Konê ReþBeriya Mêrdînê bi bûyerên xweþ û nexweþ dagirtiye.. Li gor salên dîrokê gelek rûdan û bûyerên wê nehatine nivîsandin. Bi min xweþ e ku ez vê bûyera komkujiya gundê (Hazda Jorî), ya ku di sala 1926an de lê qewimî ye, hema wilo bi kurtî, ji bo we bêjim. Erê ev bûyer gundê Hazdê yek ji bûyerên Beriya Mêrdînê ye. Ev gundê ku dor 5 km Rojhilatî Amûdê dikeve û dor 20 km Rojavayî Qamiþlo ye. Sala ku ev bûyer lê qewimî ye, gundekî ava bû.. dor 60 malî têde hebû.
Di destpêka çerxê Bîstan de, gundê Hazdê bi serokatiya
malbata Delî ji gundên sereke yên eþîra Mêrsîna dihat hejmartin, digel
gundê Topiz bi serkatiya malbata Xello. Di wî serdemê de, ev gundên
eþîrên ku li Beriya Mêrdînê di herêma Amûdê de bûn, hem bi navê xwe û
hem bi navê eþîrên xwe dihatin naskirin, wek ku çawa Amûdê bi navê
Deqorya, Zorava bi navê Bûblana, Xerabkortê bi navê Temika, Moza û
Gundor bi navê Milanên Xidir Axa, Sinceqa Hecî Saadûn bi navê Badîna,
Sebahiyê bi navê Gabara û Hazdê jî wek ku min got bi navê eþîra Mêrsîna
dihat naskirin..
Wek ku diyar e artêþa tirkan Alayê Mêrdênê di Sibata
1926an de, gundê Alaqemþê þewitandin û di encam de gelek mêr, jin û
zarokan hatin birajtin û kuþtin.. Seydayê Cegerxwîn di pirtûka xwe
(Folklora Kurdî) de, hejmara wan kuþtiyan digihîne 1431 neferî, hem jî
helbesta (Pîra Torê), li dor wan nivîsandiye.
Piþtî ku ew artêþa
tirko di dawiya Gulana 1926an de, bi paþ de vedigere Mêrdînê. Di vegerê
de digihêje rastî gundê Hazda Jorî û serleþker nas dike ku gundekî kurda
ye, kurd tê re derbasî Serxet û Binxetê dibin, emrî leþkeran dike û
gund didin ber topan û guleyan.. Di encamê wê êrîþa wan ya bi kîn û
hovitî de 22 kesên kurd yên bêrî têne kuþtin û gelek birîndar dibin.. Di
nav wan kuþtiyan de Hisênê Eliyê Delî û birayê wî Mehmûd, Mele Hamid
bapîrê nivîskarê Kurd Bavê Nazê û hin ji xirîstyanên gund, digel ku
gelek jî birîndar dibin, wek Emso Meyrmçî ji xirstyanan.
Hêjaye
gotinê ku yekemîn car seydayê Cegerxwîn di vî gundî de melatî kiriye û
Mîr Celadet Bedirxan di dawiya sala 1932an de, hatiye vî gundî ji bo
dîtina wî -Melayê ku helbestan bi Kurdî dinivîsîne-. Li vir ev pirs tê
bîra min; çima Cegerxwîn tiþtek li dor Hazdê jî nenivîsandiye, wek ku li
dor Alaqemþê nivîsandiye?!
Qamiþlo 14/1/2023