Îbrahîm GUCLU
Roja 31. 08. 2007-an ji bo kurdên anadaoliya-navîn bû rojeke tarî, žîn û xemgîniyê. Lewra kurdên anadoluya-navîn, kesê mirovhez û dilfireh, serokežîr, hevalbendê DDKO-yê, kurdekî xwezayî, parêzer Cemal Beydogan wenda kir.
Cemal Beydogan di 22-ê Sibata 1938-an de li Kiržehirê hate dinyayê. Dema ku min di sala 1967-an de dest bi zanîngeha hiquqê kir, ew di zanîngeha hiqûqê de xwendevanekî bi qidem/biemr bû. Herkesî ji wî re “axa-cemal” digot. Ew di maleke mezin û dewlemed de hatibû dinyayê. Ji bona vê ew kesekî ji aliyê pereserfifkirinê de destbelayî, xêrxwaz û palpižt bû.
Ew ne aktivîstekî kurdîtiyê bû, lê ew dilsozekî baž, pižtgirekî gelek kêtûm, dilžewatî bû.
Wî pižtî gelek salan zanîngeha hiqûqê di sala 1970-yî de qedand û li Kiržehirê dest bi parêzerî kir. Ew di karûxebatên parêzerî de jî dihat hez kirin.
Ew dema beždarî civatekê/cemaatekê dibû, ew civata/cemaata bi henekên wî dikeliya, žên dibû. Herkesek bi beždariya wî ya civatê/cemaatê žad dibû.
Ew, xwediyê ruhekî edebî bû. Ew žairekî mûtewazî bû û digot ku “ez ji bo xwe helbestan dinivîsim.” Ji bona ku mirovekî di nav xwe de až bû, mirov ji helbestên wî jî zewk hildianî.
Di sala 2005-an de bi navê “min gundê xwe bîrakiriye” pirtûkeke wî ya helbestê çap bû.
Min îro dema ku têlefonî hevjîna wî parêzer û hevala min a hêja Perîxanê kir, ew him gellek xemgîn bû û him jî gellek kêfxwež bû. Çimkî wê digot ku “nûha li taziya biramezinê te Cemal Axa žolen heye û her seetekê bi sedan kes beždarî taziya wî dibin.”
Biramezinê me Cemal Beydogan layiqî ew helwest û žolenê ye.
Ez, beriya damezirandin û pižtî damezirandina HAK-PARê çûm seredaniya wî. Ew gelek kêfxwež bû. Min bi wî re derfet dît ku careke din rojên bihurî, rewža kurdên Kiržehirê, ežîretên Kiržehirê qise bikim. Min, di wan axiftinên wî de careke din kûraniya zanyaria wî tespît kir, ez bi wî serbilind bûm.
Bila serê malbat û hevjîna wî, gelê kurd û dostên wî sax be. Kurdên Anadoluya-navîn û hemû kurd dê wî bîra nekin.
Amed, 01. 09. 2007