Hevalbend DDKO-y, Parzer Kurd Anadoliya-navn Cemal Beydogan Dilovaniya Xwe..
Drok: 02 2007
Mijar: Ne



Îbrahîm GUCLU

Roja 31. 08. 2007-an ji bo kurdên anadaoliya-navîn bû rojeke tarî, în û xemgîniyê. Lewra kurdên anadoluya-navîn, kesê mirovhez û dilfireh,  serokeîr,  hevalbendê DDKO-yê, kurdekî xwezayî, parêzer Cemal Beydogan wenda kir.


Cemal Beydogan di 22-ê Sibata 1938-an de li Kirehirê hate dinyayê. Dema ku min di sala 1967-an de dest bi zanîngeha hiquqê kir, ew di zanîngeha hiqûqê de xwendevanekî bi qidem/biemr bû. Herkesî ji wî re “axa-cemal” digot. Ew di maleke mezin û dewlemed de hatibû dinyayê. Ji bona vê ew kesekî ji aliyê pereserfifkirinê de destbelayî, xêrxwaz û palpit bû.
Ew ne aktivîstekî kurdîtiyê bû, lê ew dilsozekî ba, pitgirekî gelek kêtûm, dilewatî bû.
Wî pitî gelek salan zanîngeha hiqûqê di sala 1970-yî de qedand û li Kirehirê dest bi parêzerî kir.  Ew di karûxebatên parêzerî de jî dihat hez kirin.
Ew dema bedarî civatekê/cemaatekê  dibû, ew civata/cemaata bi henekên wî dikeliya, ên dibû. Herkesek bi bedariya wî ya civatê/cemaatê ad dibû.
Ew, xwediyê ruhekî edebî bû. Ew airekî mûtewazî bû û digot ku “ez ji bo xwe helbestan dinivîsim.” Ji bona ku mirovekî di nav xwe de a bû, mirov ji helbestên wî  jî zewk hildianî.
Di sala 2005-an de bi navê “min gundê xwe bîrakiriye” pirtûkeke wî ya helbestê çap bû.
Min îro dema ku têlefonî hevjîna wî parêzer û hevala min a hêja Perîxanê kir, ew him gellek xemgîn bû û him jî gellek kêfxwe bû. Çimkî wê digot ku “nûha li taziya biramezinê te Cemal Axa olen heye û her seetekê bi sedan kes bedarî taziya wî dibin.”
Biramezinê me Cemal Beydogan layiqî ew helwest û olenê ye.
Ez, beriya damezirandin û pitî damezirandina HAK-PARê çûm seredaniya wî. Ew gelek kêfxwe bû. Min bi wî re derfet dît ku careke din rojên bihurî, rewa kurdên Kirehirê, eîretên Kirehirê qise bikim. Min, di wan axiftinên wî de  careke din kûraniya zanyaria wî tespît kir, ez bi wî serbilind bûm.
Bila serê malbat û hevjîna wî, gelê kurd û dostên wî sax be. Kurdên Anadoluya-navîn û hemû kurd dê wî bîra nekin.

Amed, 01. 09. 2007






Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=648