Dr.phil. Ebdilmecît ÞêxoDi meha 10, sala 1993 an de, çar nivîskarên Kurd ji (Çiyayê Kurmênc)1-Heyder Omer, 2-Rûxwaþ Zîvar,3-Elî Cefer û Ebdilmecît Þêxo bi hev re civînek fermî li darxistin, piþtî danûstandinek dirêj û kêrhatî di wê civînê de, wan birayar istandin ku roja koçbarkirina Seyda Cegerxwîn, helbestvanê Kurdistanî,dengê gelê Kurd li seranserî welatê Ehmedê Xanî,Mileyê Cizîrî, ku roja 22.10. an hersal bibe (ROJA HELBESTA KURDÎ) li Rojavayê Kurdistanê.
Vê komîtê gelek vexwendname þandin ji hemû helbestvan û hezkiriyên
wêje re (Efrînê,Qamuþlê,Kobaniyê,Þamê) û di 22,meha 10,sala 1993 an de
mehrecana (Roja Helbesta Kurdî li Kelha Horî li Navçeya Efrînê
Lidarket).
Di vê fêstîvalê de (25) helbestvan û nivîskarên
payebilind li (Kelha Horî) beþdar bûn û mehrecana yekê bi helbestên
xwe dewlemend û geþ kirin. Lê li vir hêcayî bîranînê ye , ku em navên
helbestvanên rêzdar jî bi xwendevanên vê gotarê bidin nasîn: 1-Seydayê
Tîrêj,2- Diya Ciwan 3- Hawarê Gundî (Heyder Omer),4-Rûxwaþ Zîvar,5-Omerê
Lelê,6-Dêrsim,7-Rifet Þêxo, 8-Tengezar Marînî,9-Axîn,10-Nesret
Hebeþ,11-Mihemed Hemo,12-Mûmê welat,13-Þêrgelê Kurd,14- Fethela Huseynî,
15-Xemgîn
Remo,16-M.Bêkes,17-Axîn,18-B.Cîger.19-Îbo,20-Þîlan,21-Hiþyar,22-Xanim,23-
Ebdilmecît Þêxo 24-….. 25- …….).
Di 30 .10. 1996 an de me di
hevpeyvînekê de , di bin navê Þêrgo Bedirxan de pêþniyar li hemû
helbestvanên beþên Kurdistanê kiribû ku ew roja koçbarkirina
helbestvanê Kurdistanî (22.10)an li beþên xwe jî bikin (Roja
Helbesta Kurdî), ta niha (29) sal têper bûn, lê pir û pir mixabin
wêjevanên me li sê beþên mayin pêþniyara me di piþ guhên xwe re derbaz
dikin; tu dibêjî qey; Kurdên Rojavayê Kurdistanê ne layîqî pêþniyaran
ne,divê ew tenê guhdar bikin !!! .
Di rastiyê de;pir caran gelek
kesayetiyîn rewþenbîr ji ber vê helwesta neyênî ji birayên xwe
bêhnteng dibin û ew ji xwe dipirsin, ma gelo ! Divê gelê Kurd li
Rojavayê Kurdistanê herdem GUHDAR be û ne PEYVDAR be.???
Hemû
wêjevan, ronakbîr, siyasetmedar baþ zanin ku ji çend salan û vir de, di
15 Gulanê de, bi boneya roja zimanê Kurdî sêmînar û aheng
lidardikevin,zimanzan, nivîskar û mamostên zimanê Kurdî li hemû navçeyên
Rojavayê Kurdistanê jî bi dilên germ vê cejna nirxbuha pîroz dikin, ew
nabêjin: EV BIRYAR JI ME DERNEKETÎYE!
Ew yekser pabendiyê bi pêþniyarên birayên xwe ji beþên din dikin ,bi sîngên fereh û bi wireyên bilind wan jî dipejrînin .
Me hîn gotibû jî, eger gelê Kurd li sê beþên Kurdistanê naxwazin pabendiyê
Bi
pêþniyara Kurdên Rojava bikin , dîsan ne xem e,lê em pêþniyar dikin ku
nivîskar û nemaze helbestvan, rojekê ji rojên dayikbûnêa helbestvanekî
Kurd di beþên xwe de destnîþan bikin û mehrecanên xwe lidarxînin,lê
ev pêþniyara jî li cem birayên me bê nirx bû ???
Em zanin ku gelek
nivîskarên herêma Kurdistana îraqê dê bêjin : Erê Kurdên Sûriyê salê
carekê mehrecana helbestê lidardixînin ,lê em di salê de pir mehrecanan
li dardixînin,lê em pêþda ji berêzan re dibêjin: Em dibjin bila rojek
taybet ji bo fêstîvalê were destnîþankirin û hersal di wê rojê de
mehrecan were lidarxistin û nûnerên beþên din jî li mehrecanê beþdar bin
û bi vî rengî jî hemû helbestvanên beþên Kurdistanê wê hevdu nas
bikin û gengaziyek berfereh di pêþrojê de li pêþ nivîskarên Kurdistanê
çêdibe ku ew (Yekitiya Nivîskarên Kurdistanê) ji çar beþan ava bikin.