Bila agirê Rêfêranduma Serxwebûnê her geþ be!!
Dîrok: ÇáÓÈÊ 25 ÓÈÊãÈÑ 2021
Mijar: Nûçe



Dr. Ibrahim Mahmud

Bang li her kurdekî dilsozê netew û welatê xwe; her kurdekî ku baweriyê bi serxwebȗna Kurdistan ê tîne, ku hersal roja 25.09. (Ilunê) weke roja danîna kevirê bingehîn yê dewleta kurdî jibîr nekê, pîroz bikê ȗ bi der-dora xwe li her cihê ku lê dijî bide nasîn ȗ pê serbilind be!
 Birsiyar dikare we re kirinê, ҫima?
   Bêgoman bersiva vê pirsa girng a ku gelek aliyên wê yên dîrokî, siyasî. civakî, netewyî ȗ navneteweyî hene; dixwazim bi gurtî di ҫend xalên jêrîn de bidin, bi hêviya bi bîrxistina salvegera 4 min a vê bȗyera yekemîn ȗ herî giring di dîroka xebata rizgarîxwaz a gelê me de:


1- Cara yekem di dîroka kurdan de, rêveberiya parҫekî Kurdistanê (Bașȗr) bi serokatiya pêșmerge Mesud Barzanî bi zanebȗn, serbixwe ȗ vîneke pola, bi milyonan bi șêweykî azadî, dêmoqratî, șaristanî ȗ bi cejin berê xwe dane sindoqên dengdanê li ser pirsa Serxwebȗn ȗ avakirina deweleta neteweyî!
2- Encama dengdanê di wê cejna neteweyî de, a ku bi saya pêșketina mêdiya serdemê, cîhan hemȗ bȗ șahidê ku Rȗniștvanên Kurdistanê zêdetir ji 92 % bi azadî dengê xwe dane serxwebȗn ȗ rizgariya gelê kurd ji bin destên dagîrkeran!
3- Vê bȗyerê ȗ encamên wê tirseke mezin xiste dilê neyaran ȗ careke din, hovîtî, naheqî, ҫavsorî ȗ nașaristanîya dewletên dagîrkerên Kurdistanê ȗ rêvebirên wan, ji dunyayê re eșkere kir! Em hemȗ dizanin, bê dujmnan ji her ҫar aliyan ve bi ҫi hovîtiyê hewildan ȗ hînjî didin daku vîna gelê kurd ȗ dengdana wî pȗҫ bikin!!
4- Dengdana kurdan jibo serxwebȗnê ȗ bersiva dujminan a hovane, careke din tegez (îsbat) kir, ku jiyana biratî, aștî, wekhevî ȗ dostane di nav wan dewletan de, nayê pêkanînê?!!  
5- Dengdan ȗ encamên wê bȗne belgename ȗ dokȗmênteke pirr giring jibo pêșeroja avakirina dewleteke neteweyî ȗ tu hêz nikare wî dengî winda bike.
6- Proseya rapirsînê, tevî nakokiyên navxweyî ȗ dijayetiya hin aliyên Kurdistanî (beșekî YNK, Goran ȗ komela Islamî), dazanîn, ku pirraniya gelê Kurd jibo mafê serxwebȗnê yekdenge ȗ avakirina dewleteke neteweyî êdî nema xewne!
7- Rapirsîn ȗ dengdana kurdan jibo jiyaneke serbixwe îro bȗye hêza bingehîn a pêșdeҫȗn, serketin ȗ rêzlêgirtin li serokatiya herêma bașȗrê welat li navҫeyê ȗ Cîhanê jî! Tenê jibo nemȗne; Pêwndiyên navnetewyî, mezinbȗna rola herêma Kurdistanê ȗ pêșwaziya gerim ȗ dostane li serokên Kurdistana bașȗr li gelek welatan, vê rastiyê dide zanîn!
8- Rapirsîna serxwebȗnê a 25,09,2017 li bașȗrê welatê me, dikarim bêtirs bêjim, ku zêdetirî 90% hemȗ kurdên cîhanê li hev civandin; cara yekembȗ di xebata rizgariya me de, ku hewqas ҫalakiyên hevbeș di nav Kurdan de bi dilxweșî ȗ serketin, têne li darxistinê!
9- Rapirsîna kurdan jibo serxwebȗnê careke din da zanîn, ku parêzer ȗ piștgirên rast ȗ dilsoz yên mafê gelan kêmin; tenê perjewendiyên neteweyî ȗ navnetewyî di rojevê de ne ȗ cihê danȗstandinê ne!
   Di dawiyê de, pêwiste bê gotinê, ku baca rapirsînê jî mezin bȗ; dujminê kurd ȗ Kurdistanê (bi taybetî rêjîma Iranê ȗ hevalbendên wê yên Iraqî) ji mêjve pîlan ȗ dafk jibo dagirkirina herêma bașȗr amadekiribȗn. Wan proseya Rapirsînê ji xwe re kiribȗn bihane ȗ hincet ȗ weke derfetekî zêrîn bi karanîn ȗ êrîșên mezin ȗ dijwar anîn ser xaka Kurdistan ê… Sedcar mixabin, li vir gerekê bê gotinê, ku dîsan xwefiroș ȗ xaiynên netewa xwe (Taximê herdu birazayên Talebanî: Araz ȗ Lahorê Șêx Cengî) di 16. Cotmeha 2017 an de, serê xwe hildan ȗ jibo berjewendiyên Malbatî ȗ navҫeyî bȗne destek ȗ alîkar jibo bicihanîna pîlanê dagîrkirina axa kurdistana azad; ȗ di rastiyê de jî, bajarê Kerkuk ê ȗ 50% ji navҫeyên Kurdistanî ketin bin destê Hukumeta Baxdayê! Bêgoman di derheqa bȗyera xiyaneta 16î Oktoberê de, pêwiste gelek lêkolîn werin kirinê… Heger ew bȗyera dilșewat ȗ bêbext rȗ nedaba, wê rewșa Gelê Kurd ȗ Kurdistanê roja îro bi șêweyekî gelekî baștir ba ye!! Lê di derheqa vê bȗyerê de pêwiste bi kurtî be jî, ez bêjim: heger ne zanebȗn, dilsozî, hișiyarî ȗ xemxwariya Rêzdar Serokê Kurdistan Mesud Barzanî ba, wê șerê birakujiyê ȗ wêraniya hemȗ kurdan destpêkiriba ȗ pîlanên dujminan jî bi cih dibȗn!






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5610