Bavê ZozanêEger ku helbestvanin di cîhanê de hebin ku herdû beþê jiyana xwe ya tiyorî û praktîkî bi rast û duristî bi heve girêbidin, yek ji wan bêguman wê helbestvanê nemir Mihemed Elî Hiso be ji ber ku birastî qurban û þadmerdîya ku di helbestên xwede di got û di nivîsand li ser qadê di rêst
û di hûnand û av dida .
Îro di þeþemîn salvegera koçkirina helbestvanê kurde Mihemed Elî Hiso min ew helbesta wî bi bîr anî, jixwe bi tîbên qeþeng û gewre li ser gora wî hatiya nivîsandin.Ku gor bi xwe li bajarê Qamilo ye rojavayî kurdistanê tara Hilêliyê.
Hêjaya gotinêye ku bihtirî miletê Kurdê Sûrî nifþê pêncihan li ser
helbesta wî xweþ pêþketî þiyar bûn û tovê netewiyê pêre hate çandin
dêmek dema ku nemir Mihemed Elî Hiso ev helbest di govenda de eþkere
distrand pir kêmbûn yê ku bi kurdî dikarîbûn binvîsênin ji zor û tirs û
setema desalatê ku yek ser ew zindan û binçav dikirin.
Ji xwe ev helbesta li ser di axivim di zindanê de nivîsiye ku dibêje:
Va keça min þehîd ket
dora te hat kurê min
Wek min li jor eþkere kir ku helbestvan Mihemed.E.hiso herdû
Rexê
jiyana xwe bi hevre girêdabûn ku bi rastî jî keça xwe Nalîn kire
qurbana kurdistanê ku di nêv tevgera rizgariya li bakurê kurdistanê di
sal 1988an de þehîd ket. Wisa jî lawê wî Lat di þer de birîn dar bû.
Timî helbestvanê nemir Mihemed Elî Hiso serê xwe ji dijmin re ne di danî her digot:
Ez li çiya dinerim
her bilinde serê min
Ku wek mêrxasekî paqij xwe niþanî Cîhanê dide :
Li ser lat û zinaran
þewq didê cewherê min
Her gav û dem jî xwe wek þervanekî can sivik nîþan dide ku timî li jor û ezmanan çavdêriya dijminê xwe dike:
Ez rengê teyrê bazim
pir tûjin awirên min
helbestvanê nemir Mihemed Elî Hiso di 4 adara 2016an de koça dawî kir û xewna welatekî azad ser bi xwe pêre çû ezmanê bala.