Dr.phil. Ebdilmecît ŽêxoDi meha 10, sala 1993 an de, çar nivîskarên Kurd ji (Çiyayê Kurmênc)1-Heyder Omer, 2-Rûxwaž Zîvar,3-Elî Cefer û Ebdilmecît Žêxo bi hev re civînek fermî li darxistin, pižtî danûstandinek dirêj û kêrhatî di wê civînê de, wan birayar istandin ku roja koçbarkirina Seyda Cegerxwîn, helbestvanê Kurdistanî,dengê gelê Kurd li seranserî welatê Ehmedê Xanî,Mileyê Cizîrî, ku roja 22.10. an hersal bibe (ROJA HELBESTA KURDÎ) li Rojavayê Kurdistanê. Vê komîtê gelek vexwendname žandin ji hemû helbestvan û hezkiriyên
wêje re (Efrînê,Qamužlê,Kobaniyê,Žamê) û di 22,meha 10,sala 1993 an de
mehrecana (Roja Helbesta Kurdî li Kelha Horî li Navçeya Efrînê
Lidarket).
Di vê fêstîvalê de (25) helbestvan û nivîskarên
payebilind li (Kelha Horî) beždar bûn û mehrecana yekê bi helbestên
xwe dewlemend û gež kirin. Lê li vir hêcayî bîranînê ye , ku em navên
helbestvanên rêzdar jî bi xwendevanên vê gotarê bidin nasîn: 1-Seydayê
Tîrêj,2- Diya Ciwan 3- Hawarê Gundî (Heyder Omer),4-Rûxwaž Zîvar,5-Omerê
Lelê,6-Dêrsim,7-Rifet Žêxo, 8-Tengezar Marînî,9-Axîn,10-Nesret
Hebež,11-Mihemed Hemo,12-Mûmê welat,13-Žêrgelê Kurd,14- Fethela Huseynî,
15-Xemgîn
Remo,16-M.Bêkes,17-Axîn,18-B.Cîger.19-Îbo,20-Žîlan,21-Hižyar,22-Xanim,23-
Ebdilmecît Žêxo 24-….. 25- …….). Di 30 .10. 1996 an de me di
hevpeyvînekê de , di bin navê Žêrgo Bedirxan de pêžniyar li hemû
helbestvanên bežên Kurdistanê kiribû ku ew roja koçbarkirina
helbestvanê Kurdistanî (22.10)an li bežên xwe jî bikin (Roja
Helbesta Kurdî), ta niha (29) sal têper bûn, lê pir û pir mixabin
wêjevanên me li sê bežên mayin pêžniyara me di piž guhên xwe re derbaz
dikin; tu dibêjî qey; Kurdên Rojavayê Kurdistanê ne layîqî pêžniyaran
ne,divê ew tenê guhdar bikin !!! . Di rastiyê de;pir caran gelek
kesayetiyîn rewženbîr ji ber vê helwesta neyênî ji birayên xwe
bêhnteng dibin û ew ji xwe dipirsin, ma gelo ! Divê gelê Kurd li
Rojavayê Kurdistanê herdem GUHDAR be û ne PEYVDAR be.??? Hemû
wêjevan, ronakbîr, siyasetmedar baž zanin ku ji çend salan û vir de, di
15 Gulanê de, bi boneya roja zimanê Kurdî sêmînar û aheng
lidardikevin,zimanzan, nivîskar û mamostên zimanê Kurdî li hemû navçeyên
Rojavayê Kurdistanê jî bi dilên germ vê cejna nirxbuha pîroz dikin, ew
nabêjin: EV BIRYAR JI ME DERNEKETÎYE! Ew yekser pabendiyê bi pêžniyarên birayên xwe ji bežên din dikin ,bi sîngên fereh û bi wireyên bilind wan jî dipejrînin . Me hîn gotibû jî, eger gelê Kurd li sê bežên Kurdistanê naxwazin pabendiyê Bi
pêžniyara Kurdên Rojava bikin , dîsan ne xem e,lê em pêžniyar dikin ku
nivîskar û nemaze helbestvan, rojekê ji rojên dayikbûnêa helbestvanekî
Kurd di bežên xwe de destnîžan bikin û mehrecanên xwe lidarxînin,lê
ev pêžniyara jî li cem birayên me bê nirx bû ??? Em zanin ku gelek
nivîskarên herêma Kurdistana îraqê dê bêjin : Erê Kurdên Sûriyê salê
carekê mehrecana helbestê lidardixînin ,lê em di salê de pir mehrecanan
li dardixînin,lê em pêžda ji berêzan re dibêjin: Em dibjin bila rojek
taybet ji bo fêstîvalê were destnîžankirin û hersal di wê rojê de
mehrecan were lidarxistin û nûnerên bežên din jî li mehrecanê beždar bin
û bi vî rengî jî hemû helbestvanên bežên Kurdistanê wê hevdu nas
bikin û gengaziyek berfereh di pêžrojê de li pêž nivîskarên Kurdistanê
çêdibe ku ew (Yekitiya Nivîskarên Kurdistanê) ji çar bežan ava bikin.
|