Tehil û Þêrîn3 û xeleka Mala me
Dîrok: ÇáÓÈÊ 15 ÃÈÑíá 2023
Mijar: Nûçe



Idrîs Hiso

Zincîrediramaya Tehil û Þêrîn werzê 3 li ser ekranê telvizyona WAR tê nimayiþkirin, wekî carên berê, ev zincîredirama di her xelekekê de behsa mijarekê ji mijarên civaka Kurdistanî dike.
Dibe ku ev yekemîn pirojeye wisa maweyê 3 salan berdewam dike û bi hunereke ciwan pirsgirêk û kêþeyên civakî tîne ber çavên bîner û roniyê tîne ser wan bi mebesta zêdekirina asta hoþyarî û zanînê di nav civakê de, û piþtre guhertina riftarên nebaþ û baþkirina rewþa civatê û çûna ber bi pêþve, an jî agahdarîkirina berpirs û aliyên pêwendîdar ji hin metirsiyên rijd li ser civak û welatê me, ji bo wilo jî helbet her aliyê beþdar di vê pirojeyê de hêjayî spasiyê ne.


Di xeleka 17ê de bi sernavê Mala Me, behsa mirovekî dike mala wî mezin e, lê kevin e, biryarê dide ku hemî jiyana xwe ya mayî di vî xanî de derbas bike, xanî gelek ode têde hene, herwisa li ber malê bexçeyekî mezin heye, jina wî dibêje; bila em xaniyekî nû bikirin û ji vî xaniyê kevin derkevin, lê ew ji jina xwe re dibêje; tu buhayê vî xaniyê ku ji serdema bav û bavpîran hatiye avakirin nizanî, lewma qet behsa firotina wî neke…
Ew jî diçe û tê dibêje xanî her ê me ye… yekem cîranê wî tê odeyekê kirê dike, piþtre xwediyê dikanê jê re dibêje; nebaþ e mirov xaniyê xwe ku têde dijî bide kirêçiyan, lê ew her wek xwe dike, piþtre mirovekî din jî tê û odeyekê kirê dike, zarokên xwe tînin nav xanî û dibe qerebalix û gelemþe, Sêrwan jî ku xwediyê malê ye dibêje; xanî her ê me ye … tevî ku êdî nema kare bihna xwe di nav xaniyê xwe de vede…!!
Dema xwediyê dikanê dibîne ku Sêrwan odeyên xwe dide biyaniyan bikirê, jê re dibêje; cîran ma çima tu odeyekê nade min jî ez dê wê bikim enbar jibo kelûpelên dikana xwe, ew jî bi bihaneya ku dixwaze qezencê ji perê kirê bike, odeyekê dide xwediyê dikanê jî.
Piþtî demekê bexçe jî bi kirê dide, piþtre kirêçî daxwazê jê dikin ku xanî bo wan nûjen bike, ji ber bane wî kevin e û di werzê Zivistanê de dê dilopan bike, lê ji ber pereyên wî nînin, ew pera ji kirêçiyan distîne û pê xanî çak dike, û wisa dibe deyndarê kirêçiyan û di konekî de di nav bexçe de rûdinê, lê her dilê xwe bi gotina “her Xanî xaniyê me ye.” Xweþ dike!...
Ev xelek behsa rewþa welatê me dike ku (mala me ye) , bitaybet mirov dikare vî tiþtî li navenda bajarên mezin li Herêma Kurdistanê bibîne, herwisa heman tiþt li seranserî Kurdistanê têdîtin, lê bila em bêjin ev xelek behsa Herêma Kurdistanê dike, û em gotara xwe arasteyî vî beþî bikin çimkî ev beþ, ango para herî mezin ji vî beþî(Baþûrê Kurdistanê) di bin desthilatdariya hikûmeteke kurdistanî de ye…û em dê bajarê Hewlêrê wek nimûne bibin. Biyanî li nava Hewlêrê û li cihê herî xweþ dijîn, bazirganî û karê xwe dikin, weberhênanê dikin, çanda xwe li nav Hewlêrê de belav dikin bêyî ku ti siyaseteke niþtimanî zelal hebe taybetmendiya vî bajarî biparêze, êdî mirov hêdî hest bi wê yekê dike ku Kurdistanî û bitaybet Kurd li vî bajarî biyanî ne.
Goranîbêj Ereb in, xwaringeh Erebî, Tirkî, Farsî û Ewropî ne û xwaringehên Kurdî ango Kurdistanî hema mirov nabîne, navên mêvanxaneyan, navên gorepanan, navên gundên geþtiyarî û niþtecîbûnê Italî, Amrîkî, Kûrî û Ispanî ne, û navên xwaringehan hemû navên bêgane ne.
Mirov biçe nav markêtekê, nav xwaringehekê an nav molekê yan jî bêhtirên wan, heger tu bi tenê bi Kurdî bizanibî, karê te bi serî nabe divê tu zimanê biyaniyan jî zanibîm tu dibêjî belkî ew xwediyê male ne û tu biyanî yî…!?
Ev çend nimûne ne û gelek ên din jî hene, û em jî dilê xwe bi gotina ev welat welatê me ye û dê bimîne yê me xweþ dikin!
Ez ne rexnevanê hunerî me, lê bi tenê bînerekim, û bi min wek bînerekî ev xeleka Tehil û Þêrîn zengilê metirsiyê lêdide, û ji me re dibêje erê xanî yê me ye, lê cihê me têde nemaye, û heger wisa berdewam bike em dê ji destbidin û rojek dê bê em dê li wî xaniyê bibin biyanî.
Hewlêr 14.04.2023z






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5925