biçînin.

Bixwîne... Nûçe

Gotar: Mûzîk û karisma


Nizar Yosif

‏Di hunerê dengbêjiyê de siroþ (talent) roleke sereke dilîze, stranbêj yan dengbêj bi rengê xwe yê bijare diyar, xweþik û afirîner reng dide, ku þopa xwe bi morek yekta li guhdarvanan dihêle.  Meqateya wî ya bi cefa ji bo xebata wî û hewldan û domdariya wî di perwerdehiyê de ji bo ku berhemê wî yê hunerî serkeftî be, ev e ku xemilek ciwan dide stranbêj û telesma performanê bi hebûna hestê nazik, ku hêza Vekiþandina bi ser xwe ve dide guhan, da ku bi kelbûna bihîztinê mijûl bibin.  Xwedanê van taybetmendiyên hanê tenê hinek ên kêm û cudane di nava civaka hunermendan de.  

Bixwîne... Gotar

Gotar: Di Roja Cîhanî ya Jinê de, Panoramayek li Dor Rola Jina Kurd li Beriya Mêrdînê


Konê Reþ

  Bi min xweþ e ku, di roja Cîhanî ya Jinê de, karibim ronahiyê berdim dor rola jinê di civaka Beriya Mêrdînê de. Rola jinê di mala kurdî de û vê gotina ku bav û kalên me gotiye: (Jin stûna malê ye), biçesipînim.. Erê rola mêr mezin e, lê barê giran li ser piþta jinê ye, jin stûna malê ye. Erê jin nîvê civakê ye.. Wek ku diyar e, di vê serdemê de guhdanek mezin bi jinê heye. Nexasim ji rex saziyên sivîl, dewletên demokrat û Netewên Yekgirtî ve..

Bixwîne... Gotar

Gotar: Yekem Jina ku Kulîlkek bi navê Kurdistanê bi nav kiriye


Þîlan Doskî

Di dîroka giyanasiyê de 21 gul û giya bi navê Kurdistan-kurdistanîka (kurdistanica) hatine tomarkirin.  Giyanasa  Îsraîlî ya ku li Rûsyayê ji dayik bûye Naomi Feinbrun-Dothan (z. 17ê Nîsan 1900)  di sala 1933an de, ligel þandeka heft zanyarên Zanîngeha Îbranî ya Orþelîmê ku ji aliyê Wezareta Çandiniyê ya Iraqê ve hatibûn vexwendin, seredana Iraqê kir. Armanca wê ya sereke ew bû ku lêkolînekê li ser daristanên Kurdistanê pêk bîne û lîsteya navên daran amade bike û ji bo daristanan û parastina wan pêþniyaran pêþkêþ bike. Xatûn Feinbrun kulîlkek bi navê zanistî yê Bellevalia kurdistanica Feinbrun. (Sinbilgula Kurdistanê) tomarkiri ye ku ev nav sala1940î de, di kovara giyanasî ya Filistînê, xeleka Orþelîmê  “Palestine Journal of Botany. Jerusalem Series“ de hatiye weþandin.

Bixwîne... Gotar

Gotar: DI BÎRANÎNA (33) SALIYA RAPERÎNA GELÊ KURDISTAN DE


HIÞMEND ÞÊXO

Di /5/3/1991an de berî bi (33) sal raperîna gelê kurd li dijî zordariya rêjîma Be`sî destpêkir û birêket , rêketin û ragihandina wê ji Raniya - Silêmaniyê de destpêkir û gava di piþtre rûxandina Kela zordariyê li Hewlêrê û paqijkirina Duhoka xoþewîst ji artêþa Partiya Be`s bû , û di Newrozê de Kerkûk hate rizgarkirin , herwiha bi dehan bajar û bajarokên kurdistanî bi xwîna pakrewanan û tekoþîna Deh Hezaran ji gelê me yê serhildêr hatin rizgarkirin.
Berî bi (33) salan Yekîtî Niþtimanî Kurdistan rêbertiya vê raperînê kir û heya bi vê kêliyê ew bi name û armancên wê pabend e , û xebateke bêhempa ji bo parastin û pêþxistina destkeftên wê di demoqratî û azadiyê de dike.

Bixwîne... Gotar

Lêkolîn: Rola kovara (Ronahî) di pêþketina çand û çapemeniya Kurdî de.. Xelek:8 Hej.(6,7,8,9,10,11,12)


Dr.Phil.Ebdilmecît Þêxo

Çawa kovara(Ronahî)giringî dabûye gotarên cur bi cur û nûçeyên  navçeyî  û cîhanî,herweha jî ewê giringî dabûye piraniyên cureyên wêjeya Kurdî;(çîrokên gelêrî,helbest,pend û þîret),emê di destpêkê de piraniyên çîrokên gelêrî di kovarê de nemaze yên li gorî me, pir balkêþ û watedar ji hejmara (1)ê tanî (28) an de bi xwendevanan bidin nasîn û  nirxên  wan jî   li gor nirînên xwe bi kurtebirî þirove bikin,lê divê em destnîþan jî bikin ku  di vê xelekê de serpêhatiyek jî bi pênûsa Celadet Bedirxan hatiye weþandin. 

Bixwîne... Lêkolîn

Berhemên Nû: Helbestvan û nivîskara Kurdistanî Mizgîn Hesko bi berhemeke nû, tête pêþbirî xwîner û hezkiriyên çand û wêjeya Kurdî.


/ Dayikên me, xwedanên deh destan bûn û di þevên reþ û tarî de, Gelawêjên ronîdar bûn û tiliyên xwe ji nifþên nûhatî re, find û þemal vêdixistin. Ji bo wan, ev gulbijêra gotaran diyarî ye./

Wiha Mizgîn Hesko û bi vê berhema xwe a herî nuh, bi gulbijêreke ji gotarên xwe, tête meydana hizirmendiyê. Di berhemê de, 35 nivîsên renge, reng cî digirin û ji wan jî hin bi þêweya lêkolanê ( Lêkolîn) û hin bi þêweya xwendin û nirxandinên wêjeyî û ji mijarên sereke, ên ku di berhemê de, cî digirin: Jin û hebûna wê a taybet. Jin û pirsa wêjeyê. Covid- 19 ( korona û hin mijarên girêdayî Pandemiyê. Kurd û nemaza di warên hizirîn û dan û sitandinê de û hwd.

Bixwîne... Berhemên Nû

Çîrok: Fermana Destgîrkirinê (kurte çîrok)


 Zara Salih

Wê êvarê, otomobîla xwe ,bi firêmekî jikel, rawestand. Herdu leþkerên çekdar yên pêre li wir man, lê ew bi tena xwe ber bi derî ve çû. Destê xwe avête simbêlan, ku her rep bûn mîna stiriyên jîjoyan, û çend kulmên giran li wî deriyê hesinî dan û kaxezek ji berîka xwe derxist. Çend xule bêdeng derbasbûn, êdî ji nîþka ve bi zîqênî derî vebû. Çavên wî çi bibînin, tenê du lingên mezin mîna yê cinaweran li ber wî ketin û ne giha serî bibîne. Tevzînokên sar hemû laþê wî girt û nema zanîbû çi bike, xwêsî li þûna gotina di qirka wî de ma û wilo, lêferihayî,  sekinî û rê ne dida deng da derkeve ji zengelorê. Rabû, bi destekî lerizî, ew kaxez da dest. Tirs her berdewam e.

Bixwîne... Çîrok

Gotar: Belê Hebûna Me Di Zimanê De Ye


Konê Reþ

  Eger roja 21ê Sibatê “Roja navnetewî ya Zimanê Dayikê” be, em vê rojê li gelê xwe pîroz bikin û xelkên xwe agahdar dikin ku, roja Zimanê Kurdî 15ê Gulanê ye. Ev roja ku ji berî 92 Salan ve, kovara HAWARê li Þamê hatiye weþandin ku yekemîn care di dîroka Kurdan de zimanê Kurdî (Kurmancî û Soranî), bi alfabeya Latînî hatiye nivîsandin. Ji wê salê ve rewþenbîrên Kurd his û hestên xwe bi zimanê dayika xwe tînin ziman û zimanhezên kurd li gor vê banga Mîr Celadet Bedirxan dilivin:

Bixwîne... Gotar

Gotar: Rêyên zanyarî ji tekoþîndariya nijadperestî, koçberîbûn û totelîteriyê re


Rêber Hebûn

ji pirtûka Evîn hebûn e û hebûn zanîn e

1- xuristiya sîstemên rojhilatnavînî

Rojhilata navîn di  seranserê neqþeya xwe de ricîmên mîna mafiyayê têde berz dibin, rewa ne di warê navdewletî de, terorê li pêþ çavê cîhana sivîl pêktîne, guhertina wê bi destê destwerdana derveyî ve ye, ne li ser xwestek û vîna cemaweran e, li gel wê  ew dewletan tundiya kor pêktînin ji bo serkotkirina çi tevgereke gelerî armanca xwe guhertin e, li pêþ newêrekiya van desthilatan û sertiya wan ji kolekirina cemaweran û dûrxistina wan ji þêweyên têgihiþtina jiyanê, dema jehrên xwe yên netewî û ragehî ji gelên xwe re dihêlin bi rêya wê ve fermandariya xwe ji civakê re berdewam dikin carne bi xapandinê ve û carne din bi hêzê ve,li gel wê em dikarin bibêjin ku vexwenderê guhertinê ( dijberiyên çekdar) ne rastbûn bi vexwendina xwe ji guhertinê re, ew  têgeha guhertinê tênegihîþtin ji bilî guhertina kesayetan û danîna kesayetên din dewsa yên berê, xemên ên nû tenê berdewamkirina rêbaza pêþiyên xwe yên zorkar  (Hilbûna Sûrî) (Îraq piþtî ketina Seddam Husên.)

Bixwîne... Gotar

Gotar: Dermankirina bi Peyvan


HUNER BEHZAD CINÊDÎ
 
 Yek ji arezûyên min ên herî nêzî min -di jiyana min a giþtî û taybet de- nêçîra peyv, hevok û wateyan e!  Li peyvên kûr, watedar û pîroz digerim. Nêçîriya wan ji pirtûkan, ji axaftinên bavê xwe, ji lavayên dayika xwe û ji rûpelên hevalan dikim. Wan ji devê mirovên normal, ji nav peyarêkên kolanên kevnar, ji þûnwaran, ji pelên ketî...ez wan dinivîsim, ezber dikim, maç dikim, hembêz dikim... Bi wan re direqisim, radikevim û bi wan re dijîm û bi wan dimirim...Belê, ew peyv in!

Bixwîne... Gotar

Çîrok: Wisa bêje kirîv


Bavê Zozanê

Keçê Seyro ka em çibikim law bi yezdan bi taûsê melek nema debar bi van dizan re dibe her sibe em ser dengê cîrana û diziyê radibin keçko,ê ku dibêje þevê dî bizina min hatiye dizîn, yê ku dibêja þevtira dî herdu mihê ku þîrê zarokan me ji wan didoþt winda bûne, yekî li wan vedgerand wê rojê eloka me ku dor 7 kîloan hebû ta derengî þevê jî li ser sifirna hewþê melistdibû ,sibihê em rabûn nebedî bûbû vê dawiyê dewsa wê ,li tingê binya bênderan ku çeqelan rovî û pirtik û gemara wê  xebartibûn me dît … 

Bixwîne... Çîrok

Gotar: PENCEMOR


Zagros Osman
 
keçek zarok li Biyanistan mezin bû ye, wê yekemîn car ligel Diya xwe serdana Welatê Dê û Bava bike, loma ew þerpesze bû ye, ji Bavê xwe re dibêje: Baba eger hat û ez giham Welêt ditirsim Axa wî li min xwedî derneke ve, Bayê wî guhnede min, Ap û Xal min nasnekin, ditirsim hinek li Nasnameya min bipirsin, hebe xelk rûnedin min, an ku Axa wî þopa Nigê min nasneke, ditirsim li ser Rê winda bibim.  
Bav gote Zaroka xwe: keça min ev Welat ne mîna ti Welata ye, Welate… Welat.. Welatê me ye ji Gerdonek dîtire, dil mezine ,Asîman bilinde, Sîng firehe, pêdiviyî Nasnameya nabe da ku Te nas bike, Ti qetek ji wî ye, hema ku dengê dilkutkên Te bibhîze wê Te nas bike, tenê Þîrheraman nasnake, dilgiran nebe Karika min, Mih li Berxa xwe dibane, di Welatê xwe de ti carî Tu derbider nabe,  li ber Dergehan parsê nake, ew hêlîna Te ye, de here û dema Ti gihiþtê bi Axa wî desmêj bigre, jibo Roka wî limêj bike, Toza wî hilmije,  Bûnewer… Ba…

Bixwîne... Gotar

Gotar: DI ROJA ZIMANÊ ZIKMAKÎ DE


HIÞMEND ÞÊXO

 MIN DIGOT QEY TU BI ZIMANÎ
MA TU BI KURMANCÎ NIZANÎ.. CEGERXWÎN

Di roja zimanê zikmakî de ez vê pirtûka xwe diyarî hemû mamosteyên "Zimanê Kurdî" dikim.
Hînkirina Zimanê Kurdî - Asta Yekemîn
Korsa Hînkirina Zimanê Kurdî li Zanîngeha Helebê
Di Tebaxa sala 2021an de Zanîngeha Helebê - Amojgeha bilind a zimanan - Beþê zimanên niþtimanî bangek bi derxistin û korsa yekem a fêrkirina Zimanên Kurdî - Ermenî û Siryanî ragihandin. Di vê çarçewê de û bi armanca parastin û pêþxistina "Zimanê Kurdî" min ev pirtûka ji bo korsa zimanê kurdî - Zanîngeha Helebê amede kir.

Bixwîne... Gotar

Gotar: Ez û Ev Dîwana Zarokan: (Qamiþlo! Bo te Silav)


Konê Reþ

  Ev dîwana zarokan (Qamiþlo! Bo te Silav), dîwana min î çara ye ji zarokan re. Ji ber ku hunermendê dengxweþ (Medenî Cemîl), helbesta (Qamiþlo! Bo Te Silav), bi awaz û dengê xwe kiriye stran û kêfa cemawer jê re hatiye, min navê wê li dîwanê kiriye.
  Ev dîwan ji 16 helbestan û 7 çîrokên zarokan yên folklorî pêk tê. Min ew helbest di çax û demên têvel de nivîsandine. Eger hin helbest ji neviyên min re bin jî, ez zarokan tevan wek neviyên xwe dibînim.. Hem jî mukur têm, dibe ku hin helbest di ser astê zarokan re bin.. Belê ku, Neh-Deh helbest ji vê dîwanê cihê xwe di civaka zarokan de bigirin, baþ e. Bêtir mebesta min belavkirina þêraniya Zimanê Kurdî ye.

Bixwîne... Gotar

Nûçe: Komeleya Kurdî-Elmanî (Kurdisch-Deutscher Verein Schleswig-Flensburg e.V.)


Piþtî salekê ji damezirandina Komeleya Kurdî-Elmanî, evro 17.02.2024an li bajarê Þilêswîg (Schleswig) konfiransê salane yê komeleyê lidar ket. Endam û berpirsiyarên komeleyê li ser xalên giring raswetiyan, kar û çalakiyên sala bihurî 2023an nirxandin û li ser rewþa nexþexebata dahatî peyivîn.
Di civînê de li ser çalakiyên sala nû û bi taybetî Newroz û agirdadana êvara Newrozê û li ser pêþingeheka kevalan ko du þêwekar ji hêla komeleyê dê li salona kulturan kevalên xwe pêþdîtin bikin, ev babet û gelek babetên din bi þêweyekî dîmuqratî û rêzgirtin hatine gengeþekirin.

Bixwîne... Nûçe

Çîrok: Dara Tiwê


Bavê Zozanê

Dawet e qîr û qiyamete ev çar rojan lidare  hîn du rojên din jî mane ,diya zavê xwe davêjê tor û bextê tevahiya mêvanan semagiran piçûkan mezinan keçan qîzan …Ez Qurbana we bim ez di bextê we û xwedê de bim hayî ji darika min î tiwê hebin darika min hîn rexl e berya heftiyekê bavê zarokan ji gundê papîr ê xwe anî ,min û wî bi destê xwe çand .Wisa  karê dayê di wan herdu rojên mayî de jî ev bû devê wê ne sekinî lingên wê ne ketin bin wê ,pêvî dengê daholê pêvî dengê zirnê pêvî pêwistiyên þahiyê pêvî gotgota pîrekan pêvî ser êþê,agir di laþê wê de dilîst hem ji tirsa hem ji westandina ser piyan.

Bixwîne... Çîrok

Gotar: Ji Ristezara Elindê...1.


Mizgîn Hesko

Rist....?!  û di warê zimannasiyê ve, dibe ku hevok bixwe be.
An jî Bendik e, xêzeke kurt e û hin agahiyan nîþan dide û wan tînê holê.
Bi Ingilîzî= Sentence.
Bi Almanî = Satz.

Di heman demê de, gotina / Ristin/ tê wateya sazkirin, diristkirin, afrandina tiþtekî nuh .
Mirov dikare bi teþiyê....rîsê xwe birêse : wiha jî û di dem û dewranên berê de, dapîr û dayikên me, „Hirî „ bi teþiyê ve dikirin û jê/ BEN/ çêdikirin .

Bixwîne... Gotar

Gotar: Qirkirina Êzîdiyan


Ezîz Xemcivîn

Gelek tawanên hovane rêkxistina bi navê Daiþ (Dewleta Islamî) di çerxa 21ê de di dermafê mirovîniyê de kiriye. Gelek milet û bi taybetî Kurd ji Kobanî heta bi Þingalê komkujiyên bê hempa di dermafê me de pêk anîne.
Di berhêma giranbuha ya mamoste Dawid Mirad Xetarî de ko ew ji heft çerman pêk tê, qirkirina Kurdên Êzîdî ya fermana 74ê ya ko li herêma Þingalê û gundên wê bi destê xwînmij û dirindeyên Daiþê pêk hatiye belgeh kirine.
Karê ko mamoste Dawid kiriye, dîdeyên kesên ji komkujiyan rizgar bûne, nivîsandina bûyeran û wêneyên kujtaran, axaftina jinên sebîkirî û liberxwedana þervanên çiyayê Þingalê, komkujiya gundê Koço, gorên komel, bobelatên ko bi serê zarokên Êzîdiyan de hatine, serjimarkirina cangoriyan û gelek tiþtên din hatine nivîsandin.

Bixwîne... Gotar

Gotar: “Derbasbûna di dojehê re”, romana dibistana bi zorê.


Qado Þêrîn

Xwendina romanan guhertin e, þikenandina rotîna jiyana rojane ye, teþwîq e. Dibe alîkar ji bo mirov xwe xurt bike û bi zanîn û zanyariyan bi pêþ ve bibe. Her wiha nerîn, civak û hizr û bîrên mirovên din nas û fam bike, û bi çav in cuda li cîhanê binere daku, wêneyê mezin zelal û ronî bibîne. Wêne yê me jî, yê em dixwazin nas û fam bikin, jiyan û serpêhatiya girtiyekî di zindanên rêjîma Sûrî de ye, romana “Derbasbûna di dojehê re” ya nivîskar Hisên Çelebî ye.

Bixwîne... Gotar

Çîrok: Sêzdeh Salên Tenêtiyê..


Mahîn Þêxanî

Piþtî nîqaþ û nîqaþên cidî li ser qebûlkirina vexwendina nasekî ji bo þahiya daweta "kurê" xwe, wan biryar da ku li dû lêkolîneke berfireh li ser hemû alî û aliyên ku bi rewþa wan a aborî ve girêdayî ne, û wekî derfetek dîrokî ji bo aramkirina nervên xwe yên teng û berdewamiya wan. Xemgîniya gefên cîranê xwe "Bakur", û ji bo bidawîkirina tecrîda sêzdeh salan li ser xwe, ku ji îzolasyona sed salan ji bo nivîskar û çalakvanê siyasî yê Kolombiyayî: Gabriel García Márquez dijwartir bû.

Bixwîne... Çîrok

Gotar: Dîwana Neynikên winbûnê di kevalên Dildar Felmez de


Nivîskarê Deqê: Xalid Xelîfe
Wergerandina ji Erebî: Mehmûd Badilî

Dema ez ciwanekî piçûk bûm, min dixwest bibim nivîskar. Di qonaxeke pêþ de, min helbestên dîwana Ferec Beyreqdar a yekê ya bi navê “Tu ne bitenê yî” xwendin û bi hevalên xwe yên nivîskarên ciwan re, bi taybetî jî çepgirên nifþê xwe re, dan parvekirin. Piþtî wê helbesta wî ya bi navê “Gulsurxî” di sala 1981ê de ku di pirtûkeke piçûk de hatibû weþandin û me ew wek belavokekê bi dizî li nav hevûdin da belavkirin, nemaze ku helbest giyanê "Xusro Gulsurxî" helbestvanê ku ji aliyê sazîya SAVAKê ya Þahê Îranê ve hatibû bidarvekirin, silav dikir.

Bixwîne... Gotar

Gotar: Xwendina romanekê


Mizgîn Hesko

Romana Mîlan Kondêra / Milan Kondera  / Bûnewerê ku sivikbûna wê nayekêþ ( hilgirtin).
( Romana yekemîn e ku di vê salê de, wê dixwînim)

Wiha dipûnijî: pirsa sereke ne ew e ka ew dizanin? Lê gelo, ew bêguneh in ji ber ku nezan in?
Aya ew bêhiþê li ser textê mîranî rûniþtî, ji hemî berpirsiyariyê parastî ye, ji ber ku bi tenê bêhiþ e?

*Mîlan Kondêra.

رواية ميلان كونديرا / كائن لاتحتمل خفته/.

Bixwîne... Gotar

Berhemên Nû: Tora Medyaya Rûdawê û Çapkirina Dîwana Mele Nûriyê Hesarî


Konê Reþ

 Di roja 1.2.2024an de, li navenda Hevgirtina Rewþenbîrên Rojavayê Kurdistanê/ HRRKê li Qamiþlo, dîwana Mele Nûriyê Hesarî, ji rex kurê wî Abdulwehab ve, ji nivîskar, helbestvan û rewþenbîrên Kurd re hat îmzekirin. Hejaye gotinê ku, Tora Medyayê ya RÛDAWê ev dîwana Mele Nûriyê Hesarî di du cildên bedew de; yek 368 rûpel û ya din 420 rûpel, çap û belav kiriye.
Wek ku diyar e Mele Nûriyê Hesarî zimanzan û helbestvan bû.. Ew di bin bandora helbestên Cegerxwîn, Melayê Cizîrî, Xanî û Feqê Teyran de þiyar û serwextî derd, jan û nexweþiyên civaka xwe bû.. Jiyanek bi kul, êþ û keder derbas kir û ji kerba navê xwe kiribû Pirêþan.
Kurtiyek ji jiyan û berhemên Mele Nûriyê Hesarî: Ew ji malbateke xweneda, zana û bîrewer bû. Bavê wî mele bû, diya wî jî keça melan û jineke quranxwenedî bû. Ew di 1934an de li gundê Hesara Kercewsê çêbûye. Navê diya wî Xanim e, navê bavê wî Mele Yûsivê kurê Emer e. Tev pirtûkên wî, bi Zimanê Kurdî û alfabeya latînî hatine nivîsandin.

Bixwîne... Berhemên Nû

Gotar: Asingerê kor


Ezîz Xemcivîn

Romana nivîsevanê Kurd Kovan Sindî ye, ji weþanên Peywend e. Romaneka komplêks e, girêkdayî ye, ji rasteqîne, fantazya û rewiþtên civakî yên têvel e. Pênûseka cuda ye, bi zanîn hûnandin kiriye.
Asingerê kor mîna gelek kesan bedbext e, li çi û kê rast tê, tête qewirandin û dibe nehezker. Tev ko tiþtekî nerewa û nesaz ne kiriye! Civak wisa ye, bêþensî mirov dixîne, bêþensî bêxwedîtî û bê piþtgirî jî mirov serþor dike.
Asingerê kor ji dema ko zarokitî, sinêletî û heta bi gencatiyê jî, berê xwe dide çi li pêþberî wî rê tête girtin. Ji destekî heta destekî din tête firoþtin, lê bêþensî her li gel wî hevalekî dilsoz e.

Bixwîne... Gotar

Çîrok: Destê bi tenê


Bavê Zozanê

Wê þevê sax xew bi çavê Þiyar û tevahiya malbata wî neket, xirecir û qerebalixa mala cîranê wî Hemo bi ser gund diket.
Deh cara xwe bir vî alî wî alî cihê balîfa xwe guhart lihêf davêta nîvê serê xwe cilik xistin pencerê na fêde nekir. Hewiþ nimze dîwêr bihevene pencer lihev dinêrin þev jî deng zû dughêze.
Deng tevlî hev dibin,bilind dibin nimiz dibin carna dibe piste pist carna giryê zaroka wanî piçûk tevlî dibe,carna wek dengê þikestina firaxa dihat carna Þiyar ji niþkave deste xwe li nîvê serê xwe dipeland ka ew peyala ku avêtine hev li serî wî ket yan na gelo þikest gelo xwîn jê hat,xirecir bilind dibe ,hevjîna þiyar êdî ji dengê sixêfê wan þerm dike ji qazîka xwe di xew ve dibir ,diwê çixaran kijûlên xênî reþkirin e, li banê xênî dûman dilîst  bûbû mîna ewrekeî giran dike bibare..

Bixwîne... Çîrok

Gotarên kevin

17.02.24
· Komeleya Kurdî-Elmanî (Kurdisch-Deutscher Verein Schleswig-Flensburg e.V.)
· Dara Tiwê
09.02.24
· Esîr im,
08.02.24
· Xelwetgeha Ronahiyê.
· Þev
07.02.24
· Ji Efrînê heta bi Serê Kaniyê û Þingalê
· WARÊ MINO
· RÊVEÇÛN
06.02.24
· Ji Ristezara Elindê...1.
· Çivîkên ber oxirê
04.02.24
· KAYÎN
· JI PERÇEMÊN SOZÊ
· Azadî
03.02.24
· Qirkirina Êzîdiyan
02.02.24
· “Derbasbûna di dojehê re”, romana dibistana bi zorê.
· Sêzdeh Salên Tenêtiyê..
· Dîwana Neynikên winbûnê di kevalên Dildar Felmez de
01.02.24
· Xwendina romanekê
· Tora Medyaya Rûdawê û Çapkirina Dîwana Mele Nûriyê Hesarî
30.01.24
· Asingerê kor
27.01.24
· Destê bi tenê
26.01.24
· Ez nehrewankirî dikim ku ez jiyam
· Bi du Jîna
22.01.24
· Darberûyek û heþîn têm...!
· Li Ser Rêya ku Diçe Pirtûkxaneyê
· BAVO, JI XEW HIÞYAR BE!
21.01.24
· Ne bi destê me ye,
· NAMA VEKIRÎ
· NIMYIÞKARA CILAN
18.01.24
· Himêza axê û dilên vêketî.

Nûçeyên Kevin

X

Helbest