Xelata Þerefnamê ya 2020an ji Konê Reþ re ye
Dîrok: ÇáÃËäíä 21 ÏíÓãÈÑ 2020
Mijar: Nûçe



 Înstûta Çanda Kurdî ya Viyênayê
Viyêna, 19.12.2020


  Înstîtûta Çanda Kurdî ya Viyênayê Xelata Þerefname ya Çand û Zimanê Kurdî ya sala 2020î diyarî nivîskarê kurd Konê Reþ kir ji ber ked û xebatên wî di warê çand, ziman û wêjeya kurdî de. Konê Reþ bi berhemên xwe yên li ser Malbata Bedirxanîyan roleke xwe ya pir giranbuha di parastina dîroka kurdî de heye. Konê Reþ bi xebatên xwe yên di çil salên dawî de bi roleke gelek balkêþ di parastina çand û dîroka kurdî de rabûye.


 Xelata Þerefname her sal ji aliyê Înstîtûta Çanda Kurdî ya Viyenayê ve ji bo nivîskar û rewþenbîrên, ku giringtirîn pirtûk û xizmet ji bo çand, ziman û pirtûkxaneya kurdî pêþkêþ dikin, tê diyarîkirin. Înstîtûta Kurdî xelata xwe ya çand û zimanê kurdî di bin navê “Þerefname” pêþkêþ dike. Þerefname pirtûka dîroka kurdî ya Þerefxanê Bedlîsî ye û carinan wek "Dîroka Kurdistanê" jî tê naskirin.
 Tê zanîn ku Înstîtûta Çanda Kurdî ya Viyênayê Xelata Þerefname ya sala 2018an diyarî Prof. Celîlê Celîl kiribû ji bo rola wî ya balkêþ di parastina çand û zimanê kurdî û bi taybetî folklorê kurdî de û ya sala 2019an jî pêþkêþî nivîskarê navdar Þahîn Bekirê Soreklî kir.
 Konê Reþ: rewþenbîr, nivîskar û helbestvanekî kurd e. Di malbateke kurdperwer, zimanhez û rewþenbîr de mezin bûye. Ji mêj ve ji ziman, folklor û toreya gelê xwe hez kiriye.
 Bi dehan berhem û gotarên wî di kovar û rojnameyên kurdistanî de hatine weþandin û gelek pirtûkên wî hatine çapkirin.

 

 Konê Reþ wekî rewþenbîrekî kurd li her çar perçeyên Kurdistanê hatiye naskirin, çimkî ew yek ji wan kesên pêþî ye ku di van çil salên dawî de li Rojavayê Kurdistanê bi zimanê kurdî nivîsandiye û hê jî bi kar û barên xwe yên nivîsandina bi zimanê kurdî radibe.
 Konê Reþ, di sala 1953an de li gundê bi navê Doda hatiye ser rûyê dinyê. Navê Konê Reþ yê rasteqîn (Selmanê Osmanê Abdo) ye. Bi sedema kar, xebat û keda wî ya kurdewarî, ew bi navê (Konê Reþ) li seranserî Kurdistanê hatiye naskirin.
 Li ciyê ku lê hatiye dinyê xwendina xwe ya seretayî temam kiriye‚ paþê li Qamiþlo û Hesekêyê lîse ango bakalorya standiye û gelek hewl dane ku xwendina xwe ya bilind bi dawî bike, lê pê re neçûye serî ta ku di Almanyaya rojava re derketiye.
 Ji mêj ve bi ziman, folklor û toreya gelê xwe mijûl bûye. Di gelek kovar, rojname û belavokên kurdî de beþdar bûye. Li her çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welêt berhemên wî hatine weþandin û belavkirin.
 Ew xwediyê kovara “Gurzek Gul” bû, li gel hevalê xwe A. Baqî Huseynî ta hejmara 10an, dûvre jî wî bi tena serê xwe berpirsiyariya kovarê hilgirt ser milên xwe ta ku hejmarên wê gihane 15an. Ew kovara ku di navbera salên 1989 - 1992an de, li Qamiþloyê, li nav kurdên Binxetê dihat belavkirin.
 Konê Reþ di jiyana xwe de ta roja îro gelek xelat standine. Ji wan xelatan: di sala 1998an de, bi helkeftina sedsaliya rojnamegeriya kurdî Xelata Zêrîn ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê wergirtiye, û di sala 2000î de jî, bi helkeftina festîvala Cizîrî li Duhokê, ji aliyê wezîrê rewþenbîrîyê yê hikûmeta Herêma Kurdistanê, birêz Felekeddîn Kakeyî ve hatiye xelatkirin. Di sala 2003an de Konê Reþ li Amedê beþdarî sedsaliya Cegerxwîn bûye. Konê Reþ, ev 15 sal in, endam e di PENa Kurd de, ya ku þaxeke ji PENa Navnetewî ye.

Înstûta Çanda Kurdî ya Viyênayê
Viyêna, 19.12.2020






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5384