Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Dîsa helbestvan Mihemed Elî Hiso

 


Bavê Zozanê

Eger ku helbestvanin di cîhanê de hebin ku herdû beþê jiyana xwe ya tiyorî û praktîkî bi rast û duristî bi heve girêbidin, yek ji wan bêguman wê helbestvanê nemir Mihemed Elî Hiso be ji ber ku birastî qurban û þadmerdîya ku di helbestên xwede di got û di nivîsand li ser qadê di rêst  
û di hûnand û av dida .

Îro di þeþemîn salvegera koçkirina helbestvanê kurde Mihemed Elî Hiso min ew helbesta wî bi bîr anî, jixwe bi tîbên qeþeng û gewre li ser gora wî hatiya nivîsandin.Ku gor bi xwe li bajarê Qamilo ye rojavayî kurdistanê tara Hilêliyê.


Hêjaya gotinêye ku bihtirî miletê Kurdê Sûrî nifþê pêncihan li ser helbesta wî xweþ pêþketî þiyar bûn û tovê netewiyê pêre hate çandin dêmek dema ku nemir Mihemed Elî Hiso ev helbest di govenda de eþkere distrand pir kêmbûn yê ku bi kurdî dikarîbûn binvîsênin ji zor û tirs û setema  desalatê ku yek ser ew zindan û binçav dikirin.

Ji xwe ev helbesta li ser di axivim di zindanê de nivîsiye ku dibêje:

       Va keça min þehîd ket   
       dora te hat kurê min


Wek min li jor eþkere kir ku helbestvan Mihemed.E.hiso herdû
Rexê jiyana xwe bi hevre girêdabûn ku bi rastî jî keça xwe Nalîn kire qurbana kurdistanê ku di nêv tevgera rizgariya li bakurê kurdistanê di sal 1988an de þehîd ket. Wisa jî lawê wî Lat di þer de birîn dar bû.

Timî helbestvanê nemir  Mihemed Elî Hiso serê xwe ji dijmin re ne di danî her digot:

         Ez li çiya dinerim     
         her bilinde serê min


Ku wek mêrxasekî paqij xwe niþanî Cîhanê dide :

         Li ser lat û zinaran      
         þewq didê cewherê min


Her gav û dem jî xwe wek þervanekî can sivik nîþan dide ku timî li jor û ezmanan çavdêriya dijminê xwe dike:

        Ez rengê teyrê bazim     
        pir tûjin awirên min


helbestvanê nemir  Mihemed Elî Hiso di 4 adara 2016an de koça dawî kir û xewna welatekî azad ser bi xwe pêre çû ezmanê bala.


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.5
Bi Tevahî Deng: 8


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark